Însiyatîfek werzîşê ji bo koçberên Xezayê

Însiyatîfa "Gem Kamp" derfeta vegera tenduristiya fîzîkî û derûnî dide koçberên li Zîvala Xezayê. Her wiha, ji bo bandorên koçberî û şer rizgar bibin, rûberek bi ewle ji wan re çêdike.

NEXEM KERACE

Xeza – Di demeke ku şer û koçberiya dijwar berdewam dike de, Însiyatîfa "Gem Kamp"  ji koçberên jin re mîna çirûskek hat.

Seher Mehdî Koordînasyona vê Insiyatîfê ye. Di karên mirovî de bi riya projeyên "Rê" û "Karîna Hilbijartinê" dest bi vê xebatê kiriye. Ev projeyên girêdayî Saziya Oxfam in. Seher dîtiye ku dikare ji werzîşê sûd bigre û jibo jinên ji ber şer û koçberiyê azaran dikşînin, komek çêkiriye.

Seher Mehdî diyar kir ku di şerê heyî de fikiriye ku tiştekî ji koçberan re pêşkêş bike da ku jin jê sûd bigrin. Seher wiha got: “Min dît ku tiştên jiyanî yên herî biçûk ji wan kêm in. Jiyana wan hemî bûye lêgerîna li êzingan û anîna avê û peydakirina xwarinê ji malbatên xwe re. Van tiştan bandoreke neyînî li tenduristiya wan a fîzîkî û saxlemiya derûnî kir. Demek dirêj e ez plan dikim wan bi awayekî ji vê rewşê derxim û di vegera beşek biçûk ji jiyana wan de, alîkariya wan bikim. Piştî lêkolîneke kûr, min dît ku werzîş dikare bibe awayekî aktîv ji bo guhertina vê rastiyê. Lewma jî min dest bi Insiyatîfa Gem Kamp kir. Fikra wê, di encama pêwîstiya jinan a bi rûbereke bi ewle hat. Ji bo ku zextên li ser wan werin derbaskirin. Bi taybetî piraniya nadiyên sporê hatin girtin, ji ber rewşa zehmet. Lewma min zêdetir baldarî da beşa jinên ducanî û yên di dema şer de jidayîk bûne.”

Jin ji kampan hatin bijartin

Seher Mehdî da zanîn ku ji ber ên herî zêde bandor li wan nebûye, ev baş bijartine û wiha got: “Gelek jin ji ber nebûna piştgiriyê û baldariya tenduristî azaran dikşînin. Werzîş li vir awayeke sivikkirina azarên jinan û alîkariya wan a di başkirina tenduristiya wan a fîzîkî û derûnî de ye.” Seher ragihand ku însiyatîf, çalakiyên sporê yên cuda pêşkêş dike û ev agahî dan: “Di qonaxa yekem de 30 jin ji kampan hatin bijartin. Ew kirin komên biçûk da ku perwerde bi rengekî baştir were pêşkêşkirin.”

Sporên Yoga û Kardiyo dikin

Seher destnîşan kir ku çalakiyên xwe ji nav sporên ku bedenê sivik dikin û aliyê derûnî baş dikin bijartine. Seher ev agahî dan: “Me çalakiyên mîna Kardiyo û Yoga bijartin. Ev spor ne tenê bedenê sivik dikin, her wiha alîkariya jinan dikin ku ji enerjiya neyînî xilas bin. Mijar ne tenê werzîş e çêkirina rûberek e jî, ji bo ku jin ji zextên rojane xilas bin.”

15 civînên taybet ên bernameyê hene

Di Insiyatîfê de şîretên tibî yên rojane hene. Van şîretan, bi rewşa her jinek û tenduristiya wê re dimeşinîn. Armanc piştgiriya jinan e, lê ne tenê bi riya celseyên werzîşê, her wiha di jiyana wan a rojane ya bi giştî de jî ev piştgirî tê dayîn. Seher Mehdî der barê awayê xebatê de ev agahî dan: “Her jinek dê bernameyek bigre. Di nav bernameyan de 15 civînên sporê yên taybet hene. Her wiha xwarin hene, kêmkirina xwarinê di laşê jinan de temam dike. Dema celse bidawî bibin, wê cudahiyeke zelal di jiyana beşdaran de xuya bike. Hem ji aliyê tenduristî, hem jî ji aliyê sîstema birêxistinkirî ya dê tenduristiya wan demdirêj biparêze.”

Jinan li kampan enerjiya xwe bi temamî wenda kiriye

Seher Mehdî da zanîn ku jinên ducanî yan yên di şer de zarok anîne dinyayê, di tengasiyên duqatîn re derbas dibin û wiha berdewam kir: “Ji ber azarên wan di kêmbûna xwarinê û baldariya tenduristî de sînordar nebûne, her wiha di nav xwe de tengasiyên piştî jidayîkbûnê dihewîne. Jinan li kampan enerjiya xwe bi temamî wenda kir. Dem yan jî derfeta baldariya bi xwe nemaye û di encamê de pirsgirêkên tenduristî û derûnî komî ser hev bûne. Diviyabû bi rengekî piratîkî destwerdan were kirin da ku rewşa wan baş bibe. Bi riya vê Insiyatîfê me hewl da em vê yekê misoger bikin.”

‘Insiyatîf destpêka afirandina çandeke nû ye’

Tevî hemû zehmetiyên li hember Insiyatîfê, Seher Mehdî û tîma xwe biser ketine, ji ber ku di pêkanîna armancê de îsrar kirine. Seher Mehdî der barê destpêka xebatê de û tengasiyên wê demê de wiha got: “Destpêk ne hêsan bû. Peydakirina alav û madeyên guncaw a di rewşa koçberiyê de, tengasiyek mezin bû. Her wiha me zehmetî di beşdariya hin jinan de dît. Ji ber metirsiyên wan yan jî, nezanîna wan a girîngiya sporê ya di aliyê başkirina jiyana wan de. Lê belê çawa tevlî çalakiyan bûn, me guhertineke berbiçav di rewşa wan a derûnî û fîzîkî de dît. Piştî civînên destpêkê bertekên erênî gelekî zêde bûn. Jinan hest kirin rûbereke wan çêbûye, dikarin ji zextên jiyanê bi riya wan xilas bibin û beşek ji enerjiya xwe ya wenda bûyî vegerînin. Ev Insiyatîf destpêka afirandina çandeke nû ye ku rola sporê di başkirina kalîteya jiyana jinên koçber de xurt dike.”

Peyama ji bo saziyên mirovî

Di dawiya axaftina xwe de Seher Mehdî peyamek ji saziyên mirovî û aliyên piştgir re şand û wiha got: “Însiyatîfê, bi zelalî derxist holê ku pêşketina di sporê de, dibe ku bandoreke mezin di başkirina jiyana jinan de bilîze. Bi taybetî jî di rewşên zehmet yên koçberî û şer de. Ji bo ku em vê fikrê firehtir bikin û ji jinên li kampan re pêşkêş bikin, pêwîstiya me bi piştgiriyeke mezintir heye. Spor pêwîstiyeke sereke ye ku di di nav kedên mirovî de cih bigre.”