Çalakvanên Helebceyê: Divê em ji bo yekitiya jinan îsrar bikin

Jinên çalakvan ên Helebceyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku bi yekdengî û yektiyê wê dawî li pirsgirêk û aloziyên ku li ser jinan bandorê çêdikin were.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebce- 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhane ye û jinan îsal jî soza xwe ya ji bo bilindkirina xebat û têkoşînê dubare kirin. Jinên Helebceyê diyar kirin ku bi yekdengî û yekitiyê wê dawî li aloziyên ku bandorê li ser jinan çêdikin were.

‘Hejmara jinên xebatkar li Helebce û Şarezûrê zêde ye’

Çalakvan Şara Ebdulkerîm 8’ê Adarê li jinên Helebce, Şarezûr û Hewremanê pîroz kir û got: “Ez di wê hêviyê de me ev roj bibe roja werçerxa rol û cihê jinan di civakê de û êdî bi çavên kesên duyem li jinan neyê nêrin. Li sînorên Helebce, Şarezûr û Hewramanê jin bi rêjeyek berbiçav dixebitin û rewşenbîr in û di pêwirên hukmî de cih digrin lê belê astengiyên li pêşiya jinan jî zêde ne. Li Helebceyê pirsgirkên civakî û çandî hene û jin hatine paşguhkirin. Ji ber wê divê aliyên pêwendîdar bên ser riya rast, da ku hêza jinan û rola wan li ber çavan bigrin û astengiyên siyasî û civakî kêm bikin. Li cîhanê jin jî di tevahî sektoran de kar dikin û bi hêza xwe li gorî civakê xwe rêxistin dikin.”

‘Divê jin piştgiriya hev bikin’

Çalakvan Şehêd Omer jî 8’ê Adarê li jinên Kurd pîroz kir û wiha got: “Jinên Helebceyê her çendî xwedî cihek bin jî divê her dem di nava nûbûnê de bin û bikaribin cihê xwe di asta ku herî jor de bigrin. Astengî ji ber tunebûna xizmetguzarî û aborî ye. Ji ber ku her dem bi çavên duyem li jinan dinêrin. Tunebûna piştgiriyê û dengê ji hev cuda ji bo serkeftina jinan dibin astengî. Ji ber wê divê xizmet ji bo jinan werin kirin û bê cudahî jin û civak piştgiriya hev bikin.”