Pêşangeha hunerî ya Îlamê ji aliyê jinên hunermend ve rastî eleqeyek baş hat

Duyemîn pêşangeha berhemên salê ya Îlam ku lê tê bazarkirin, merasîma girtinê, bi bernameyek taybet hat amadekirin bi dawî bû.

Îlam- Peşangeha duyemîn ku berhemên hunerê lê tê firotin ya li Galeriya hunerê ya Tonkabadî ku li bajarê Îlan hatî vekirin, merasîma girtinê bi bernameyek taybet bi dawî bû. Bi beşdariya jinên hunermed û serdanên ji bo pêşangeh bernameyên cûda hatin li darxistin.

 Di pêşangehê de panelek bi sernavê ‘Rêbaza lêkolîn û analîzkirina berhemên dîtbarî’ hate li darxistin. Bername piştre bi muzîka zindî berdewam kir. Pêşangeha ku ev dû sale tê li darxistin, piranîn jinên hunermend beşdar dibin, jin berhemên xwe yên di qada wêne, xet, peyker, berhemên ji herî û h.w.d di pêşangehê de pêşan didin.