Li Hesekê roja şanoyê ya cîhanê hat pîrozkirin

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bi boneya roja şanoyê ya cîhanê û bîranîna Yekta Herekol çalakiyek li dar xist.

Hesekê-Li Bajarê Hesekê bi boneya 27’ê Adarê roja şanoyê ya cîhanê û ji bo bîranîna Yekta Herekol ê ku 27’ê Adara 2004' an li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meydana Saadallah El Cabirî ya li Helebê agir bi canê xwe xist, çalakiyek hat lidarxistin. Hunermend, şanoger û saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Yekta Herekol û Şiyar Tolhildan hatin hildan. Çalakiyê bo deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Dûre derhêner Omran Yûsif roja şanoyê ya cîhanê pîroz kir û wiha got: “Di şexsê şehîd Yekta û Şiyar de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Şano ji bo me pir girîng e. Bi riya wê em ê civakê bi pêş bixin û pirsgirêk û êşên heyî vebêjin. Em bi riya şanoyê hewl didin peyama domandina berxwedanê, şopandina riya şehîdan û têkbirina planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin."

Di çalakiyê de her wiha 2 lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin koma Tolhildan li ser dîroka Newrozê li dijî zilim û zordariyê çawa Agirê serkeftinê hat vêxistin bi lîstikê vegot. Koma Şehîd Dêrsî ya Hîlala Zêrîn li ser rastiya jinan a di civakê de û xelasiya wê ji zilim û koletiyê lîstika xwe pêşkêş kir.

‘Jin di pêşketina şanoyê de roleke girîng dilîzin’

Derhener Fatma Ehmed jî teqez kir ku şano pencereya ku cîhan tê de tê dîtin û wiha anî ziman: “Di hunerê de şano beşa her girîng û sereke ye. Şano peyama zindî ya ku bi riya wê hestên temaşevanan tên parvekirin e. Bi riya şanoyê civak bi pêş dikevin. Me bi boneya roja şanoyê ya cîhanê şanoyek li ser rewşa jinan a di civakê de pêşkêş kir. Peyam jî ew e ku jin kesayetek xwedî îrade û têkoşîn e her wiha bingeha avakirina civakek azad e. Civaka ku jin tê de kole bin, ji pişaftinê re vekirî ye lewma em dixwazin civaka xwe şiyar bikin û bi pêş bixin. Şanogerên me hemû jin in ji ber ku em dixwazin civaka xwe bi zanista jinan, hebûna jinan û zanebûn wan bi pêş bixin ”

Bernameya çalakiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.