Li Bokanê bi mijara ‘Jin’ pêşangeha wêneyan

Pêşangeha wêneyan a bi mijara ‘Jin’ ku navenda çanda Kurd girtiye, di navbera 12-14’ê Kanûnê de li salona Sîmûrg a Bokanê hat vekirin. Di pêşangehê de 68 tabloyên ku ji aliyê 40 hunermendên ciwan ve hatine çêkirin hatin pêşandan.

ŞEBNEM REHÎMZADE

Bokan – Li bajarê Bokan ê girêdayî eyaleta Urmiyeyê, di rojên dawî yên meha Kanûnê de bi armanca nîşandana çanda civaka Kurd, nasname û pirsgirêkên civakê û bi hunerên rast, pêşangeha wêneyan a bi mijara ‘Jin’ hat vekirin. Di pêşangeha ku bi piranî jin beşdar bûne de, 68 tabloyên ku ji aliyê 40 hunermendên ciwan ve hatine çêkirin, hatin pêşandan. Hunermendan di berhemên xwe de bal kişandin ser jiyana çandî û civakî ya civaka Kurd. Hunermendan portreyên hunermendên Kurd û fîgurên Kurd kirin tablo û pêşkêş kirin.

Portreyên şexsiyetên Kurd ên girîng hene

Di pêşangehê de potreyên Kurdan û xebatên ku mijarên civakî kirine mijar, pêşkêşî temaşevanan hat kirin. Her wiha di tabloyan de cil û bergên jinên Kurd, aksasuar, deq derketin pêş. Her wiha di pêşangehê de ji derveyî portreyên şexsiyetên Kurd ên girîng wek Mesture Ardalan, tabloyên Şahmaran ku dîroka wê heye û ravekirinên derbarê efsaneyan de cih girt.

Ev pêşangeh ji aliyê mamoste û rêvebera Atolyeya Wêneyan a Jinan Mîna Kerîmî ve hat lidarxistin. Tabloyên di pêşangehê de hatin pêşandan, ji xebatên xwendekarên ku di bin banê saziya parwerdê de hatin perwerdekirin û hedef dikin ku bi rêya wêne fikarên xwe yên çandî û civakî îfade bikin pêk tê.  

Li gorî îfadeyên hunermendan, bal kişandin ser şêwaza hîperrealîst ku derfet dide ku hê zêdetir rû, hest û rewşên civakî bi awayek rast û hûrgûlî bide nîşandan. Pêşangeha ‘Jin’  bûye mekanek şênber ku derfeta nasnameya civaka Kurd, dîrok û pirsgirêkên civakî ji nû ve bide xwendin pêşkêş bike.

Pêşangeha ‘Jin’ ku li salona Sîmûrg a Bokanê di navbera 12-14’ê Kanûnê de hatiye vekirin, rastî eleqeyek baş a gelê bajar hat. Tîma pêşangehê, plan dike di demên pêş de li bajarên din ên Rojhilat xebatên xwe bidin pêşandan.