Heyama 3’yemîn a Foruma Tûnisê ya Romana Ereb destpê kir

Foruma Tûnisê ya Romana Ereb ku bi dirûşmeya "Xeyala di Romana Ereb de" tê lidarxistin, deriyên xwe ji bo romannivîs, rexnegir û xwendevanan vekir.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Piştî navberek dirêj a salan, Foruma Romana Erebî di heyama xwe ya 3’emîn de, bi dirûşmeya "Xeyala di Romana Ereb de" ji bo bi awayekî kûr tecrûbeyên vegotina Ereb bi dest bigre, vegeriya. Forum, hewl dide ku ji bo xwendevan û romannivîsan cîhek piştgirî biafirîne û diyalogê li ser pirsgirêk û dijwariyên wêjeyê ji nû ve bike.

Merasîma vekirina heyema 3’yemîn a Foruma Romana Ereb, 10’ê Kanûnê li paytexta Tûnisê di bin sernavê "Xeyala di Romana Ereb de", bi beşdariya gelek nivîskar, rexnegir û nûnerên medyayê hat lidarxistin.

Di merasîma vekirinê ya bi beşdariya koma muzîkê ya bi navê "Xeyal" de, Berpirsa Karûbarên Çandî ya Wezareta Çandê Yusra Heqî, diyar kir ku forûm ji ber pandemiya Covid-19 û bi taybetî bûyerên herêmî yên li Xezayê û Sûriyeyê, demek dirêj hatibû paşxistin.

Yusra Heqî, destnîşan kir ku forûm dê sê rojan bidome û bi rûniştinên sibe û êvarê, di bin sernavê "Xeyala di Romana Erebî de" ji bo nîqaşkirina têkiliya di navbera xeyal û rastiyê, çîrok û xwendevan û nivîskar de wê qadek pêşkêş bike.

Forum piştgiriya romannivîs û xwendevanan dike

Nivîskara Tûnisî Fetîha Debş a li Fransayê dijî, diyar kir ku wê di serdana xwe ya Tûnisî de forum şopandiye û çalakî ji bo li hev komkirina gelek nivîskaran pir girîng e. Fetîha Debş, da zanîn forum pêvajoya nivîsandinê teşwîq dike û her çend ji rastiyê dûr be jî romannivîsan bi xwendevan û saziyên çandî re anîne ba hev.

Fetîha Debş, wiha got: “Em di serdema romanê de dijîn û xwendin hîn jî heye û forumên bi vî awayî ji bo romannivîs, roman û xwendevan qîmet dide. Romannivîs aktorek çandî ne û dûrbûna di navbera nivîskar û rexnegiran de kêm dike.” Fetîha Debş, destnîşan kir ku forum alîkariya nivîskaran dikin ku ji jiyana xwe ya tenê derkevin, diyalogê bikin û bi weşanên nû re bighîjin asta herî jor.

Çalakiyên îro, bi rûniştinên wêjeyî li Pirtûkxaneya Neteweyî ya li paytextê dest pê kirin û bê guman dê ji bo dewlemendkirina kevneşopiya vegotina Ereb û bihêzkirina diyaloga di navbera afirîner û rexnegiran de, derfetek berhemdar pêşkêş bike.