‘Divê Welatê Min Bê Komkirin’ qanûnên cihêkar ên li Lubnanê radixe berçavan

Di demekî ku nîqaşên qanûnî û civakî yên li ser bêparkirina mafên bingehîn ên hemwelatîbûnê yên jinên Lubnanî didome de, lîstika şanoyê ya "Divê Welatê Min Bê Komkirin" careke din vê mijarê anî rojevê û balkişand li ser xwe.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Şanoya Tiro ya li Beyrûdê, 13’ê Kanûnê bi hevkariya Komeleya Offbeat û Lebanese Spotlight re mazûvaniya lîstika şanoyê ya binavê "Divê Welatê Min Bê Komkirin" kir.

Lîstok, mijara bêparkirina dayikên Lubnanî yên ku bi biyaniyan re zewicîne ya ji mafê dayîna hemwelatîbûnê ya ji zarokên xwe re destgirt. Lîstikvanan, karekteran bi awayekî balkeş pêşkêş kirin û peyamek girînd dan.

Ev lîstok, parçeyek ji xebatên şanoye yên mijarên mafên mirovan û civakî li welatên mîna Lubnan, Urdun, Misir, Tûnis, Portekîz û Romanyayê dest digre ye.

Lîstok, li ser dîmenê ku çar jin derketin li pêşberî dadwerekî bi navê "Meryana" û giliyên yên cudakariya ji ber hevjinên xwe yên biyanî anîn ziman. Jinan, zehmetiyên xwe yên mîna peyda nekirina kar, redkirina zarokên wan ji dibistanê re û neçariya ku zarokên xwe dişînin derveyî welat, anîn ziman.

Şano platforma edalet û wekheviyê ye

Di nîqaşa vekirî ya piştî lîstokê de, ekîba xebatê û temaşevanan li ser mijarên ku bi lîstokê ve hate rojovê, bi perspektîfa mirovî, maf û civakî nîqaş kirin.

‘Hemwelatîbûn ji bo jinan mafek e’

Derhênera kampanyaya "Malbata Min û Hemwelatîbûna Min" Karime Shebo, diyar kir armanc ew e ku qalîbên li ser mijarên "hesas" ên mîna mafê jinan a dayîna hemwelatîbûnê ji hevjinên xwe yên Lubnanê bişkînin û hişmendiyê avabikin. Karima Shebo, destnîşan kir nedayîna hemwelatbûnê ya dayikên Lubnanî ya ji zarokên xwe re binpêkirina mafên mirovan e û divê ev mijar bi pirsgirêka penaberan re neyê tevlihev kirin. Karima Shebo, diyar kir ku divê ev qanûn werin guhertin û ev yek tê wateya tundiya cot.

‘Jin rastî cudakariyê tên’

Aktîvîst û rojnamevana jinan Meryem Yagî, pesnê nivîskar û derhênera lîstokê da û got: “Lîstok serhişkiya astendariya mafên jinan dayîna hemwelatbûnê ya hevjinên xwe yên biyanî dîtbarî dike. Beriya du hefte ji serokê FIFA’yê re hemwelatîbûyin hate dayîn, lêbelê heman maf ji jinên Lubnanî re nayê dayîn. Ev maf, rasterast bi azadiya hilbijartinê ya jinan ve girêdayî ye."

‘Qanûnên cudakar ên der barê hemwelatîbûnê de mafên me binpêdikin’

Nehad Bayumî, mîna dayikekî Lubnanî tecrûbeya xwe anî ziman û wiha axivî: “Rûxmê ku min li Lubnanê dîplomaya xwe ya hiqûqê wergirt jî, ez ji ber hemwelatîbûna nebûm endama komeleya parêzeran. Rûxmê ku Makezagona Lubnanê wekheviyê mîsoger dike jî, qanûnên cudakar ên der barê hemwelatîbûnê de vê mafê binpêdikin.”

‘Ev yek binpêkirina mafên mirovan û wekheviyê ye’

Temaşevana binavê Cîhan Ebû Abed, diyar kir pirsgirêkên  jinên Lubnanî ya der barê dayîna hemwelatîbûnê ya ji zarokên xwe re jiyan kiriye û got: "Dayika min ji Misrî û bavê min jî ji Filistînî ye. Piştî hatina Lubnanê, dayika min 55 salan tenê bi destûra rûniştina jiyan kir. Ez mîna jinek xwedî hemwelatîbûna Lubnanê, nikarim hemwelatîbûnê bidim zarokên xwe. Ev binpêkirina mafên mirovan û wekheviyê ye.”