Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû xêzeroman

Der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xêzeroman hat amadekirin. Xêzeroman dê bi gelek zimanan were weşandin û danasîna wê bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de li Berlînê dê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Jiyana Abdullah Ocalan a ku bi felsefeya xwe ya li her derê cîhanê te zanîn, bû xêzeroman. Nivîskariya xêzeromana bi navê “Dê Azadî bi ser bikeve - Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” ji hêla nivîskarê xêzeromanan ê îskoçyayî Sean Michael Wilson ê li Japonyayê dijî ve hat kirin û xêz jî ji hêla xêzkarê Kurd Kekoyê ku li Spanyayê dijî ve hatine çêkirin.

Xêzeroman dê pêşî bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî were weşandin û piştre jî dê bi zimanên Îngilîzî û eEebî bê çapkirin. Xêzeroman ji 160 rûpelan pêk tê û danasîna wê dê bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de li paytexta Almanya Berlînê bê kirin.

‘Ji bo kesên ku dixwazin Ocalan nas bikin xebateke girîng e’

Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî ya Navneteweyî Reimar Heider ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û da zanîn ku ev fikir 3 sal berê ji hêla nivîskarê xêzeromanan ê Îskoçî Sean Michael Wilson ve hatibû pêşniyarkirin û projeyê jî wisa dest pê kiriye. Heider, wiha got: “Sean Michael Wilson got ku ew dixwaze vê biyografiyê weke xêzeroman binivîsîne. Em jî erênî nêz bûn û dê cara ewil biyografiya Abdullah Ocalan weke xêzeroman bihata amadekirin. Me jî dest bi xebatên xwe kir. Ji bo kesên dixwazin Ocalan nas bikin ev xebateke girîng e.”