Jinên Şanoger: Em bi hemû tiştên ku azadiya me asteng dikin re hevrû bûn

Li Hesekê jinên şanoger, diyar kirin ku di şanoyê de bêyî guh bidin zîhinyeta mêr a di civakê de serdest û fikrên hebûna jinan red dikin xebatên xwe berdewam dikin û gotin: “Em bi hemû tiştên ku kêrhatî û azadiya me asteng dikin re hevrû bûn.”

DELAL REMEZAN

Hesekê- Her sal 27’ê Adarê weke ‘roja cîhanî ya şanoyê’ tê pîrozkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa jinê re bi riya navendên çad û hunerê yên hatin vekirin, şanoyê jî di nava beşên hunerê yên tên pêşxistin de cih girt. Bi boneya ‘27’ê Adarê roja cîhanî ya şanoyê’ der barê xebatên şanoyê de em bi yekîneya şanoyê ya bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re axivîn.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Reem Hassan diyar kir ku 3 sal in di xebatên şanoyê de cih digre û got: “Ji zaroktiya xwe ve min dixwest bibim lîstikvan û beşdarî lîstikan bibim. Min dixwest bêyî tirs û teredut hebe bi awayekî bi ewle û bi hêz derbikevim pêşberî temaşevanan. Şano ji bo min gelek girîng e, rêbaza îfadekirinê ye. Li ser dikê ji yekê zêdetir fikir pêşkêş dikin yan jî em dikarin peyamên bi wate bidin. Em girîngî didin pêşniyarên temaşevanan di pêşnadanên şanoyê de.”

‘Şano rastiya civakê nîşan dide’

Reem Hassan da zanîn ku şano neynika rastiya civakê ye û ji dîrokê ve trajediyên hatiye jiyîn, diteyisîne û wiha got: “Lîstikvanên şanoyê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her sal festîvala şanoya Yekta Herekol jî di nav de gelek çalakiyan li dar dixin, beşdarî pîrozbahiyên roja cîhanî ya şanoyê dibin. Şanoger bi performansên xwe lîstikên cuda yên ku peyamên girîng dididin pêşkêş dikin.”

‘Bêyî ku em guh bidin gotinan xebatên xwe berdewam dikin’

Reem Hassan destnîşan kir ku ji ber zîhniyeta mêr weke di hemû beşên hunerê de di şanoyê de jî rastî fikrên ku hebûna jinan red dikin tên û got: “Hinek dayik û bav, bawer dikin ku tu pêşerojeke şanoyê nîn e, jinek derbikeve pêşberî temaşevanan şerm dibîne, beşdariya jinan a şanoyê asteng dike. Bêyî em guh bidin gotinan em xebatên xwe berdewam dikin. Em ê beşdariya xwe ya şano û festîvalan berdewam bikin.”

Reem Hassan bang kir ku divê dayik û bav piştgiriya kêrhatiyên zarokên xwe bikin û ji bo pêşxistina vê qadê divê lê kêleka wan bisekinin û got: “Ez dixwazim hemû jinên kêrhatî xwe bi pêş bixin. Divê jinên Kurd ji bo çand û mîrasa xwe bi cîhanê bidin nasîn xebatên xwe berdewam bikin.”

‘Divê çalakiyên performans û festîvalan neyên sînordarkirin’

Endama Tevgera Hîlal Zêrîn û şanoger Eva Abdî da zanîn ku 2 sal in di xebatên şanoyê de cih digre. Ji ber kêrhatiya wê ya lîstikvaniyê heye beşdarî xebatên şanoyê bûye û wiha got: “Dema min dest bi xebatên şanoyê kir û derketim ser dikê, rastî gelek pirsgirêkan hatim. Destpêkê min şerm dikir. Teredutên min der barê fikrên civakê de yên li ser jinên lîstikvan hebûn. Bi şoreşê re em dikaribûn ji heqê van têgihîştinan derbikevin. Me hemû tiştên ku li pêşiya kêrhatî û azadiyê dibin asteng dît.”

Eva Abdî xwest ku zêdetir eleqe nîşanî şanoyê were dayîn û performansên wan tenê bi çalakî û festîvalan sînordar nemînin û got: “Çiqas performans kêm be, şano wê ewqas temeşevanan winda bike. Di vê mijarê de lîstikvanên şanoyê ji bo kêrhatiyên xwe bi pêş bixin divê dewreyên perwerdeya akademîk hebin.”