Di pêşbirka wênesaziyê ya li Efganistanê de keç biser ketin

Her çiqas sînokirinên li ser perwerda keçan li Efganistanê berdewam dikin jî, pêşbirkek wênesaziyê ku li navçeya Disht Berchi ya Kabîlê hate lidarxistin, nîşan da ku keç hîn jî bi hêvî, jêhatîbûn û motîvasyonê her tim serkeftî ne.

Kabîl – Di 25’ê Nîsanê de li Dişt-e Barchi pêşbirkek ji bo wênesazên ciwan hate lidarxistin û ev bûyer bi merasîmek mezin hate pîrozkirin. Em jî beşdarî vê bernameyê bûn.

Çalakî derdora saet 10:30’an bi xwendina helbestek ji hêla pêşkêşvanê bernameyê ve ku li ser têkoşîna jinên Efgan hatiye nivîsandin dest pê kir. Piştre damezrînerê "Galeriya Çavê Sêyemîn" gotarek pêşkêş kir û dû re yek ji beşdarên ciwan helbestek xwend. Di dawiya bernameyê de, sertîfîkayên spasdariyê ji 30 xwendekarên serketî re hatin dayîn. 28 ji xwendekarên serkeftî, keç bûn.

Xwendekarên piştî ku hatina Talîbanê,ji pola şeşemîn pê ve hatin astengkirin

Hefteya borî, pêşbirkek di navbera wênesazan de hate lidarxistin. 32 kes beşdarî pêşbirkê bûn, lê tenê sê ji wan mêr bûn, hemû beşdarên din jin bûn. 4 kes wekî serketî hatin ragihandin. Xelatên sêyemîn û çaremîniyê ji keçan re çûn. Sedema ku mêran cihên yekem û duyemîn bi dest xistin ev bû ku ew xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Kabîlê bûn. Berovajî vê, keçên ku beşdar bûn xwendekarên ku beşdarî dersên hunerê dibûn bûn û xwendekarên piştî ku Talîban hat desthilatdariyê, ji pola şeşemîn û pê ve ji bo xwendina wan astengî derketibû.

Ji bilî axaftvanan derfeta axaftinê nedan keçikan

Hola ku çalakî lê hate lidarxistin biçûk bû û kiribûn du beş. Li aliyekî kêmtirî 20 mêr û li aliyê din jî zêdetirî 60 jin rûniştibûn. Hemû bi moral, hêvî û enerjiya jiyanê ya bilind tijî bûn. Salon bi saya çepikên wan bi atmosferek bêhempa tijî bû. Tevî serdestiya hejmarî ya jinan a di hemû çalakiyan de, ji bilî axaftvanan derfeta axaftinê ji tu keçikek re nehat dayîn. Ji bo vê yekê tu sedemek rewa nehat pêşkêşkirin. Her wiha van dîmenan nîşan da ku polîtîkayên zordar ên Talîbanê mêrên di civaka Efganî de paşverûtir kirine û ev yek bandor li ser beşên xwendekar û kesên bi perwerde yên civakê jî kiriye.

Di nav keçan de şopa bêhêvîtiyê tunebû

Dema ku mirov diket hundirê salonê, mirov enerjiya zindî û moralê keçan pir baş hîs dikir. Baweriya van keçên Efgan dijwar bû ku di bin zilm û qedexeyan de dijîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Deşt-e Barçî yek ji wan deveran bû ku herî zêde ji girtinên bi hinceta ‘sergirtinê’, di dema operasyonên Fermana Qencî û Qedexekirina Xerabiyê (Emr-i Bil Maruf) de bandor bûbû. Wekî din, raporên medyayê yên li ser destdirêjî,  kuştin û windabûna keçan pir zêde bûn. Lê belê, tevî van hemû şert û mercan, di nav keçan de di vê çalakiyê de şopa bêhêvîtiyê tunebû.

Xwandekara bi navê Alîna Efedelî ya ku di nav beşdaran de sertîfîkaya spasdariyê stendiye, ji  me re axivî. Alîna wiha got: “Me di pêşangehê de zêdetirî pêncî tabloyan nîşan dan û ez dikarim bêjim ku sê ji wan ên min in.”

‘Wênesazî min bi hêz û aram dike’

Bi tiliya xwe yek ji tabloyên xwe nîşan da û wiha domand: "Ev yek ji tabloyên min e, berhemeke hunerî ya klasîk e. Sê ji tabloyên min ji ber şêwaza min û nûjeniya wan, ji bo pêşangehê hatin bijartin.”

Alîna sedema destpêkirina wênesaziyê jî bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku ez di şert û mercên heyî yên li Efganistanê de nikarim perwerdehiya xwe bidomînim, yekane hêvî û xewna min wênesazî ye. Ew tenê tiştê ku ez dikarim bikim û xwe bidimê ye; ez tê de xwe bi ewle hîs dikim. Wênesazî min bi hêz û aram dike. Dema ku hikûmet ket, ez di pola pêncan de bûm. Min heta pola şeşan xwend, paşê neçar mam ku dev ji xewnên xwe berdim û min nekarî berdewam bikim. Piştre min dest bi wênesaziyê kir û ev sê sal û nîv e ez wênesaziyê dikim.”

‘Werin em jêhatiyên ku di bin şert û mercên heyî de di dilê me de veşartî ne, bikar bînin’

Alîna di dawiya gotinên xwe de peyamek ji bo keçên Efgan jî da û wiha got: “Peyama min ji bo keçên Efgan ev e: Ger Xwedê deriyekî bigire, bê guman ew ê sedên din veke. Ji ber vê yekê qet dev jê bernedin. Mirov ne tenê bi perwerdê bipêş dikevin. Ew bi rêya karanîna jêhatiyên xwe jî bipêş dikevin. Hûn dikarin hunerê bikar bînin. Pêşketin bi perwerdê jî mimkun e, lê werin em jêhatiyên ku di bin şert û mercên heyî de di dilê me de veşartî ne, bikar bînin.”

Ev bername nîşan da ku tevî qedexeyên berfireh, keçên Efgan hîn jî dikarin li gorî şiyanên xwe rêyên pêşketina xwe bişopînin. Ji bo gelek ji wan, huner ne tenê rêyek ji bo derbirîna hestên wan e, di heman demê de deriyek ji bo hêvî û berxwedana di rewşên dijwar de ye jî.