Rêwîtiya jinek a di navbera lîstikvanî û derhêneriyê de
Dumyana Samîr Ebdêdi zarokatiya xwe de di navbera şano û sînemayê de dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir, di nîşandana hebûna xwe ya wek lîstikvan û derhênerek de bi serket.
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Dumyana Semîr Ebdê ji Misira Jorîn e û jineke 32 salî ye. Dumyana, bi biryardariyeke berbiçav rêya xwe di cîhana hunerê de vekiriye, sînorkirinên civakî û zehmetiyên ku jin di vî warî de pê re rû bi rû dimînin, red kiriye. Wê nîşan daye ku jêhatîbûn û biryardarî dikarin bandorek girîng bikin.
Ji zarokatiyê ve hewesa wê çêbû
Girêdana Dumyana bi şanoyê re, di zarokatiyê de dest pê kir. Wê bi awayekî xweber li malê lîstikvanî kir. Di sala 2006’an de bi rêya şanoya dêrê gavên xwe yên cidî avêtin, skeçên bi mijarên olî û civakî pêşkêş kirin û heta sala 2017’an di vî warî de berdewam kir.
Piştî ku hevalek wê pêşniyar kir ku tevlî ‘Fekra Foundation’ bibe, xalek girîng di kariyera wê de çêbû. Bi projeya kurtefîlmên ‘Bianola’ destpê kir. Li wir Dumyana beşdarî atolyeyek lîstikvaniyê bû û çend kurtefîlmên hev-hilberîner kir, di du ji wan de lîstikvanî kir, ku ev yek rê da wê ku ezmûnên cihêreng di pîşesaziya fîlman de bi dest bixe.
Beşdarbûna li atolyeyên hunerî
Ji bo ku jêhatîbûna xwe bêtir pêş bixe, Dumyana di sala 2023’an de beşdarî atolyeyek fîlman a li Îskenderiyeyê bû. Ji bo hefteyekê, wê perwerdehiyek giran li ser bingehên sînematografî û çêkirina fîlman dît. Ew di sala 2024’an de vegeriya da ku bi kurtefîlmek, bi hevkariyek bi hevalekî û sînematografekî re, debuta xwe ya derhêneriyê bike.
Di destpêka sala 2025’an de, Dumyana beşdarî atolyeyek din bû ku fîlma wê bi başî hate pêşwazîkirin, ew bû sedema hilberandina wê. Her wiha beşdarî atolyeyên Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî bû û ji bo fîlmek din derhênerî kir ku ji bo Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Aswanê hatibû plankirin.
Di warê şanoyê de Dumyana Semîr Ebdê piştî ezmûna xwe ya di şanoya dêrê de, di sala 2018’an de tevlî Qesrên Çandî bû. Wê di gelek cihan de li Assiutê,Qesra Çandî ya Assiutê, Ehmed Bahaa El-Dîn, Abnub, Deirout û Manfalout jî di nav de, ji bo beşdarbûna di berhemên şanoyê de cih girt.
Projeya ‘Dest bi Xewna Xwe Bike’
Di sala 2023’yan de, Dumyana xelata lîstikvana duyemîn a herî baş a li ser asta klûba şanoyê wergirt. Ev yek wê bi hêz motîve kir ku derhêneriyê bike. Paşê ew ji bo atolyeyek di çarçoveya projeya ‘Dest bi Xewna Xwe Bike’ de li Qahîreyê hate berbijêrkirin. Li wir wê perwerdehiya derhêneriyê wergirt û lîstikek kurt pêşkêş kir. Lîstikê ku bandor li rahêneran kir û paşê wek beşek ji projeyên hişyariyê li gundan hate bicîhkirin.
Derhêneriya şanoya zarokan dike
Niha, Dumyana ji bo du berhemên şanoyê yên zarokan derhênerî kiriye. Yek ji bo gerê hate hilbijartin lê şert û merc rê li ber wê girtin. Lê ya duyemîn Xelata Taybet a Juriyê ji bo Performansa Herî Baş a Ensembleyê wergirt.
Zehmetiyên hunera şanoyê
Dumyana Semîr Ebdê tevî serkeftinan diyar dike ku rêya derhêneriyê ji ber hin kevneşopiyên civakî ku xebata jinan di şanoyê de nayê qebûlkirin li Misira Jorîn bi taybetî ji bo jinan tijî tengasî ye. Lê di salên dawî de başbûnek berbiçav destnîşan kir, bi zêdebûna hejmareke jinan di çalakiyên şanoyê de. Derhênerî li gorî lîstikvaniyê du qat hewlê dixwaze; ji ber berpirsyariyên wê yên piralî ku rêveberiya pêşandan, sêwirana sehneyê û budçeyê, ji bilî aliyên rêxistinî jî vedihewîne.
Rêwîtiya wê bi gelek astengiyan hatibû dagirtin
Dumyana Ebdê destnîşan dike ku rêwîtiya wê bi gelek astengiyên dijwar hatiye dagirtin û ev agahî dan: “Di destpêkê de, bi dijberiya tund a malbata xwe re rû bi rû mam. Li hember ramana lîstikvaniyê li derveyî sînorên şanoya dêrê. Tenê destûr hebû ku di nav dêrê de performans pêşkêş bikim; li derveyî wê performans bi tundî qedexe bû. Ev bû sedema têkoşînek dirêj ku bi qasî 3 salan dom kir.”
Lê astengiya kûrtir, nakokiya Dumyana ya hundirîn bû. Wê di navbera xwendina xwe ya li Fakulteya Zanistê û rêya kariyera kevneşopî ya hêvîkirî û hewesa wê ya rastîn a ji bo hunerê de, nakokiyek hîs kir. Ji bo demek dirêj, wê nasnameya xwe, tiştê ku wê bi rastî ji jiyanê dixwest û gelo ev rêya ku divê ew bigire bû, pirsî.
Bi astengiyên civakî re rûbirû ma
Astengî ne tenê bi malbat an nakokiyên navxweyî yên Dumayana ve sînordar bûn; ew gihîştin hin kesên li derveyî malbata wê ku ji ketina wê ya nav hunerê matmayî bûn û wê neasayî dîtin. Hin hevalên wê jî şîret li wê kirin ku li ser karê xwe yê sereke bimîne û vê rêyê neşopîne.
Şanoya zarokan ji bo wê asoyek nû vekir
Di derbarê armancên wê yên pêşerojê de, Dumyana Ebdê destnîşan dike ku xewna wê ya beşdarbûna Enstîtuya Bilind a Hunerên Dramatîk ji ber şert û mercên malbatê têk çûye. Dumyana wiha got: “Lê balkişandina min a niha li ser şanoya zarokan, ji bo min asoyek nû vekiriye, ango bikaranîna şanoyê wek cureyek terapiya hunerî.”
Şano ji bo jinan dikare bibe amûrek bibandor
Dumyana Semîr Ebdê bawer dike ku şano dikare bibe amûrek bi bandor ji bo piştgiriya psîkolojîk a zarokan, bi taybetî yên ku ji şerm an tenêtiyê dikşînin. Ji ber ku ew cîhek dide wan ku xwe îfade bikin, baweriyê ava bikin û ragihînin. Dumyana piştrast dike ku ev xewn herî nêzîkî dilê wê bûye û ew hewl dide ku di serdema pêş de bigihîje wê.