Qeyda dengê Rahşan Demîrel cara yekem hat weşandin
Di beşa 38’an belgesela ‘Ji Qirkirinê ber bi jiyana azad ve-Vejîna Kurd’ pêvajoya serhildanên di salên 90’an de girt dest, cara yekem qeyda deng a Rahşan Demîrel a der barê çalakiya Newroza 1992’an de hat weşandin.
Navenda Nûçeyan – Beşa 38’an belgesela ‘Ji Qirkirinê ber bi jiyana azad ve-Vejîna Kurd’ ku di Stêrk Tv û Medya Haber de tê weşandin, şahidî û dîmenên arşîvê yên pêvajoya serhildanên salên 1990’an girt dest. Di vê beşê de, qeyda dengê Rahşan Demîrel a der barê çalakiya Newroza 21’ê Adara 1992’an de cara yekem hat weşandin.
Nirxandin û şahidî
Di belgeselê de, bi kovarên Serxwebûn, Azadiya Gel û Rewşen, kadroyên di Newroz û serhildanan de jiyana xwe ji dest dane cih girt, cara yekem dîmenên aydî gerîla û civînên gel ên demê hatin parvekirin. Di belgesela ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girtin de, şahidiyên navên weke Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, endamê Akademiya Zanistên Sosyal a Abdullah Ocalan Mustafa Karasu, Fermandarê Giştî yê HPG’ê Murat Karayilan, kadroyên PKK’ê Besê Erzîncan, Fatma Adir, Ferîde Alkan, Rotînda Engîn, Mustafa Cizîrî, Amed Malazgirt, Nurettîn Demîrtaş, rojnamevan Celal Başlangiç û siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle û Akin Bîrdal cih girtin.
Qeyda Rahşan Demîrel
Di belgeselê de, qeyda dengê Rahşan Demîrel der barê çalakiya Newrozê de cara yekem hat weşandin. Rahşan Demîrel di qeydê de wiha dibêje:
“Hevalno em bibin yek. Hûn ê bibêjin vê keçê çima xwe şewitand, ‘çima li metropolên Tirk xwe şewitand. Ez dikarim vê ji were bibêjim: Bila dijmin bizanibe ku li bajarên wan, Kurd dikarin serhildan û berxwedanê bikin. Min fêm kir ku ger mirovek bixwaze gelek karan bike, ew cih dê weke çiya lê were. Ez jî madem li çiyayan nakin, wê demê ezê karê ku bikarin bikim wê bikim. Ji ber vê bendewariya me ji gelê Îzmîrê heye. Bi vî awayî min bawer kiriye. Ji bo gelê xwe ez ê xwe bikim Newroz. Bijî Serhildana 21’ê Adarê û Newroza azdiyê. Bila ji can Newroza gelê bindest pîroz be.”
Piştî qeyda deng, çalakiya Rahşan Demîrel, ji aliyê kadroyên PKK’ê Sozdar Avesta û Rengîn Botan ve hat nirxandin.
Weşana belgeselê didome
Rahşan Demîrel di 21’ê Adara Newroza 1992’an de li Kadîfekaleyê çalakî li dar xist, di dîroka serhildana gelê Kurd û Newrozê de weke sembol tê bibîranîn. Der barê Rahşen Demîrel de gelek helbest û stran hatine nivîsandin. Berhama bi navê ‘Rahşan’ a Koma Agirê Jiyan, di vê çarçoveyê de cih digre. Belgesela rêzefîlma ku dîroka têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan digre dest, di Stêrk Tv de roja Çarşemê, di Medya Haber de jî roja Înê tê weşandin.