Amîra Ghanem: Têkiliya nifşên ciwan bi sembolên dîrokî re qels bûye

Nivîskara Tûnisê Amira Ghanem diyar kir ku serhildan ne tenê di wêjeya jinan de, di wêjeya nûjen de jî heye, nivîsên wan divê bi awayekî ku ji zayenperestî û cihêkariyê dûr bin werin nivîsandin.

ZOHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis- Nivîskara Tûnisê Amîra Ghanem di sala 2019’an de xelata Romana Erebî ya ‘Booker’ û di sala 2004’an de jî bi romana xwe ya bi navê ‘Nazlat Dar Al-Akabir’ Xelata Wêjeyê ya Erebî girt. Wergera Fransî ya vê romanê ji bo kategoriya Romana Biyanî ya Xelatên Wêjeyê ya Mêdicis Fransî ku her sal di meha Mijdarê de tê lidarxistin ket nava lîsteya kurt. 

Amîra Ghanem nivîskar û akademîsyena pispor e li Fakulteya Zanistên Civakî û Wêjeyê ya li Sousse ya Tûnisê di warê ziman de pispor bûye, hewl dide rastî û xeyalan bigihîjîne hev û bi riya karakterên cuda dîroka Tûnisê bîne ziman. Di berhemên wê de karakterên mîna Wasîla Bin Ammar ku di dîroka modern a Tûnisê de xwedî cihekê ye, cih digre. Amîra Ghanem der barê pirtûkên xwe û xebatên xwe yên di warê wêjeyê de ji ajansa me re axivî.

‘Serkeftin cesaretê da min’

Amîra Ghanem der barê pirtûka xwe ya destpêkê weşandî de wiha got: “Ez destpêkê nifikirîm ku romanên min bê weşandin. Bêtirî xwe lêhûrbûna min li ser xebatên akademîk û lêkolînan bû lê di havîna sala 2015’an de min bi gelê Tûnisê re îşaretên cuda ku heya wê demê me nedîtibû ferq kir. Vê yekê li hemberî asta veguherîner a gel, bi min re meraqê çêkir û pirsgirêkên ku ez nikarim bibersivînim derketin holê. Ev guhertinên ku piştî şoreşê li Tûnisê hatin jiyîn di hişê min de şoreşeke hundirîn da destpêkirin. Bi taybetî pirsa ‘Em kî ne?’ û pirsên din jî min xwest bi riya romana xwe bihûnim. Min ji guherînên civakê xwe biyanî hîs kir û ji xwe pirsî, "Gelo bi rastî ev mirov Tûnisî ne? Bêyî ku haya min jê hebe, min civaka Tûnisî ya wê serdemê bi karekterek şîzofrenîk û gêjbûyî vegot. Karakterê sereke yê romanê wênesaz e lê nayê zanîn nexweşiya derûnî ye, jiyana xwe ya rojane dijî û bêhiş ber bi dawiya xwe ve dimeşe. Min di destpêkê de ev roman bi dilxwazî ​​nivîsî û li ser kompîtura xwe hişt, qet nedifikirîm ku dê were çapkirin. Lê rojekê, li ser facebookê, min bêhemdî reklamek ji bo serîlêdanên ji bo Xelata Wêjeyî ya Hemed El-Şerqî li Fuceirah dît. Bê eleqe, pênc sal piştî ku min ew nivîsand, min serlêdan kir û xelatê girt. Di vê heyamê de min dest bi nivîsandina romana xwe ya nû ya bi navê “Nazlat Dar El-Ekabîr” kir û vê serkeftinê cesaret da min, ez romana xwe ya duyemîn çap bikim.”

Di edebiyata biyanî de girîngiya Xelata "Médicis"

Amîra Ghanem  da zanîn ku romana wê bi zimanê Fransî û Îtalî hatiye wergerandin û wiha got: “Xelata "Médicis" ku di warê edebiyata biyanî de tê dayîn, xelateke gelek girîng e. Hebûna di lîsteyê de ji bo min û edebiyata Tûnisê rûmeteke mezin e. Romana min bi zimanê Fransî û Îtalî hatiye wergerandin û ketiye lîsteya kurt û niha em bi nivîskarên ji zimanên din ên cîhanê re di pêşbaziyek dijwar de ne. Ez hêvî dikim ku em dikarin bêtir biçin. Nivîskar xwediyên ramaneke biçûk in û karakter bi xwe riya xwe dibînin û bi vî awayî roman digihîje destên xwendevanan. Min dest bi nivîsandina romana "Nazlat Dar El-Ekabîr" kir, di demeke ku li Tûnisê bangên ji bo rakirina Qanûna Rewşa Kesane bilind dibûn de. Weke jinên Tûnisî min jî ev serdem bi hêrs û tirsek mezin jiya. Wê demê min di rojnameyeke Erebî de li ser projeya wekheviya mîrasê ku rehmetî Becî Caîd Essebsî pêşkêşî parlamentoyê kiribû û li ser kaxezê mabû, gotar dinivîsand. Dema ku li ser vê mijarê dixebitîm, ramanên Tahir Heddad ên resen bi pirtûka wî ya bi navê “Jinên me di şerîet û civakê de” ku wekheviya zayendî di mîrasê de diparêze û edalet û azadiyê bi pêş dixe, hat bîra min. Ji ber ku roman li ser bûyerên salên 1930’yan radiwestiya, xwezayî bû ku li ser nakokiyên civakî yên Tûnisê di wê demê de jiyabû, raweste. Di romanê de mijarên weke nakokiyên çînayetî, nijadperestî û koletiya jinan dihatin destgirtin.”

Amira Ghanem di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tê fikirîn ku nivîskarên jin zêde bi nivîsandina dîrokê re eleqedar nabin. Çima min ji romanên hestiyarî yan li ser bingeha pirsgirêkên jinan, nivîsandina berhemên dîrokî hilbijart? Projeya min a wêjeyî ew e ku nifşên paşerojê bi nîqaşkirina dîroka Tûnisê bi zimanekî xeyalî, bi van kesayetên dîrokî re têkiliyek bihêztir saz bikim. Ev projeya ku bi "Nazlat Dar El-Ekabîr" dest pê kir û bi "Terab Sakun" berdewam kir, wê di pêşerojê de jî bi romaneke ku yek ji kesayetên sereke yên siyasî yên Tûnisê Habîb Bourguiba cih digre bidome. Têkiliya nifşên ciwan bi sembolên dîrokî re li gorî nifşên berê qels bûye. Ev nifş nizane Qanûna Rewşa Kesane ya ku wekheviya jin û mêr xurt kir û bi qedexekirina hevberdanê ji şerîetê re pirzewaciyê ji holê rakir, çawa hat xurtkirin. Roman bi vejandina dîrokê û bibîranîna sembolên ku ji belgeyan hatine, girîng e bigihîje gelek xwendevanan.”

Wêjeya jinan û nêzikatiya zayendî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê

Amîra Ghanem bal kişand ser piştevaniya bi nivîskarên jin re û wiha got: “Di heman demê de ez ramana piştgirîkirina berhemên ku ji hêla jinan ve hatine nivîsandin napejirînim ji ber ku ew perspektîfek mêranî hildigrin. Nivîskarek ji bo pêşvebirina berhema xwe ne hewceyî piştgiriya saziyek e. Kalîteya berhemê û têkiliya wê ya bi pirsgirêkên civakî re tîne ber destên xwendevan. Dayîna Xelata Nobelê ya nivîskareke jin nîşan dide ku nêrînên li ser lawazkirina wêjeya jinan pûç in. Serhildan ne tenê di wêjeya jinan de, di wêjeya nûjen de jî heye. Daxwaza şikandina qalibên sazkirî yên di civakê de, bi daxwaza romanê ya ku bi hûrguliyên asayî yên jiyana rojane re rûbirûbûna qelsiya mirovî nîşan bide derket holê. Ez bawer nakim ku ev serhildan bi zayendî ve girêdayî be.”

Ramanên li ser têgeha wêjeya jinan

Amira Ghanem got ku gotina "wêjeya jinan" a li ser wêjeya ku ji aliyê jinan ve hatiye nivîsandin ji aliyê gelek nivîskarên jin ve nayê qebûlkirin û got: “Ez jî bi vê gotinê re li hev nakim; ez cudahiyek edebî ya li ser bingeha zayendî qanî nabînim. Divê berhemeke edebî ya serkeftî bêyî ku ji aliyê kîjan zayendê ve hatiye nivîsandin divê were nirxandin. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo jinan ji bo edaleta civakî girîngiya perwerdeyê heye. Perwerdeya wekheviya zayendî mifteya şikandina rolên zayendî û misogerkirina tevlibûna xurt a jinan di civakê de ye. Divê em ji mînakên pirtûkên dibistanê yên ku jinên li metbexê yan jî mêrên rojnameyê dixwînin nîşan bidin dûr bikevin. Li Tûnisê qanûnên cuda yên parastina mafên jinan hene lê em dibînin ku di pratîkê de rastî hinek zehmetiyan tên.”