9’emîn Mîhrîcana Şehît Bêrîtan li Mexmûrê dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehît Bêrîtan bi coş û kelacenek mezin dest pê kir. Mîhrîcan bi vekirina pêşengeha wêne û berhemên dest ên kurdewarî destpêkir.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehît Rustem Cûdî (Mexmûr) 9’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan bi dirûşmeya ‘Li hemberî modernîteya kapîtalîst a ku bi aqilê mêr ava bûye, bi aqilê jinê, bi dil û rêbazê wê têkoşînkirin bingeha avakirina serdema jina azad e’ dest pê kir.

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan a bi navê şoreşger û pêşenga artêşbûna jinên Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) a di sala 1992’an de li dijî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê bedena xwe ji zinaran avêt ji 2005’an vir ve her du salan carek di bin pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Kevana Zêrîn de tê lidarxistin. Mîhrîcana ku îsal bi vekirina pêşangehê hat destpêkirin, wê du rojan bidome.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşangeha berhemên dest ên kurdewarî, temaşekirina sînevîzyona têkildarî jiyan û têkoşîna şoreşger Bêrîtan Hêvî û di roja duyemîn de jî pêşandana xwarinên gelêrî û şahiyekî girseyî bê li dar xistin.

Mîhrîcan di saet 09:00’an de li Parka 4’ê Nîsanê bi vekirina pêşangehê destpê kir. Beriya axaftina vekirinê di şexsê şoreşger Bêrîtan Hêvî de ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî girîngî û wateya rojê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Kilinç axivî.

‘Şehîd Bêrîtan li dijî xeta îxanetê têkoşiya û bersîva herî xurt da’

Qîmet Kilinç, di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gel kir û wiha axivî: “Ez destpêkê di kesayeta Şehîd Bêrîtan de tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bibîrtînim. Em 9’emîn Mîhrîcana xwe diyarî mimarê azadiyê Rêber Apo û tevahî şehîdan dikin. Piştî 43 mehan bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û jinan bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Emê bi mezinkirina têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Şehîd Bêrîtan bi têkoşîna xwe pêşengiya vê rojê kir. Em wek jin hertim şopdara xeta rêheval Bêrîtan in. Şehîd Bêrîtan li dijî xeta îxanetê têkoşiya û bersîva herî xurt da. Em bi saya têkoşîna jinên pêşeng ên wekî şehîd Bêrîtan, Sara, Zîlan, Rûkanan gihiştin vê rojê. Em şehîd Bêrîtan di 32’emîn salvegera şahadeta wê de bibîrtînin.”

Paşê şêniyên wargehê berê xwe dan pêşangehê. Mîhrîcanê bi pêşengeha berhemên hunerî yên Atolyeya Şehîd Delîla, berhemên dest ên Atolyayê Şehîd Avyan Bûldan, cil û bergên kurdewarî dest pê kir. Park, bi wêne û tabloyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiya Kurdistanê, jinên şoreşger, cil û bergên netewî û berhemên çandî hat xemilandin. Di nava pêşengehê de dayikên wargehê dengbêjî gotin û nan çêkirin.

Wê pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne. Her wiha xaniyên kevin îro di seatên şev ji bo bicihanîna wesiyeta şoreşger Bêrîtan wê helaw bê çêkirin û belavkirin, sînevîzyona têkildarî jiyan û kesayeta şoreşger Bêrîtan hatiye amedekirin, bê temaşekirin.