Jinên ciwan bi lêdana defê xewnên xwe pêk tînin

Jinên ciwan di navenda orkestrayê de fêrî lêdana defê dibin û xewnên xwe pêk tînin. Mamosteya defê Cîhan Şanbaz û şagirta wê Fîdan Bîlal dibêjin ku hewl didin bi lêdana defê hunera Kurdî biparêzin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Piştî Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser gelek navend û sazî  vekirin ji bo ku jin xewnên xwe pêk bînin yan jî kar bikin. Def jî beşek ji beşên orkestrayê ye, girêdayî Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ye. Di beşa defê de gelek jinên ciwan xewnên xwe pêk tînin û hunera Kurdî diparêzin, fêrî lêdana defê dibin.  Cîhan Şanbaz û şagirta wê Fîdan Bîlal li ser beşa defê ji ajansa me re axivîn.

Mamosteya defê Cîhan Şanbaz behsa destpêka vekirina beşa defê û armanca wan bi vê yekê kir û got: "Ev nêzî 4 salan e navenda orkestrayê hatiya vekirin û beşa defê jî bi vekirina navendê re hat avakirin. Navenda orkestrayê cara yekem bi piştgiriya Desteya Çandê li Rojava hat vekirin. Armanca me bi fêrkirina amûrên çanda Kurdî, bi taybet defê ew e ku em çanda Kurd nûjen bihêlin û hunera xwe biparêzin. Di destpêkê de hinek zekmetî hebûn ji aliyê amûrên muzîkê ve amûr kêm bûn, carna em hewceyî amûrek dibûn amûr bi xwe peyda nedibû lê bi alîkariya Desteya Çandê her tişt hêsan bû."

’42 şagirt fêrî lêdana defê dibin’

Cîjan Şanbaz diyar kir ku 42 şagirtên wan hene û wiha berdewam kir: "Dema ku dibe havîn şagirt pir zêde dibin ji ber ku di wê demê de dibistan girtî ne hejmara şagirtan zêde dibe û dema dibe zivistan hejmar kêm dibin ji ber ku dibistan tên vekirin. Di dema niha de 42 şagirt fêrî lêdana defê dibin. Di hefteyê de 2 roj perwerde heye ji demjimêrek heta 2 demjimêran e."

Cîhan Şanbaz xwest di pêşerojê de beşa defê berfirehtir bikin û bang li hemû jinan kir ku fêrî amûrên muzîkê bibin û wiha bi dawî kir: "Heviyên me ji şagirtên me zêde ye. Em dixwazin jêhatîbûna şagirtên me li tevahî cîhanê belav bibe û lêdana defê bi rengekî akademîk be. Em weke orkestraya beşa defê, tevli gelek konser û mihrîcanan bûne. Weke mihrîcana zarokan li bajarê Reqayê û gelek mihrîcanên din. Ez dixwazim hemû jinên ciwan werin tevli beşa defê bibin û hunera Kurdî biparêzin.”

‘Def di nava Kurdan de navdar e’

 Fîdan Bîlal behsa jêhatîbûna xwe di lêdana defê de kir û got: "Ev nêzî 2 salan e ez li navenda orkestrayê di beşa defê de dixebitim û fêrî lêdana defê û kemanê dibim. Ji mêj ve min hîs dikir ku jêhatîbûna min di lêdana defê û  kemanê de heye, ez hatim navenda orkestrayê min xwe fêrî kemanê kir, min dît ku perwerdeyên defê jî hene û ez fêrî lêdana defê jî bûm. Bi piştgiriya malbat û hevalên xwe ez bêhtir ketim tevgerê û min xwest zûtir fêrî lêdana defê bibim. Zehmetiyên ku dikşînim gelek in. Ez dixwazim di pêşerojê de hînî erbaneyê jî bibim. Çima min xwest bi taybetî li defê bixim ji ber ku def di nava me Kurdan de pir bi nav û deng e ji bo ez wê çandê piparêzim dixwazim fêrî lêdana defê bibim. Gelek jinên ciwan ên di temenê me de dixwazin fêrî lêdana defê bibin. Ji ber ku lêdana defê tiştekî pir xweş e û çanda gelê Kurd e."