Stêra Zêrîn bi xebatên xwe xwedî li çand û hunera Kurdî derdikeve

Navenda Stêra Zêrîn li wargeha penaberan a Mêxmûrê ji bo zarokên li kampê bi çanda xwe ya Kurdî mezin bibin û ruxmê hemû bê derfetiyan jî perwerdeyên xwe didomînin û xwedî li çanda xwe derdikevin.

ASYA DENÎZ

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Navenda Stêra Zêrîn bi salan e di aliyê çand û hunera Kurdî de kar û xebatan dimeşîne. Navenda Stêra Zêrîn her sal werza havînê di dema betlaneya dibistanan de dewreyên perwerdeyê yên enstrûman, şano û stranan dide.

Navendê îsal jî di meha Hezîranê de dewreyeke perwerdeyê ya li ser navê Şehîd Şoreş Arjîn ku bi tevlîbûna hejmarek zedê ya xwendevanan dabûn destpêkirin û 3 mehan domiya bi şahiyekê bi dawî bû.  

Berdevka Navenda Stêra Zêrîn Çîgdem Uren, li ser perwerde û xebatên Stêra Zêrîn a çand û hunerê ji ajansa me re axivî.

‘Armanca me ew e ku zarok çand û hunera xwe nas bikin û bi pêş bixin’

Çîgdem Uren di destpêka axaftina xwe de li ser dewreya enstrûmanan a ku di werza havînê de tê dayîn axivî û wiha got: “Wek navenda çand û hunera jin a Stêra Zêrîn me dewreyeke perwerdeya enstrûmanan di meha Hezîranê de dabû destpêkirin û bi vê perwerdeyê wek beşa yekemîn bingehê fêrbûna enstrûmanan hat dayîn. Perwerdeyên me dê bidomin lê ji bo destpêkê bingehek bê avakirin me li navenda Stêra Zêrîn dewreyek wisa da destpêkirin û qedand. Her dem armanca me ew e ku zarok çand û hunera xwe nas bikin, bi pêş bixin û di jiyana xwe ya Kurdewarî de bikar bînin.”

Armanc mayîndekirina çand û hunera Kurdî ye

Çîgdem Uren li ser bikaranîna enstrûmanan diyar kir ku armanc ne tenê fêrbûna enstrumanek e û axaftina xwe wiha domand: “Armanca me ya yekemîn ne ew e ku zarok tenê fêrî gîtar, tembûr an jî amûreke rîtmê bibin û li malê nemînin. Armanca me ew e ku di jiyana Kurdîtiyê de di aliyê çand û hunerî de wê enstrumanan çawa bikar bînin û xwe nas bikin. Ji ber ku yên çanda xwe nas nekin dîroka xwe, yên dîroka xwe nas nekin xwe jî nas nakin. Li ser vê bingehê em di aliyê bîrdozî de jî perwerdeyên xwe didomînin.”

‘Em vê dewreyê diyarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin’

Çîgdem Urên diyar kir ku ev 4 sal in perwerde tên dayîn û îsal jî hejmareke zêde tevlî perwerdeyê bûne. Çîgdem bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Xwendevanan bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe qedandin. Ruxmê germahiya havînê û hemû bêderfetiyan bi coşeke mezin tevlî bûn. Bi heman awayê mamosteyan jî ji daxwaza xwendevanan hêz girtin û perwerde dan. Piştgiriya malbatan û şêniyên me yên wargehê ji bo vê perwedeyê pir baş bû. Armanca me yek jî ew e ku em bersivê bidin banga Rêber Apo ya dibêje çand û hunera xwe jî bîr nekin û xwedî lê derbikevin. Banga me ji tevahî ciwanan û gelê Kurd ê li Kurdistanê dijîn ew e ku xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Em vê dewreya perwerdeyê diyarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.”