çand û hûner
-
Koma muzîkê ya Kîjan Sine li Helebce konserek dan
Koma muzîkê ya Kîjan Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Helebçe, bi cil û bergên çanda Kurdî serdana Helebceyê kir û konserek pêşkêş kir.
-
‘Hunera Kurd bê jin nabe’
Hunermend Şîno Îbrahîm ku di nav Koma Bawecî ya Koye de ye, balkişand ser girîngiya jinan a di hunerê de û destnîşan kir ku ger jin ji hunera Kurd bê derxistin, ew nabe huner û got ku rola jinan a berbiçav hebe, huner şoreş e.
-
Bi riya hunerê berxwedana jinên Efgan vedibêje
Di nava jiyana tarî ya jinên Efgan de, huner bûye çirûskek hêviyê. Li her quncikek bajarê Kabîlê û bajarên din, jin tevî hemû astengiyan jî bi firçe û boyaxên xwe, cîhaneke ku qîrîna berxwedana wan a bêdeng radigihîne diafirînin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana mîhrîcana fîlman a Nûjiyan
Ji Kolektîfa Kezî Çîdem Roj da zanîn ku bi armanca avakirina yekîtiya di navbera sinemavanan de, xebatên xwe dimeşînin û bang kir ku sînemavan heta 25’ê Gulanê fîlmên xwe ji Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan re bişînin.
-
Dijwariya jiyana jinên Xezayî bi wêneyan nîşan dide
Wênesaz Şahd Taye ya ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji bakur koçî başûr kir, tevî hemû şert û mercên zehmet jî li ser jin û keçên Xezeyê wêneyan xêz dike.
-
Li Ciwanro digel gef û zextan coşa Newrozê
Gelê Ciwanroyê, tevî ku dewleta Îranê ewqas gef li wan xwar û zext da ser wan jî, Newrozê bi coşek mezin pîroz kir. Jinan diyar kirin ku agirê Newrozê dê bi têkoşîn bidome.
-
Heyran Jaro: Evîna Gozelxan û xiyaneta Heyran
Her serpêhatî rewşa welatê me tîne ziman. Welatê ku nehatî azad kirin timî di bin zordarî, zext û xiyanetê de ye. Heyranoka ‘Heyran Jaro’ ya ji dilê Gozelxan diherike jî evîna ku bi qirkirin û xiyanetê re rû bi rû maye bilêv dike.
-
Ji xaliyan ber bi serê pênûsan ve sembolên jinan ên veşartî bi hunerê der dibin
Saba Moîn Afşar a ji bajarê Sineyê yekem kes e ku hunera qewartina pênûsê dike, sembolên xaliyên Kurdî bi hunera nûjen, koka mîrasa jinan a berê diparêze.
-
Bi wêneyên li ser cam hêza jinên Mexribê nîşan dide
Hunermend Doha Mohîb ku bi çêkirina wêneyên li ser cam hêza jinên Mexribê nîşan dide, dibêje; “Dema ku jinek bi hêvî û îsrar tevbigere, dikare jiyana xwe biguherîne û di civakê de şopeke bi hêz bihêle.”
-
Li Mexmûrê amadekariyên 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê amadekariyên 17’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê didomin.
-
Rewşenbîrên Cezayîrî balê dikşînin ser pirsgirêkên jinan
Nivîskar û romannivîsên jin ên Cezayîrî diyar kirin ku tevî beşdariya jinan a ji dramaya Cezayîrê re û girîngiya destnîşankirina pirsgirêkên wan jî, di dayîna mafên jinan de kêm maye.
-
Bi karê xwe yê destan çanda Mexrîbê nûjen dike
Bediya Nebîl a Mexribî piştî malnişîniyê hînî karên destan bûye. Ew selik, kum û xaliyên kevneşopî dixemilîne û di parastina mîrateya herêma xwe de rol dilîze. Bediya dibêje: “Min xwest çanda dê û dapîrên xwe nûjen bikim.”
-
‘Wêje’ jinên pêşeng ên têkoşînê dide nasîn
Lîstika şano ya bi navê ‘Wêje’ ku li Sine derket ser dikê û navên jinên pêşeng ên têkoşînê dide nasîn, rastî eleqeyek mezin a jinan hat.
-
Bi hunerê berxwedana Bendava Tişrînê radigihîne
Hunermend Mizgîn Mehmûd da zanîn ku wan bi xebatên xwe yên hunerî dikaribûn berxwedana Bendava Tişrînê bi şano, wênexêzî, stran û klîpan erkên xwe yên hunerî hinek be jî bi cih bînin.
-
‘Jinerjî Fanzin’ a ku bi hilberîna kolektif a jinan tê amadekirin derket
Hejmara yekem a Jinerjî Fanzin ku jinên ciwan û her jin dê bikaribe xwe îfade bike, bixwîne û binîvîse bi mijara ‘Jin û Têgîn’ hat weşandin.
-
'Jin bi stranan êş û kêfxweşiyên xwe îfade dikin'
Jinên Tûnisî diyar kirin ku jin di dîrokê de ji bo pênasekirina hest û êşên xwe serî li stranan didan û gotin ku di serdemên berê de stran îfadekirina jinan a şahî û êşê bû, heya niha jî ev yek didome.
-
Wêne xêzkirin hêviyê dide jin û zarokên Efganî
Wêneyên ku zarokên keç û jinên ji aliyê Talîban ve ji dibîstanan hatî dûrxistin xêz kirine, di çarçoveya 8’ê Adarê de hat pêşandan. Jinên ku tekane çareya wan li dijî zextan têkoşîn e, hunerê jî weke pencereyek hêviyê dibînin.
-
Filma ‘Mala Zindî’: Girêdana beden bi axê re
Derhêner Îkram Hemdî Mansûr bi fîlma xwe ya "Mala Zindî" ne tenê çîroka avakirina xaniyekê vedibêje. Ew ji bo giyanê her jinekê ku li vê cîhanê li azadiya xwe digere, xaniyekê ava dike û girêdana ax bi ruh re nîşan dide.
-
Bi pênûsa Bêrîvan Matyar stranên dawetan hat berhevkirin
Ji pênûsa jinê pirtûka Stranên Dawetan ku ji Stranên Serê Bûk, Serê Zava û Govendê yên Farqînê, Pasûr û Êlihê, bi berhevkirin û amadekirina Bêrîvan Matyar, ji nava weşanên Weqfa Mezopotamyayê derçû.
-
Cesaret û têkoşîna jinan li ser tabloyên xwe xêz dikin
Jinên Tûnisî yên ku gihîştine temenê yasayî ya malnişînê û berê xwe didin pîşeya wênexêziyê, wiha dibêjin: "Bi riya tabloyên xwe jina Tûnisî, cesaret, sekin û têkoşîna wê îfade dikin."