çand û hûner
-

Ezîme Ezîz berpirsiyariya parastina çandê girtiye ser milên xwe
Parastina çandê ne tenê berpirsyariya saziyên fermî ye, erkê her kesê ye. Ezîme Ezîz yek ji wan jinan e ku bi riya Rêxistina Geşepêdana Çandî, berpirsyariya parastina çandê girtiye ser milên xwe.
-

Rûhiyê Ehmed: Huner îfadekirina hestan û dermanê stresê ye
Rûhiyê Ehmed a di navbera endezyarî û stranbêjiyê de riyek xêz kir, bi rêwîtiyek bêhempa ya serkeftina akademîk bi hezkirina hunerê re dike yek. Rûhiyê Ehmed, tevî helwestên civakî yên li hemberî stranbêjiya jinan stranan dibêje.
-

Roz Omer bi firçeya xwe xeyalên xwe dixemilîne
Ji zarokatiyê ve bêyî hebûna perwerdeyeke fermî bi tenê xebitî û bû xwedî bawernameyan. Niha xwendekara beşa bijîjkiyê û wênesaz Roz Omer amadekariyan dike ku deriyên pêşangeheke taybet ji bo hemû hezkiriyên hunerê veke.
-

Samîra El-Meşcerî: Huner ji bo avakirina aştiyê hêviya me ya dawî ye
Li Adenê jin bi riya hunerên dîtbarî, muzîk û şanoyê, ji bo parastina bîr û avakirina aştiyê, li hemberî kêmbûna çavkaniyan di qada hunerî de, bi ked û hewldan xebatên xwe didomînin.
-

Biryar: Çîroka du xeyal û du biryaran
Her gavek xwendin û westandin dikare bibe çîrokeke serkeftinê û bibe îlhama ku her kes pê serbilind be. Fîlmê xwendekarên Sînema ya Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, bi navê ‘Biryar’, di 10’emîn Festîvala Fîlman a Kurdî de hatiye hilbijartin.
-

Blûzê Oran: Mîrateya çandî ya Cezayîrê û sembola nasnameya jinan
Weke semboleke zindî ya bîra çandî û berxwedanê, blûzê Oran ji kokên xwe yên Endulusî heta atolyeyên nûjen ên terziyê rêwîtiyeke rengîn di nava nifşan de derbas dike. Niha jî bi armanca parastinê ber bi qada navneteweyî û tomara UNESCO’yê ve diçe.
-

Bi xemilandina selikan mîrateyê nûjen dike
Li gorî ezmûna Nuzha Hebîbî, tayên rengîn ên hirî bi pelên xurmeyê re dikevin nav hev û formeke nû didin sebeta kevneşopî. Nuzhaya Mexribî jêhatîbûna xwe veguherandiye projeyekê ku bi destan dixemlîne.
-

Jineke Yemenî cilên kevneşopî ji bo parastina nasnameyê vediguherîne projeyekê
Hena El-Şercabî ya Yemenî ku di sala 2016’an de ji ber şer û koçberiyê mala xwe winda kir, bi riya parastina cil û bergên kevneşopî bû dengê nasnameya çandî ya welatê xwe. Hena, bi derzî û tayê ku bi baldarî hilbijartiye, rengê nû dide hunerê.
-

Li Îranê bazara pirtûkan di bin siya enflasyon û sansurê de ye
Ji ber enflasyonê û astengiyên siyasî, bazara pirtûkan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ketiye nava krîzeke giran. Lê tevî van hemû zehmetiyan jî xwendevan û nivîskar bi berxwedan û rêbazên nû hewl didin çanda xwendinê bidomînin.
-

Kurtefîlma ‘Nameya Dawî’ piştgiriyê dide kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’
Derhênera kurtefîlma ‘Nameya Dawî’ Sîlva El-Ehmed a ji SîneJin da zanîn ku wê bi vê kurtefîlm dest bi derhêneriya kurtefîlman kiriye û ji beşa mekyajê ber bi derhêneriyê dest bi meş û rêwîtiya xwe dike.
-

Dengê berxwedanê ya ji Rojava heta Koysancaqê: Lavîn Elî
Li Navenda Ciwanan a Koysancaqê, bi saya kursên hunerî yên ku bi hevrêziya Ajansa Parastina Zarokan a Kurdistanê têne lidarxistin re, ciwan û zarokên keç ên ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, jêhatiyên xwe bipêş dixin.
-

Ji zextên civakî ber bi projeyeke çandî ve
Jineke 28 salî ya bi navê Dunya Nor El-dîn, tevî hemû zext û şertên dijwar ên li Iraqê, bi perwerde û kedê xewnên xwe pêk anîn û bi projeya ‘Cîhana Pirtûkên Min’ ji bo jinan bû hêviyek.
-

Koma Keçên Kurdistanê li Silêmaniyê konserek da
Koma Keçên Kurdistanê bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, hunermend û beşên cuda yên civakê konserek taybet li dar xist û yekem car hunermendên ji çar aliyên Kuridstanê li ser heman dikê anîn ba hev.
-

Li Şengalê ‘Reqsa Hebûnê’: Bersiveke hunerî ji fermanê re û parastina çanda Êzidî
Bi pêşengiya Çand û Hunera Sitiya Nexşa ya Şengalê ji bo salvegera 12’emîn a fermana li ser Şengalê ‘Reqsa Hebûnê’ û bernameyeke taybet hat lidarxistin. Endamên koma reqsê anîn ziman ku ew xwedî li nasnameya xwe derdikevin.
-

24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yûksel Mutlu di Festîvala Munzurê de axivî û bi gotina “Em komareke demokratîk û hemwelatîbûna wekhev dixwazin”, bang kir ku hemû kes berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
-

Li Qamişloyê Festîvala Genim a salane hat lidarxistin
Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi çandiniya genim navdar e, bi pêşengiya gelek saziyan cara ewil Festîvala Genim hat lidarxistin. Di festîvalê de keda jinan û mijarên parastina çandê derketin pêş.
-

Li hember feraseta mêrsalar berê xwe didin seramîkê
Bi rêya hunera seramîkê, hunermendek êşa jinan wekî zimanek bikar aniye da ku êşa wan îfade bike û di berhemên xwe de nîşan dide. Ew bi rengekî pesîmîst li jiyanê nanhêre û hêviyê dide jinan.
-

Medya Qendîl: Dê sînema bibe amûra dîrok û têkoşîna jinan
Di Konferansa Sînemaya Rojavayê Kurdistanê de ku nîvê beşdarên wê jin bûn, rola jinan di çêkirin û rêvebirina fîlman de hat gotûbêjkirin. Yek ji girîngtirîn encamên konferansê avakirina Yekîtiya Sînemagerên Rojava bû.
-

Rengê mîrateyê: Hunera hineyê di nasnameya jinên Cezayîrî de
Hine li Cezayîrê ne tenê xemlek e; ew zimanekî dîtbarî ye ku dîrok, çand û rabirdûyê bi modernîteya îro ve girêdide. Ji Zellîceya rojavayî heta nexşên çolê, hunermendên ciwan vê kevneşopiya kevnar bikar tînin û diparêzin.
-

Li dijî biryarên Talîbanê berteka hunerî
Li dijî zextên Talîbanê, bertekên jinan berdewam dikin. Hunermend Leyla Ehmedî piştî girtina jinan a li Heratê, bi alîkariya dayîka xwe di şevekê de li ser dîwarê hikûmetê peyamek xêz kir.