Yekem rahênera avjeniyê: Çav li beşdarbûna olîmpiyatên derveyî Sûriyeyê ye

Yekem rahênera avjeniyê ya jinan Rohêl Seîd a ku ev du sal in xewna xwe pêk tîne û jinan fêrî avjeniyê dike, got ji ber nebûna hewzên avjeniyê yên taybet, jin nikarin vê wezîşê azad bikin û banga desteka ji bo beşdarbûna li olîmpiyatan kir.

SORGUL ŞÊXO

Amûdê – Li Rojavayê Kurdistanê nebûna hewzên avjeniyê yên cuda an jî yên tenê ji bo jinan, pirsgirêkek hevpar e. Gelek jinên Rojavayê Kurdistanê û li her bajarên wê, jinên ku dixwazin avjeniyê bikin, neçar dimînin ku di nepeniya tevahî de avjeniyê an jî werzîşê bikin.

Jin hewl didin bi alternatîfên heyî û çareseriyên berdest xwe fêr bikin

Ev, dibe sedem ku guherîna hişmendiya civakî û vekirina rê ya li ber keç û jinan, bi derengî bikeve. Heta niha civakê werzîşa avjeniyê an jî cûreyek din bo jinan asteng kiribe, sedema wê, nebûna derfetan e ku heta niha hikûmet an jî rêveberiya heyî destekek baş nedaye û derfet pêşkêş nekirine. Lê jin hewl didin bi alternatîfên heyî û çareseriyên berdest xwe fêr bikin. Mînak; gelek hewzên avjeniyê yên giştî, otêl, an salonên werzîşê roj an demjimêrên taybet yên hefteyê ji bo jinan pêşkêş dikin. Li van deran, ji bo mîsogerkirina nepenîtiyê daketina mêran bi temamî qedexe ye.

Yekem rahênera jin a li Rojavayê Kurdistanê

Li Rojavayê Kurdistanê jî gelek jin dixwazin vê werzîşê bikin, lê mixabin destekê ji sazî û rêxistinên jinan û yên giştî jî nabînin. Her wiha derfetên wan yên ferdî jî têr nakin ku bi xwe projeyên wiha vekin da ku ji jinên din re bibin destek.

Rohêl Seîd a ku ji 10 saliya xwe ve li ber destê rahênerekî mêr perwerdeya avjeniyê didît, ev du sal in li bajarê Amûdê ya Rojavayî Kurdistanê rahêner e, jin û zarokan fêrî avjeniyê dike. Bi vî awayî, Rohêl dibe yekem rahênera avjeniyê ya jin a li Rojavayê Kurdistanê. Lê mixabin jinên ku tên perwerdeya avjeniyê dibînin, ji ber tirsa ji civakê û rexneyan û zexta wan a ku wê bihêle vê werzîşê terk bikin, nexwestin nêrînên xwe bidin.

‘Min xwest ya ku rêya vê werzîşê ji bo jinan vedike ez bim’

Rohêl ji ajansa me re qala rêwîtiya xwe kir. Rohêl got ku ew yekem rahênera avjeniyê ya jinan e lê  tenê jinan fêrî avjeniyê nake û wiha dewam kir: “Bi temenek biçûk ango di 2017’an de min dest bi melevaniyê kir. Xewnek min bû ku rojekê bibim rahênerek avjeniyê, piştî ewqas hezkirina min ya zaroktiyê bo melevaniyê. Li vir rahênerên jinan tune ne. Min xwest ku yekem destpêşxeriyê dest pê bike û ya ku rê ji bo vê werzîşê bo jinan veke, ez bim. Ev du sal in ez xewna xwe dikim rastî, pêk tînim û jinan fêrî avjeniyê dikim. Ev 10 sal in ez û avê bûne hevalên hev yên herî nêz û di nav avê de û pê re dijîm. Ji lewra sala borî min jin perwerde dikirin, îsal jî jin û zarokan.”

Jin û avjenî hezkirin, xewn û astengî

Rohêl da zanîn ku jin û zarok bi coş tên hewza avjeniyê û daxwazên wan a fêrbûna vê werzîşê pir zêde ye. Rohêl, hinek tengasiyên ku jin di beşdariya li vê werzîşê de dijîn wiha vegot: “Zehmetiyên ku ez bi jinan re dibînim, tenê tirsa ji avê ye û hejmara wan li gorî rewş û berpirsyariyên wan yên malê, urf û adetên civakî, zexta hevjîn û xwedîkirina zarokan, diguhere. Ji ber ku demê jinan ne wekî yê ciwanan e ku kengî bixwazin dikarin werin. Di demijmêrên xwe yên valatiyê de hewl didin werin vê werzîşê fêr bibin.”

Ji bo çavê civak û mêran fêrî dîtina avjeniya jinan bike

Rohêl qala têkoşîna xwe ya ji bo jinan li beramberî civaka rojavayî ya zayendperestî dayî raber kirin kir. Rohêl ragihand ku desteka herî zêde ji dayîka wê hatiye û wiha domand: “Min xwest jinan bighînim asta ku mêr gihiştinê. Li hember mêran min gelek têkoşîn kir, çimkî heta destwerdana cilên ku wê jin di nav hewza avê de li xwe bike, dikirin û şerm didîtin ku jin di nav avê de tevgeran bike, an jî wê çawa mêrek an jî jinek bedena jinan binhêre. Tenê bi bedena jinên xwe difikirîn bêyî ku girîngiyê bide pişketina wê. Ji ber ji azadiya jinên xwe û naskirina hêza wan ditirsiyan. Lê bi xwe avjenî ji bo tenduristiya wan û hevjînên wan jî baş e. Hêj ji sedî 80 mêr û beşek ji jinan jî bi werzîşa avjeniya ku jinan destpê kiriye, ne qanih in. Ez hewl didim ku civak avjeniya jinan jî wekî her werzîşekê bibînin û ji xwe re nekin pirsgirêk, henekpê kirin û biçûk xistin.”

‘Ji bo xatirê jinan hewz bi temamî tê valakirin’

Rohêl da xuya kirin ku li gorî pêşketinên ku îro herêm û cîhan dijî, diviya hejmara jinên werzîşa avjeniyê bikin zêdetir bûya û sedemên kêmbûna hejmara jinan wiha vegot: “Ji ber min ji bo jinan dest bi vî karî kiriye, divê ku hejmara xwe zêdetir bikin. Gelek jin dixwazin werin lê nikarin, ji ber ku piştgiriya hevjînê xwe nagirin. Tevî ku di wan demjimêrên ji bo jinan tên veqetandin, qedexe ye ku mêr derbasî hewzan bibin, tenê ji bo ku jin rihet tetbîqatên avjeniyê bistînin. Ji bo xatirê jinan, hewza avjeniyê bi temamî tê valakirin.”

Ji Gerînendetiya Werzîş û Ciwanan daxwaza destekê

Rohêl a ku bi salan e rahêneriyê dike, dibêje ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê heta niha ti hewzek avjeniyê ya taybet ji bo jinan tune ye û daxwazên xwe wiha tîne ziman: “Mînak; di heftiyê de rojek heta rojan, an jî çend demijmêran ji bo jinan vediqetînin. Lê hin hewz hene qet ji bo jinan tiştekî venaqetînin. Me jî xwest ku jin wekî mêr û zarokan jî fêrî vê werzîşê bibe û pêşketinek çêbibe di civaka me de, ji lewra me ji bo wê rojek veqetandiye. Em daxwaz ji Gerînendetiya Werzîş û Ciwanan dikin ku hewzek avjeniyê ya taybet bi jinan çêkin, hemû kadroyên wê ji rahênera heta rêveberiyan jî jin bin. Pêkanîna vê gavê, ewê xizmeta hemû jinan bike.”

Sûdên tenduristiyê yên avjeniyê

Rohêl sûdên vê werzîşê yên ji bo tendrustiya mirovan wiha rêz kir: “Avjenî zêdetir derûniya mirov baş dike û bi giştî sûdê dide bedena jin, zarok û heta mêran. Damarên mirovan xurt dikin, masûlkeyên dil bihêz dibin, bi avjeniya demdirêj mirov ji pîrbûna zû diparêze, pişikê jî mezin dike û avjenî baştirîn werzîş ji bo nexweşên astimê ye. Ji ber bi saya jîngeha xwe ya şil, rê li ber zuwabûna rêyên hewayî digre û alîkariya baştirkirina fonksiyona pişikê û kêmkirina pirbûna krîzan dike. Gelek bijîşkên hestiyan ji bo dermankirina nexweşên çong, pişt û piyan, berê wan dide werzîşa avjeniyê.”

‘Di avjeniya jinan de şiyanên pir baş dibînim’

Rohêl got ku: “Bi nêrîna min hemû kar û werzîşên mêr dikin jin jî dikarin bikin û divê ku bikin, ji ber şiyan û qabiliyetên mêran û jinan ne wek hev in. Ez wek rahênerekê, di jinan de şiyanên pir baş dibînim ku mêr jî nikarin wan bi dest bixin.”

Dil dixwaze zarok û jin beşdarî olîmpiyatên avjeniyê bibin

Rohêl bal kişand ser siberoja zarok û jinan û ji bo ku winda nebe û serkeftinên pir mezin garantî bikin, bi van gotinan alîkarî xwest: “Divê olîmpiyatên biçûk li ser asta Cizîrê çêbibe û em bikaribin siberoja van zarokên bi mehan perwerde dibînin garantî bikin, da ku piştre bikaribin li ser asta Sûriyeyê jî bilîzin, wekî her sporeke din. Ji bo jinan jî heman tiştî difikirim lê gelek jin vê napejirînin, dibe heta 5 jinan vê bipejirînin lê ne tekez e. Niha bi zehmetiyên gelek mezin ji bo xwe tenê, tên ku fêr bibin, yan ku beşdarî olîmpiyadan bibin zehmet e. Çimkî mêr û hişmendiya baviksalarî di navberê de heye. Lê gelek zarok hene heyf e ku zîrekbûna wan vala biçe. Divê ku bibin rahêner û herî kêm di olîmpiyatan de bilîzin. Alîkariyên pêwîst yên kirîna cilan û veqetandina hewzên avjeniyê jî bo zarokan heye.”

Çav li beşdarbûna olîmpiyatên derveyî Sûriyeyê ye

Rohêl a ku di 2019’an de beşdarî olîmpiyadekê li Paytexta Sûriyeyê Şamê bû, asta çaran girt û di dawî de xewn û xeyalên xwe wiha parve kir: “Cara yekem bû ku beşdarî olîmpiyatan bûm. Lê şerê heyî û piştgiriya kêm, hişt ku em di cihê xwe de rawestin. Lê îro piştgirî ji bo van zarokan pêwîst in. Dixwazim ku bi xwe careke din dest bi lîstin û beşdarbûna olîmpiyatan bibim, ne tenê li ser asta Sûriyeyê, li derveyî wê jî. Dixwazim bêtir li Cizîra Rojavayê Kurdistanê werim nasîn û bikaribin li derveyî Sûriyeyê jî bilîzim.”