Beşdariya jinan a cîhana werzîşê li bajarê Silêmaniyê zêde dibe

Li bajarê Silêmaniyê ê başûrê Kurdistanê, eleqeya jinan a li hemberî werzîşê roj bi roj zêde dibe. Mamosteya werzîşê Hejwan Kemal diyar dike ku werzîş ji bo jinan ne tenê tenduristî ye, di heman demê de amûreke xurtbûn û azadiyê ye.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Berê, ji ber zihniyeta baviksalarî jin, heta yên xwedî jêhatîbûnên werzîşî jî, ji ber zextên malbatî û civakî ji werzîşê dihatin dûrxistin. Lêbelê, jin niha van astengiyan derbas dibin û berê xwe didin werzîşê. Di vê demê de, werzîş ne tenê ji bo jinan pirsgirêkek tenduristiyê ye; ew di heman demê de pirsgirêkek maf, azadî û hêza biryardanê ye. Di salên dawî de, beşdariya jinan a li salonên werzîşê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev yek ne tenê nîşana xwesteka jinan a werzîşê û parastina tenduristiya wan e, lê di heman demê de wekî rêyekê ji bo derbaskirina astengiyên civakî, nîşandana jêhatîbûnên jinan û bilindkirina asta hişmendiya wan tê dîtin.

Ji zihniyeta baviksalarî ber bi azadî û tenduristiyê ve

Hejwan Kemal a 33 salî, mamosteya werzîşê, ji ajansa me re diyar kir ku wê nêzîkî 10 sal berê dest bi werzîşê kiriye û pênc sal in di vî warî de wekî mamoste dixebite.

Hejwan da xuyakirin ku beşdariya jinan a di werzîşê de li gorî salên berê bi awayekî berbiçav zêde bûye û axaftina xwe wiha domand: “Jin niha bêtir girîngiyê didin werzîş û tenduristiya xwe. Berê, jin di cîhana werzîşê de kêm xuya bûn. Ez bi berdewamî bi jinan re dixebitim. Heta di beşên ku zayend tevlihev in de jî, hejmara jinan pir zêde ye.

Min ji ber pirsgirêka giraniya xwe dest bi werzîşê kir. Bi saya werzîşê, ez karîbûm bi serkeftî giraniya xwe winda bikim û di vî warî de feydeyên girîng bibînim. Piştî vê yekê, min biryar da ku ezmûna xwe bikar bînim da ku alîkariya kesên din, nemaze jinan, bikim.”

‘Hejmara jinên ku berê xwe didin salonên werzîşê pir zêde ye’

Hejwan Kemal diyar kir ku ew bi berdewamî li salonên werzîşê bi jinan re dixebite û ev tişt anî ziman: “Piraniya jinên ku tên salonên werzîşê, ji bo kêmkirina kîloyan û parastina tenduristiya xwe vê yekê dikin. Hin ji wan tên da ku pêkhateya laşê xwe baştir bikin û şekil bidin laşê xwe. Hin jin jî ji bo ku ji stres û dijwariya jiyana li derveyî salonê birevin, tên salonên werzîşê. Ji ber ku dema ew dest bi werzîşê dikin, ji aliyê psîkolojîk ve rihet dibin. Ev yek ji ber wê ye ku di dema werzîşê de hormon û enzîmên cûrbecûr tên berdan. Ev rewş alîkariya wan dike ku bi stres, dijwarî û berpirsiyariyên ku di jiyana xwe ya rojane de pê re rûbirû dimînin re çêtir têbikoşin.”

Bandora werzîşê ya li ser tenduristiya derûnî û fizîkî

Hejwan got ku jin dikarin bi werzişa birêkûpêk a rojane ya nêzîkî 45 deqîqeyî ji werzîşê sûd werbigirin, lê tekez kir ku divê dem û celebê werzîşê li gorî rewşa tenduristiyê û kapasîteya laşî ya her kesî be. Wê da xuyakirin ku ev yek ji bo ku kes bi awayekî saxlem û domdar bigihîjin armancên xwe, gelekî girîng e.

Hejwan Kemal destnîşan kir ku ew heftê şeş rojan bi rêkûpêk li salona werzîşê dixebite û wiha axivî: “Du saet li salona werzîşê ji bo kesên ku werzîşê dikin bes e. Lêbelê, em bi gelemperî nikarin bibêjin ku kesek di heyamekî diyar de dê çiqas kîloyan winda bike; ji ber ku pêkhateya genetîkî û metabolîzma her kesî ji hev cûda ye. Lêbelê, di nav du hefteyên pêşîn de, mirov dest pê dike ku guherînê hîs bike. Di dawiya sê mehên pêşîn de, guherîneke girîng di şiklê laş de çêdibe.”

Girîngiya xwarin û xewê di pêvajoya werzîşê de

Xwarin ji sedî 70 ê pêvajoyê pêk tîne, xew ji sedî 30 e û werzîş jî beşeke girîng a vê pêvajoyê ye. Bêyî xwarina rast, ne mimkûn e ku mirov bigihîje şiklê laşê xwe yê xwestî.”

Hejwan destnîşan kir ku hin kes ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji aliyê bijîşkan ve ji bo salonên werzîşê tên şandin û got ku kesên bi pirsgirêkên tenduristiyê yên mîna nexweşiya kezeba rûn, nexweşiyên dil û gurçikan û şekir jî tên salonên werzîşê. Wê diyar kir ku divê bi taybetî nexweşên şekir bêtir bimeşin û anî ziman ku gelek kesên bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cûrbecûr ji bo werzîşê serî li salonan didin.

Wê da xuyakirin ku kesên ku bi rêkûpêk werzîşê dikin lê bala xwe nadin parêza xwe, pir caran nikarin bigihîjin armancên xwe, ku ev yek dikare bi demê re bibe sedema bêhêvîtiyê. Di van kesan de, giranî dikare sabît bimîne an jî ew nikarin bigihîjin armancên xwe yên diyarkirî.

Ji nexweşiyên kronîk heta ducaniyê

Hejwan her wiha got ku jinên ku kîstên hêkdankê û bêserûberiya dema mehane (adەتê) hene, ji aliyê bijîşkên jinan ve tên şandin cem wê. Wê anî ziman ku werzîş gera xwînê zêde dike, ku ev yek dikare bibe alîkar da ku çerxa mehane were rêkûpêk kirin, û di hin rewşan de, dikare kîstên hêkdankê jî ji holê rake.

Hejwan diyar kir ku kesên bi pirsgirêkên stûnê divê ji hin werzîşan dûr bisekinin, û tekez kir ku werzîşên ku ew dikin divê ji bo piştgirîkirin û parastina stûnê werin hilbijartin. Wê destnîşan kir ku divê ev kes ji hin tevgerên xwarbûnê û squatên zêde dûr bisekinin. Wê her wiha got ku divê kesên bi pirsgirêkên movikan an pirsgirêkên patelar bi tevahî ji werzîşên ku hewceyê xwarbûna zêde ya lingan in, dûr bisekinin.

Hejwan Kemal diyar kir ku jinên ducanî dikarin ji sê mehên pêşîn ên ducaniyê heta dema zayînê werzîşê bikin, lê divê ew ji xebata bi giraniyên giran dûr bisekinin, çalakiyên kêm-bandor ên mîna yoga û pilates di bernameyên xwe de bihewînin û avjeniyê bikin.

Hejwan Kemal axaftina xwe bi vê peyamê ji bo jinan bi dawî kir: "Peyama min ji bo jinan ev e: Bila mijûlbûna jiyanê, berpirsiyariyên rojane, an xwedîkirina zarokan rê li ber we negirin ku hûn werzîşê bikin û lênêrîna laş û tenduristiya xwe bikin. Ji ber ku werzîş jinan xurttir dike û dihêle ku ew bikaribin bi hemî dijwarî, berpirsiyarî û astengiyên ku jiyan tîne re têbikoşin."