"Werzîşa Jeet Kune Do hêz û wêrekiya jinan nîşan dide"

Cara yekemîne lîstikvanên jin ên ku kemberên zer ji werzîşa Jeet Kune Do li bajarê Bingaziyê bi dest xistibûn, beşdarî şampiyona Kickboxingê ya pêncemîn a Lîbyayê bûn. Jinên ku beşdarî şampiyona Kickboxingê bûne diyar kirin ku di werzîşa Jeet Kune Do de aramî, pakî, hizra giyanî û jîrî heye.

Cara yekemîne lîstikvanên jin ên ku kemberên zer ji werzîşa Jeet Kune Do li bajarê Bingaziyê bi dest xistibûn, beşdarî şampiyona Kickboxingê ya pêncemîn a Lîbyayê bûn.  Jinên ku beşdarî şampiyona Kickboxingê bûne diyar kirin ku di werzîşa Jeet Kune Do de aramî, pakî, hizra giyanî û jîrî heye.
ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî - Çar lîstîkovanên jin ên ku kemberên zer ji werzîşa Jeet Kune Do li bajarê Bingaziyê bi dest xistibûn, di 16-17'e Kanûnê de cara ewile beşdarî 5’emîn şampiyona kickboxing a li Herêma Rojhilat ê Lîbiyayê bi dirûşma "Lîbya, welatê aştiyê ye" tê li dar xistin bûn. Beşdarên şampiyona Kickboxingê piştrast kirin ku werzîşa Jeet Kune Do, ango ya ku bi kulma navbirî tê zanîn, ji bo xweparastinê girîng e û hêza jin derdixîne holê. Her wiha kesayeta jinan xurt dike, bîryar û îradeya jinan zêde dike. Jin bi vê werzîşê di her êrîşek li kolanê de, dikare kesayeta xwe biparêze. Têkildarî vê werzîşê lîstokvanên Jeet Kune Do nêrîna xwe parve kirin.
"Werzîşa Jeet Kune Do ji bo xweparastinê ye"
Rahênera Xweparastin, şerê kolanan û pispora xwarinê ya dermanker Dr. Balqis Akhras, li ser hilbijartina wê ji werzîşa Jeet Kune Do ango şerê kolanan wiha nêrîna xwe parve kir: "Werzîşa Jeet Kune Do hêz û wêrekiya jinan zêde dike. Di van demên dawî de çend carin êrîş li hember personelên bijîşkî rû dan û em jî neçar man ku hînî vê rêbaza şer û xweparastinê bibin. Pir kes hene ku dema vê werzişê dibhîsin weke tund û hov tê bala mirovan, lê berovajî ev werzîş ji bo xwe parastinê ye. Jin bi vê lîstokê kesayeta xwe diparêze û mîna her werzîşeke din têde aramî, pakî, hizra giyanî û jîrî heye. Her wiha yê ku vê werzîşê dileyîze, aramiya hundirîn hîs dike ku gava lîstokvan dighêje vê werzîşê, ew dikare bi tirsên xwe yên herî mezin re rû bi rû dimîne, têbikoş e. 
"Cara yekemîn e jin beşdarî şampiyona Kickboxingê dibin"
Dr. Balqis Akhras bal kişand ser beşdarbûna wan di şampiyona Kickboxing a Lîbyayê û wiha got: "Jin hînî rûbirûbûnê bibin, çawaniya berevaniyê li xwe bikin, ji hemû çavsorî, tirsa revandinê û destdirêjiyê rizgar bibin, ew dikarin di aramiya hundirîn de bijîn. Em vê yekê bi vê werzişê hîn bûn. Em koma yekem a ji Lîbyayê ne ku ji heft mamosteyên jin ên hunerên şer ên kolanan û xweparastinê pêk tê û di navneteweyî de têne naskirin beşdarî şampiyona Kickboxingê dibin. Ev qursa mamosteyên jin li cîhanê cara yekeme tê li dar xistin." 
"Bi werzîşa Jeet Kune Do mirov xwe ji êrîşan diparêze"
Rahêner Slha Ehmed Ibrahîm ku di pola yekem di beşa xweparastin û Jeet Kune Do de derçûye hêstên xwe wiha parve kir: "Ez gelek ji werzîşê hezdikim û sala borî min bawernameya Kickboxingê wergirtiye. Beriya ku ez divê werzîşê de tevlî perwerdeya jinan bibim, min xwest xwe divî warî de zêdetir pêş bixînim. Ji lewra ez îsal bi daxwazek mezin tevlî perwerde û fêrbûna werzîşa Jeet Kune Do ya ku bi navê  kulma navbirî tê zanîn beşdar bûm. Ev lîstok tê wateya ku mirov çawa li beramber êrîşan xwe bi kulmekî biparêze. Navek vê lîstoka Jeen  Kune Do heye ku şerê kolanan tê nasîn. Ev werzîş ne hewceyî kapasîteyên bilind e. Ez bi xwe nexweşa şekirim û ez di temen de ne ciwanim, lê pêwistî xwe parastînê geleke ku beriya ku êrîş li beramber mirovan pêk were, mirov dikare bi kulmekî wê êrîşî vala derbixîne."
"Hewceye em fêrî hunera xweparastinê bibin"
Xwendekara Fakulteya Ragihandinê ya beşa rojnamegeriyê, Hana Muhamed Cuma yek ji jina ciwan e ku beşdarî turnuvaya Kickboxingê bûye derbarê sedema fêrbûna xwe ji werzîşa Jeen Kund Do wiha anî ziman: "Wek jinek ciwan, ji bo ku ez xwe li beramber êrîşan biparêzim û kesayeta xwe xurt bikim, min berê xwe da hunera şer. Divê di dema niha de em hînî xweparastinê bibin. Ez bi xwe lîstokvana Kickboxingê me û min di roja yekem a turnuvayê de di kategoriya 56'an de maçek list û bûm duyemîn. Her wiha min di werzîşa Jeet Kune Do de kemberek zer bi dest xist. Ez hêvî dikim ku divê werzîşê de serkeftinên mezintir bi dest bixim û di demê pêş de bibim yekem. Ez banga tevahî jinên Lîbyayê dikim ku hînî hunera şer bibin da ku xwe biparêzin,  kesayeta xwe xurt bikin, bibin xwedî biryar û îrade.  Ez bi xeyala beşdarbûna xwe ji şampiyona erebî dikim. Niha ez xwendevana Fakulteya ragihandinê me û ez dixwazim xilas bikim û masterê bistînim. Bê guman ez ê di ware werzîşê de antremanên xwe bikim û xwe pêş bixim da ku bibim pispor di van werzîşan de."
"Nasnameya xwe ya jin diparêzin"
Xwendekara Fakulteya Bijîjkî û perwerdekara Kinckboxingê, Buşra Mihemed El-Zawî nêrîna xwe wiha tîne ziman: "Min bi daxwazek mezin vê werzîşê hilbijart, ji ber ez rastî rewşan hatim ku ez neçarkirim ez bi hêz bibim. Hin cih hene ku em tenê wek jin dimînin, lewra divê em xwe li beramber hemû êrîşan biparêzin. Her çiqas bê gotin ku ev werzîş jinan dike wek mêran, lê ev gotin ne rastin. Ev werzîş dihêle ku mirov nasnameya xwe ya jin biparêze. Werzîş dihêle ku mirov ji xwe bawerbe û min bi vê werzîşê parastina xwe hilbijart."