Di nav şer û paşverûtiyê de jinek bû şampiyona bisiklêtê
Îslam El-Sadiq a ciwan ku ji ber şer ji Xartûmê koç kir, di pêşbirkek bisiklêtê ya 500 kîlometreyî de di nav gelek mêran de bû şempiyon.

EYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Piştî ku komek ji siwarên bisiklêtê yên Sûdanî gihîştin rawestgeha xwe ya dawî, bertekên berfireh derketin holê. Di pêşbirka ku ji Halfayê ber bi Dongola ya li eyaleta Bakur diçû de, jinek ciwan jî hebû. Îslam El-Sadiq ku di civakeke muhafezekar a ku bi gelemperî siwarên jin ên li ser riyên giştî û di nav xortan de li bisiklêtê siwar nakin de, bû şampiyon.
Îslam El-Sadiq ku dema bisiklêta xwe dajot got ku ev ezmûn ji bo wê cuda bû, ji ber ku ew bi xortên ciwan hatibû dorpêçkirin. Lê wê wek ezmûnek xweşik binav kir. Di civakek muhafezekar ku jinên ciwan ên ku vê cureyê ezmûnê dijîn qebûl nakin de, biryardayîna beşdarbûna bi xortên ciwan re, dijwar bû.
Mesafeya 500 kîlometreyî derbas kir
Îslam El-Sadiq destnîşan kir ku 500 km ku wê derbas kiriye, mesafeya herî dirêj e ku wê heta niha ajotiye û tenê ji hêla pisporên xwedî ezmûna bisiklêtê ve dikare were temamkirin. Îslam wiha got: "Min berê mesafeyên ku 140 km heta bajarê Kerma yê bakur ku bi antîkan dewlemend e, ajotiye. Her wiha beşdarî guhertoya Sûdanî ya Tour de France ku bûyerek salane ye û Giro d'Italia ku bûm şampiyon, bûm. Di heman demê de beşdarî Hefteya Trafîkê ya Erebî bûm, ku beşdariya min a yekem bû û min pîleya duyem bi dest xist."
Koçberî nebûye asteng
Derbarê nasîna wê ya cîhana werzîşê û bi taybetî jî siwariya bisiklêtê de Îslam El-Sadiq dibêje ku ji zarokatiya xwe ve ji siwariya bisiklêtê hez kiriye û ev hobiya wê ya bijare ye. Gava ku mezin bû, dest bi şopandina pêşbirkên siwariya bisiklêtê yên li derve kir û got: "Min hewl da ku klûbek bibînim heya ku min Klûba Siwariya Bisiklêtê ya Sûdanî dît û tevlî wê bûm. Berî koçber bim, dixebitîm, min dixwend û werzîşa xwe ya siwariya bisiklêtê, dikir. Piştî koçberbûnê jî, heta ku beşdarî pêşbirka bisiklêtê ya dawî ji Halfa heta Dongola bûm. Ev mesafe 500 kîlometreyî bû û min derbas kir."
Ezmûnek dewlemend û balkêş
Îslam El-Sadiq destnîşan kir ku ev ezmûn ji bo wê dewlemend û bandorker bûye û wiha got: “Bi taybetî ji ber ku di nav şert û mercên awarte yên ku welatê min pê re rûbirû mabûn de hat. Bila jinên ciwan pîşeyên xwe bipejirînin û nehêlin ku nakokî bibe asteng. Berevajî vê, divê ew bibe katalîzorek ku hêz û biryardariyê bide we, da ku hûn bighîjin armancên xwe.”
Bi biryardarî zehmetî derbas kirin
Îslam El-Sadiq derbarê dijwariya vê ezmûnê de dibêje ku rêya ku bi pêşbazên din re di navbera Halfa û Dongola de bi bisiklêta xwe derbas kiriye, dijwar bûye û wiha got: “Wekî din ew rêyek bû ku wesayîtên mezin derbas dibûn û carinan rê li ber me digirtin. Ev ji bo min têkoşînek bû, lê min bi biryardarî û berdewamiyê ev pêşbirk bi awayek serkeftî derbas kir.”
Îslam El-Sadiq dixwaze di pêşbirkên navxweyî û navneteweyî de serkeftinên zêdetir bi dest bixe. Îslama ciwan, hêvî dike ku pevçûnên li welatê wê ji bo her kesî bibin katalîzator da ku bighîjin armancên xwe.