‘Divê dayîk ji zaroktî ve zarokên xwe fêrî werzîşê bikin’

Mamostaya werzîşê Jiyan Berzan ku li dibîstana navîn a lawan ya Helebce zarokên keç fêrî werzîşê diyar kir ku yek ji pêwîstiyên sereke ye ku ji bo bedenek bi tendirûst di temenê zaroktî de were destpêkirin û zarok ji zaroktî ve fêrî werzîşê bibin.”

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebce- Jiyan Berzan ku beşa werzîşê li zanîngeha Helebce temam kiriye û mamostaya fêrkirina zarokên keç ya dibîstana navîn a lawan ya Helebce ye, ev çend sale bi awayek xwebexşî li navenda lawan ya Helebce cihek yê fêrkirinê ji bo zarokan vekiriye, daxwaz dike ku dayîk piştgiriya zarokên xwe bikin daku ji werzîşê hez bikin û ji pirsgirêkên bedenî dûr bikevin. Beriya niha neavenda lawan ya fêrgeha xortan hebû, ji bo wê jî fêrgeha keçan digre ser milê xwe û dixwaze bi vê fêrgehê xizmetê bike û hemû zarok bi tendirûst bin.

Zarokên me li klubên Helebce werzîşê didomînin

Jiyan Berzan da zanîn ku destpêkê li bajar werzîşa zarokên keç kêm bûn, lê belê niha cihê fêrbûnê ji bo zarokên keç bikarin werzîş bikin hene û got: “Zarok tên cihê fêrkirinê û piştî ku hunera werzîşê fêr dibin, di klubên Kurdistanê de cih digrin. Beşdarî turnovayan dibin û pileyên baş bi dest dixin.”

Zarokên ku werzîş dikin bi tendirûst in

Jiyan Berzan wiha got: “Ew zarokên keç ku di temenek biçûk de werzîşê dikin, dibin xwedî bedenek bi hêz û ji ber wê ez hertim dibêjim dayîk û bavan zarokên xwe bînin navendên fêrbûna werzîşê û bibin xwedî bedenek bi tendirûst.”