Tîma futbolê ya jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li çaryek fînalê ye

Tîma futbolê ya jinan U-17 a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gihîşt çaryek fînalê.

Navenda Nûçeyan-  Tîma futbolê ya jinan U-17 ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, fînalên Tirkiyeyê tûra dawî ya 16’an temam kir. Tîma futbolê ya jinan, di tûra dawî ya li Bedlîsê de, kuluba spora Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê bi 2-1 têk bir, di nava 240 tîman de maf girt ku beşdarî çaryek fînalê bibe.

Tîma futbolê ya jinan, ji aliyê Lîgên Jinan a Federasyona Futbola Tirkiyeyê ve hat diyarkirin, Kuluba Sporê ya Galatasarayê jî cih digre, di tora dawî ya 8’an de wê bi tîma futbolê ya jinên Kayseriyê re werin beramberî hev. Di roja 13’ê Tîrmehê de wê pêşbazî, lîstin û di saet 16:00’an de dest pê bike.

Tîma futbulê ya jinan U-17 ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di fînalên Tirkiyeyê de di navxweyî û herêmê de bûbû şampiyon.