Pereyê me heye, lê derman tune: Krîza dermanan a Îranê veguheriye pergala karkirinê

Nexweş dibêjin “Nexweşî bûye çavkaniya qezencê” û diyar dikin ku dermanên girîng çawa ketine bazara reş û ji ber bihayên zêde mirov nikarin bighên wan. Dane nîşan didin ku li pişt krîzê ceza tune ne.

SARE PURHEZRÎ

Kirmaşan – Li Îranê krîza dermanan a kûrtir, bi gotinên nexweşan ên ku dibêjin “Pere hene, lê derman tune” balkêştir bûye. Bi vekişîna dermanên girîng a ji bazarê, nexweş neçar in ku xwe bispêrin bazara reş û navbeynkaran, di heman demê de biha bi lez bilind dibin. Dane û şahidiyên ji qadê, nîşan didin ku krîz ne tenê ji ber sedemên aborî, di heman demê de ji ber bandora torên berjewendiyên taybet ên bi hikûmetê ve girêdayî ku tiştên ji derveyî welat tên û belavkirina dermanan kontrol dikin, mezin dibe.

Rejîma Îranê vê rastiya girîng ji bo berjewendiya xwe bikar tîne

Di sektora xwarinê de, mirov dikarin ji goşt ber bi soyayê, ji birincê navxweyî ber bi birincê ji derve, an ji berhemên şîr ber bi berhemên bi kalîteya kêmtir ve biçin. Lê belê, derman ne berhemek e ku bi hêsanî were guhertin. Derman berovajî xwarinê, pêdiviyek girîng  e û nebûna wê rasterast jiyana mirovan tehdît dike. Rejîma Îranê vê rastiya girîng ji bo berjewendiya xwe bikar tîne. Di salên dawî de, kêmbûna dermanan li Îranê gihîştiye wê astê ku êdî nikare tenê bi pirsgirêkên aborî an jî cezayên derve were ravekirin. Belavkirin, hawirdekirin, bihakirin û heta nivîsandina dermanan ji hêla komên berjewendiyê yên girêdayî hikûmetê ve, pergalên kirêkirina rêxistinkirî û avahiyên nîv-monopolîst ve tên kontrolkirin. Ev rewş di heman demê de mafê raya giştî yê hilbijartina di navbera dermanên bi kalîte û yên nebaş de ji holê radike.

Bazara dermanan bûye mezadek veşartî

Piştî sînordarkirinên tund ên li ser hawirdekirinê piştî şerê dawî, gelek dermanên girîng bi tevahî ji bazarê winda bûne. Ev kêmasî gihîştiye wê astê ku nexweş neçar in ku ji berê gelek caran zêdetir bidin da ku tewar pêdiviyên bijîşkî yên herî bingehîn jî bi dest bixin. Tewar dermanên ku berê bi hêsanî peyda dibûn jî, niha tenê di destên navbeynkaran de ne û bi bihayên zêde têne firotin; ew wekî ku bazara dermanan bûye mezadek veşartî ku jiyana mirovan nirxek hindik digre.

Li pişt vê kêmbûna berfireh a dermanan û lêçûnên bilind, toreke mafyayî ya rêxistinkirî heye ku  bi hikûmetê ve girêdayî ye. Ev kom pir baş dizanin ku mirov dikarin gelek pêdiviyên rojane ji dest bidin, lê qet ji dermankirin û dermanan dûr nekevin. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya ku bi jiyana mirovan dilîze, ji bo wan bûye çavkaniyek bêdawî ya qezencê. Ev torên mafyayî ku xwe dispêrin hêza siyasî û ewlehiyê, pêvajoyên hawirdekirin û belavkirinê kontrol dikin, astengiyên çêkirî diafirînin û bazarê ber bi krîzekê ve dibin. Di encamê de, derman êdî nabe amûrek dermankirinê û dibe kelûpelek bazirganî ku jê qezencên mezin têne bidestxistin. Dema ku ev qezenc rasterast diçin berîkên navbeynkar û torên nêzîkî hikûmetê, nexweş û malbatên wan di bin barekî giran ê darayî de têne pelçiqandin.

Guhertinên ji nişka ve yên bihayan barê nexweşên penceşêrê zêde dike

Hatira S., nişteciheke Kirmaşanê ku bi penceşêra memikê re têdikoşe, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Ez amade me her tiştî bidim da ku dermanê xwe bistînim; lê pirsgirêk ev e ku ez çiqas bidim jî, ez nikarim wê bibînim. Dermanxane tenê derman didin kesên ku dixwazin bêtir bidin, mîna ku jiyana mirovan bi mezadê were firotin. Hefteya borî, piştî gelek lava û qebûlkirina dravdanek bilind, min du heb derman ji dermanxaneyek li Nobaharê veqetand. Lê roja ku ez çûm wan bistînim, dolar gihîştibû 190 hezar Tumenî û dermanxaneyê zêdetir pere xwest. Lê min berê pêşwext drav dabû û me li ser bihayek li hev kiribû.”

Em nexweş her roj bi êş û fikaran re têdikoşin

Hatira diyar kir ku ev rewşek e ku ne tenê ew, gelek nexweş pê re rû bi rû dimînin e û ev agahî dan: “Bi her zêdebûna rêjeyên danûstandinê re, dermanxane an red dikin ku derman bidin an jî bihayên bilindtir dixwazin. Bi hinceta şer û kêmbûna dermanan biha gihîştine astên astronomîk. Ew wekî ku nexweşiya me veguheriye derfetek qezencê ye. Em nexweş her roj bi êş û fikaran re têdikoşin, lê em bi bazarek bêrehm re jî rû bi rû ne.”

Ne alternatîfek aborî ye, alternatîfek siyasî ye

Hadî Ehmedî, endamê desteya rêveber û berdevkê Komeleya Dermansazan a Îranê ye. Hadî jî diyar kir ku krîza diravî şiyana dewletê ya dayîna subvansiyonan kêm kiriye û bûye sedema zêdebûna ji sedî 30 heta ji sedî 300 a bihayên dermanan. Lê belê, tê gotin ku ev daxuyanî rastiyê nîşan nadin. Tê gotin ku ev zêdebûna bihayê dermanan ne ji pêwîstiyek aborî, ji hilbijartinek siyasî derdikeve holê. Ji ber ku hilberîn û belavkirina dermanan ji hêla hin derdoran ve têne kontrolkirin û zêdebûna bihayê rasterast sûdê dide van koman.

Sektora dermanan bûye qada pêşbaziyê

Li Îranê, sektora dermanan bi salan e ku li şûna tenduristiya giştî, bûye qada pêşbaziyê ji bo komên berjewendiyê. Her çend vegotina fermî kêmbûna dermanan bi cezayan rave dike jî, di rastiyê de, krîz encama polîtîkayên bi zanebûn ên avahiyên ku kirîna ji derve, hilberîn û belavkirinê kontrol dikin e. Ev avahî dema ku bi kêmasiyên çêkirî, komkirin, bazarên reş û hilberîna bi kalîteya nizm qezencên mezin çêdikin, tenduristiya giştî dikin xeterê.

Dabeşkirina pereyê biyanî yê dewletê ji bo kirîna ji derve ya dermanan jî, bûye çavkaniyek sereke ya qezenca neqanûnî. Şirketên nêzîkî hikûmetê, tevî wergirtina bi milyonan dolaran, an derman ji derve nedikirîn an jî dermanên ji derve hatine, bi bihayên zêde li bazara azad difrotin. Di vê pêvajoyê de, nexweşan ji bo gihîştina dermanên herî bingehîn jî zehmetî kişandin.

Biryar ne li gorî pêdiviyên civakê, li gorî berjewendiyên siyasî û aborî tên girtin

Rola Rêveberiya Xurek û Dermanan jî di vê pêvajoyê de girîng e. Ev saziya ku bi çavdêriyê hatiye erkdarkirin, di pratîkê de bûye navendek ji bo biryarên xwerû. Pirsgirêkên wekî destûrên kirîna ji derve, danîna bihayê û bijartina hilberîner a di bin kontrola çemberek teng de ne û biryar ne li gorî hewcedariyên civakê, li gorî berjewendiyên siyasî û aborî têne girtin.

Zarok mexdûrên yekem ên krîza li Îranê ne

Muhaddese M., xwendekarek beşa dermanxaneyê ye û dibêje “Li her deverê cîhanê, zarok di warê tenduristiyê de pêşîn in, lê li welatê me, zarok her gav qurbaniyên yekem in. Berî şer, pirsgirêka herî mezin nebûna madeyên xav ên bi kalîte bû û ji ber vê yekê dermanên ku dihatin hilberandin bi kalîte ne. Lê belê krîza piştî şer, ketiye qonaxek nû. Niha kalîte kêm e, biha bilind in û derman peyda nabin. Yên ku herî zêde ji vê rewşê bandor dibin zarok in.”

Di mehên dawî de, kêmbûna dermanên zarokan gihîştiye rêjeyên cidî. Antîbiyotîk, dermanên nefesê, spreyên astimê û tewar kêmkerên tayê yên hêsan, li sûkê peyda nabin. Formula pitikan a taybetî jî bi piranî peyda nebûne.

Têkoşîna dayîkek a ji bo dîtina mamayê zarokan

Rudabe K. ku li Kirmaşanê dijî, diyar kir ku ew ji bo pitika xwe hewceyî mamayek taybet e û gazî û hawara xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez vê formulê li tu dermanxaneyê nabînim. Tenê du dermanxaneyan gotin ku ew dikarin wê peyda bikin, lê bihayê wê pênc qat zêdetir bû. Di dawiyê de min ew li bajarekî din dît, lê li ser sînor hate desteserkirin. Ne li welêt peyda dibe û ne jî destûr tê dayîn ku ji derveyî welêt bê anîn.”

Ev rewş nîşan dide ku gihîştina gel ji bo derman û pêdiviyên bingehîn, bi zanebûn bi rêya manevrayên siyasî tê sînorkirin. Di encamê de, krîza narkotîkê li Îranê encama rasterast a siyaseta navxweyî û berjewendiyên taybet e, ne zexta derveyî. Tenduristiya giştî bi salan e ji bo kesên ku di desthilatdariyê de ne hatiye qurbankirin.