Li Rojava ji bo tenduristiya gel xizmetek bêhempa: Klînîka Gerok
Li Tirbespiyê tîmek tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û bi riya Klînîka Gerok, li gundan xizmetên tenduristî û bijîşkî dide. Endamên tîmê tekez kirin ku ew ê xizmetên xwe bê navber bidomînin.
SARA EGÎD
Qamişlo – Di çarçoveya înîsiyatîfeke mirovî ku ruhê hevkariyê û xebata meydanî nîşan dide, tîmeke tenduristiyê ya klînîkên gerok xebatên xwe bi hewla pêşkêşkirina lênihêrîna bijîşkî ya ji bo gelê herêmê didomîne. Ji nav dilê şer wek bersiva banga aramiyê, destê xwe da ser birînên gel ku wî şerî girantir û kûrtir kiriye û derman kir. Piştî 3 mehên ku bi ked û alîkariya mirovî dagirtî derbas bûn, îro ev tîm ji gundekî ber bi gundekî din ve diçe da ku pêdiviyên gel ên bingehîn yên tenduristiyê bicih bîne.
Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd dest bi gera xwe kir
Ev çalakî berdewamiya rêwîtiya tîmê ye ku dest bi pêşkêşkirina alîkariya bijîşkî ya ji bo penaber û kesên ku ji şerê li Sûriyeyê ziranek mezin dîtine. Kesên ku ji ber ne aramiyê û bêewlehiyê berê xwe dan herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê da ku xwe û zarokên xwe di ewlehiyê de bigrin. Tîma Klînîkên Gerok, ezmûneke fireh di ragihandina rewşên mirovî yên lezgîn de bi dest xist. Tîma ku bi hevkariya Heyva Sor a Kurd dest bi gera xwe kir, îro vê ezmûnê dike bin xizmeta civakên li gundan. Armanca tîma tenduristiyê, valahiyên heyî yên di xizmetên tenduristiyê de dagire û gihîştina dermankirinê ya li herêmên kêm behremend in zêde bike.
Doktor Perwîn Omar ku bi xwe ji xelkê Navçeya Tirbespiyê ya ku bi ser bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ve ye, Fakulteya Tiba Mirovî ya Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê qedandiye. Dr. Perwîn ku niha xwendekara Nexweşînên Hundirîn û Sîng e, ji ajansa me re axivî û behsa Înîsiyatîfa Klînîkên Gerok yên mirovî kir.
‘Koçber li ku bûn em jî li wir bûn’
Dr. Perwîn Omar di destpêkê de diyar kir ku wan 3 meh beriya niha bi hevkariya Heyva Sor a Kurd dest bi Înîsiyatîfa Klînîkên Gerok kirine û wiha got: “Ji ber rewşa aloz, pevçûn û şer, beriya 3 mehan bi alîkariya Heyva Sor a Kurd me dest bi xebata înîsiyatîfa xwe ya Kilînîkên Gerok kir. Di destpêkê de em bi koçberên ku ji ber rewşa aloz a şer dev ji cih û warên xwe berdane û koçberî herêma Cizîrê bûne re dibûn alîkar. Ew li ku bûna em jî li wir bûn.”
Armancek mirovî ye
Dr. Perwîn Omar destnîşan kir ku piştî 3 mehan ji destekdayîna koçberan, ew di vê meha dawî de bi Kilînîka Gerok li gundan digerin û xebatên xwe wiha vegot: “Em ji gundekî ber bi gundekî ve diçin. Şer li pey xwe ne tenê koçberiyê dihêle. Her wiha aloziyên aborî û mirovî kûrtir dike. Me dît ku rewşa gel a aborî lawaz e. Û ji ber ku li gundan tu cihek tenduristî an jî bijîşkî nîne, piştî 3 mehan me berê xwe da gundan da ku em xwe bighînin kesên ku hewcedariya wan bi lênêrîna tenduristî û bijîşkî heye û em rewşa wan bişopînin. Rojê em diçin gundek yan jî du gundan. Heya astekê em hewl didin ku ji her alî ve destek bidin. Çi ji aliyê nexweşînan û dermanan çi jî ger nexweş pêwîstiya xwe bi lênêrînek cuda hebe Heyva Sor a Kurdî destek dide û rewşê ji nêz ve dişopîne.”
‘Piraniya endamên tîmên Klînîkên Gerok jin in’
Dr. Perwîn Omar anî ziman ku endamên Klînîkên Gerok bi piranî jin in, vê yekê jî hiştiye ku gel zêdetir bê û piştgiriya tenduristî werbigre û wiha pêl da gotinên xwe: “Piraniya endamên Kilînîkên me yên Gerok jin in û vê yekê jî hişt ku gel zêdetir bê serlêdana klînîkan bike û piştgiriya bijîşkî û tenduristî werbigre. Ev yek jî ji aliyê wê yên civkî tê. Dema ku xebatkarê klînîkê xurt be, hejmara kesên ku sûdê ji destewerdana me digirin kêmtir dibe. Ji ber ku şerm dikin navê nexweşiyên xwe bêjin. Ji bo wê jî tîma me bi piranî ji jinan pêk tê.”
‘Em ê xwe bighînin herkesê ku hewceyî lênêrîna bijîşkî ye’
Dr. Perwîn Omar tekez kir ku ew ê tevî şert û mercên dijwar û bêewlehiyê jî karê xwe berdewam bikin û wiha pê de çû: “Tevî hebûna zext, êrîş û şerên dijwar her me helw dida ku em vê projeya xwe bimeşînin, berdewam bikin û bi ser bixin jî û têkoşîna me jî wê berdewam bike. Heya ku nexweşek hewceyî dermankirin an jî bijîşkek hebe, em ê xwe bighînin nexweşan û hewcedariyên wan jî pêşwazî bikin û pêk bînin. Her wiha Dr. Perwîn îşaret bi vê yekê kir ku wan ji bo xebatên xwe yên înîsiyatîfê tu demek diyar nekirine û wiha got: “Niha me tu nexşeyek demê amade nekiriye. Ji bo me ya girîng ku em çiqasî sûdê didin û gel çiqas sûd ji me werdigre.”
Ji bo gelek nexweşiyan beş hene
Dr. Perwîn diyar kir ku ne tenê destekdayîn, tenduristî bi klînîkên gerok ve sînordar e û wiha got: “Her wiha ji bo hinek nexweşiyên din yên ku pêwîstiya wan bi nexweşxaneyê jî heye, dikarin xwe bighînin navenda Heyva Sor a Kurdî da ku bên demankirin. Bi qasî ku em dikarin em nexweşan pêşwazî dikin. lê dema ku hinek rewş pêwîst dike ku ji bo nexweşxaneyan bê veguheztin, dikarin biçin Navenda Heyva Sor a Kurdî. Gelek beş lê hene, wek nexweşiya Talasemî, Werem, beşa Fîzîkî û beşên cuda jî hene û destek didin.”
‘Nexweşên me herî zêde zarok in’
Dr. Perwîn bal kişand ser nexweşiyên ku herî zêde di dema gera xwe de lê rast tên û wiha domand: “Herî zêde zarokên nexweş tên gel me. Her wiha nexweşiyên ku herî zêde em lê rast tên jî, nexweşiyên hundirîn in. Dîsa nexweşiyên şewbê, hinek nexweşiyên giran û kironîk jî hene em wan jî pêşwazî dikin. Mîna nexweşiyên tansiyon û şekir. Bi qasî ji me bê em wan jî derman dikin, rewşa wan ji nêz ve dişopînin. Em tenê carek serdan nakin, piştî demekê em dîsa li nexweşan vedigerin û wan muayne dikin.”
Doktor Perwîn Omar di dawiyê de tekez kir ku ew ê ji bo pêşwazîkirina hewcedariyên gel yên ku li gundan dijîn, bixebitin da ku gel jiyaneke bi tendurist û saxlem bijî.
‘Pêdiviya nexweşan bi dermanên şewbê, enfeksiyon û nexweşiyên sîngê hebû
Endama Heyva Sor a Kurd a beşa daneyan Mona Eswed di heman çarçoveyê de axivî û li nirxandinên Dr. Perwîn Omar ev tişt zêde kirin: “Ji ber ku li gundan navendên tenduristiyê tunene û hejmara şêniyên gundan jî zêde ne. Ji bo wê jî em dixwazin ku her kes sûdê bigre. Ji ber nebûna navendên lênêrîna tenduristî ,nexweşiyên giran hewceyî alîkariyê ne. Di dema gerên me yên meydanî li ser stargehên penaberiyê de, herî zêde pêdiviya nexweşan bi dermanên şewbê, enfeksiyon û nexweşiyên sîngê hebû.”
‘Em xizmetên Heyva Sor a Kurd jî didin nasîn’
Mona destnîşan kir ku ew di dema gera xwe ya meydanî de rastî rewşên nû yên nexweşiyan tên û wiha vegot: “Rewşa gundan cuda ye. Di van demên ku em di nav gel de digerin, em rastî nexweşiyên cuda tên, mîna kesên astengdaran û Atrofiya Mêjî. Heva Sor a Kurd, rêxistinek mirovî ye. Em tenê bi dermankirinê re mijûl nabin. Her wiha em asta têgihîştina gel bi riya semîner û broşuran bilind dikin. Em xizmetên Heyva Sor a Kurd jî didin nasîn.”