‘Yekitiya gelan li hemberî planên şer û fitneyê bi ser ket’
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya Helebê Ayşa Hiso geşedanên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Bi saya pergala neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya gelan bi ser ketiye.”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya Helebê, di heman demê de endama Daîreya Têkiliyan Ayşa Hiso têkildarî herêmên rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya heyî, geşedanên siyasî, plan û lihevkirinên ku li dijî van herêman tên kirin, ji me re axivî.
‘Rêveberiya Xweser riya çareseriyê ye’
Ayşa Hiso di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser a demokratîk û wiha pêde çû: “Pergala ku li ser erdê xwe mayînde dike û dixwaze ji rewşa heyî re bibe çareserî; pergala Rêveberiya Xweser e. Hem di aliyê xweparastinê de hem jî di avakirinê de pergalê ev proje di pratîkê de ye. Ji ber vê yekê di asta herêmî û navneteweyî de neqebûlkirinek heye. Serkeftina projeya ku bingeha xwe ji hevgirtin, hêz û yekitiya gelan digre, bi dilê hêzên hegemon nîn e. Lewma Rêveberiya Xweser bi taybetî di demên dawî de rastî êrîşan tê, ne tenê êrîşên ji aliyê dewleta Tirk ve, ji hemû aliyên ku serweriyê dikin li Sûriyeyê ketin tevgerê û mil dan hev li hemberî pergala Rêveberiya Xweser a demokratîk.”
‘Yekitiya gelan li Dêrezorê bi ser ket’
Ayşa Hiso teqez kir ku bi saya pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitî û hevgirtina pêkhateyên herêmê li Dêrezorê bi ser ketiye û got: “Bûyerên ku li Dêrezorê qewimîn mînaka herî berbiçav bû ku xwestin bi komployekê aloziyê derxin pêş. Bêguman ev komplo vala hat derxistin. Ya ku planên fitne û şerê pêkhateyan vala derxist; pergala demokratîk a ku Rêveberiya Xweser ava li van herêman ava kiriye. Bi mejiyekî demokratîk kar û xebat tên meşandin. Li aliyekî din hêzên leşkerî li ser rêgez û bingehên xweparastinê dimeşin. Bi rastî li Dêrezorê yekitiya gelan bi ser ket.”
‘Tirkiye li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bûye asteng’
Ayşa Hiso destnîşan kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên domdar bûye asteng li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk dixwaze careke din êrîşek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Jixwe Tirkiyeyê gelek herêm dagir kirine çi bi lihevkirinên bi opozîsyonê re û çi jî bi operasyon û êrîşên ku pêk tîne. Ji lewre rola dewleta Tirk di krîza Sûriyeyê de pir neyînî bû. Ji sala 2011’an û vir ve dewleta Tirk her dem rola xirab lîst, riyên çareseriyê da xitimandin. Helbet armancên wê jî her kes dizane pêkanîna mîsaqî milî ye.”
‘Rojane li herêmên dagirkirî sûc tên kirin’
Ayşe Hiso têkildarî bûyerên li herêmên dagirkirî jî wiha got: “Li herêmên dagirkirî ji rewşê ne cuda ye. Li seranserê herêmên dagirkirî sûc, kiryarên hov û guhertinên demografîk tên kirin. Di heman wextî de êrîşên hovane li ser ax, xweza û ajalan tê kirin. Li hemberî dagirkeriya ku Tirkiye dide meşandin li wan herêman bêdengiyek navdewletî heye. Carna hinek gotinan der heqê vê mijar de dibêjin lê gelo tenê ev yek têrê dike? Ji ber bêdengiya li hemberî sîstema dewleta Tirk ev sûc û kiryar hatine rewakirin.”
‘Dê jin bi têkoşîna xwe bibin bersiv’
Ayşa Hiso destnîşan kir ku tevî êrîşên hovane yên li ser jinên pêşengên dê bibin bersiv û doza xwe ranewestînin û ev anî ziman: “Bi riya balafirên keşfê yên bê mirov pêşengên civakê dikin armanc û di serî de jinan hedef digrin. Cihê ku jin tê de hebin wekhevî, edalet û demokrasî bi pêş dikeve. Dê şoreşa jinan bihêle ku rastiya sîstema hegemon derkeve, ji ber vê yekê ji hêza jinan ditirsin. Çawa ku jin heta niha li ser piyan mane, têdikoşin û destkeftî û sîstema xwe diparêzin dê bikaribin li hemberî êrîşan jî bisekinin.”
‘Pêwîstî bi hevgirtin û hevtemamkirinê heye’
Ayşa Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku helwest û hêza xwe bikin yek û wiha bi dawî kir: “Li kêleka wê gelên herêmê jî xwedî sekn û helwest in. Bi taybetî piştî ku gel hesta azadiyê jiya, di nav pergaleke demokratîk de cih girt. Ji bo avakirina pergaleke exlaqî û adil gel bi xwe bertek nîşan dide û kar dike. Tevî vê yekê, pêwîstî bi xebatên zêdetir heye. Pêwîst e hevgirtin, hevtemamkirin û helwesteke wekhev hebe.”