‘Çareserî û guhertin bi hêza gel pêk tê’

Endamên jin ên Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk ku derbarê armancên MSD’ê de axivîn destnîşan kirin ku jin ji sedî 50’î li cihê biryardanê de cihê xwe digrin û gotin: “Çareserî û guhertin bi hêza gel pêk tê.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a di çarçoveyeke niştimanî ya demokratîk a Sûriyeyê de di sala 2015’an de hat damezrandin, ji bo parastina mafên hemu pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn kar û xebatên xwe dimeşîne. Yek ji rêgezên bingehîn ên rêziknameya Meclisa Sûriyeya Demokratîk rola jinan a ji sedî 50 ye di astên siyasî û buroyên MSD’ê de. Jinan cihê xwe di meclisan de girtin û pê re sîstema hevserokatiyê hat aktîfkirin. Endamên MSD’Ê li ser kar û xebatên xwe axivîn.

Piştgiriya doza demokratîk

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD Emîne Omer behsa girîngî û sedemên damezrandina MSD’ê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji salên 2015’an şûnve pirsgirêka Sûriyeyê pir kûr bû, li aliyê din gelek destwerdan jî çêbûn. Gelek komên çete û terorîst ketin axa Sûriyeyê. Li ser vê bingehê destwerdanên navdewletî jî çêbûn. Di heman demê de çareseriya leşkerî hat ferzkirin li Sûriyeyê loma ber bi çareseriyeke siyasî ve neçû. Di nav wê rewşa kûr û hesas de Meclisa Sûriyeya Demokratîk hat damezrandin. Bêguman armancên wê jî di asta yekem de ew bû ku piştgiriya doza demokratîk û parastina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn bike.”

Sîwana QSD’ê û Rêveberiya Xweser a siyasî kar û xebatên MSD’ê

Emîne Omer got ku MSD sîwaneke siyasî ye hem ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hem jî ji Rêveberiya Xweser re ku bi hev re bûne alîkar ji bo avakirina sîstem û nimûneyek baş li herêmê û wiha pê de çû: “MSD projeyeke niştîmanî ya Sûriyeyê ye û wisa xwe da nasîn. Di nava xwe de gelek rêxistinên civakî, siyasî û kesayetên serbixwe dihewîne. Ev rengînbûna heyî bû sedem ku nêrîn û diyalogên cuda derkevin pêş. Di demên destpêkê de MSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên xwe dida meşandin bi armanca parastina pêkhateyên herêmê ji êrîşên komên çete û tundrew ên di bin navên cuda de. Dema ku hêzên terorê gelek deverên herêmê dagir kirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê dest bi operasyonan kir û ew herêm ji destên komên çete rizgar kirin. Di vê çarçoveyê de MSD’ê ji bo QSD’ê piştgiryeke mezin da, di encamê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Di heman wextê de sîwaneke ji Rêveberiya Xweser re e. Ji lewre di dema rizgariya Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê de, roleke MSD’ê ya girîng hebû di rêxistinkirina gel de û ji bo avakirina meclisên sivîl li wan herêman piştgirî da.”

‘Ji bo çareserkirina aloziyên Sûriyeyê hat avakirin’

Emîne Omer bal kişand ser taybetmendî û cudahiya MSD’ê û wiha bi dawî kir: “Di nava 12 salên krîza Sûriyeyê de, gelek rêxistin ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin avakirin. Lê belê ji nava hemû aliyên Sûriyeyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk xwe weke projeyeke niştîmanî ya Sûriyeyê da qebûlkirin di asta navneteweyî de. Bêguman ev yek ji prensîb û taybetmeniyên MSD’ê yên weke baweriya bi çareseriya siyasî dûrî çareseriyeke leşkerî her wiha baweriya wê ya mezin bi yekbûna axa Sûriyeyê re bêyî ku parçebûn hebe bi rengên cuda. Li hêleke din MSD teqez dike ku li ser diyaloga di navbera hêzên li Sûriyeyê de û bidestxistina mafên pêkhateyan di destûreke Sûriyeya demokratîk de. Ji ber ku MSD hevgirtineke siyasî ye. Ev hemû prensîb û taybetmendî dewlemendiyek dan MSD’ê û bi xwe re encamên erênî anîn ku diyalog bi gelek aliyên baweriya wan bi demokrasî û mafan heye re were avakirin û ber bi kongreyê ve biçin.”

‘Ji sedî 50  jin di cihên biryarê de xwedî rol in’

Endama Desteya Serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed têkildarî hebûn û rola jinan di hundirê MSD’ê de got: “Yek ji rêgezên bingehîn ên rêziknameya Meclisa Sûriyeya Demokratîk rola jinan a ji sedî 50 ye di astên siyasî û buroyên MSD’ê de. Jinan cihê xwe di meclisan de girtin û pê re sîstema hevserokatiyê hat aktîfkirin. Ev yek bû rê ji bo ku jin bikaribin bi rola xwe ya sereke, bilîzin, xebatên siyasî û diplomasî li gorî nêrîna jinan bidin meşandin.”

‘Bidestxistina mafên jinên Sûriyeyê di destûra pêşerojê de’

Canda Mihemed piştrast kir ku ew dixwazin mafên hemû jinên Sûriyeyê bi riya destûreke nû di pêşerojê de bi dest bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me wekî jin di MSD’ê de li ser bingeha diyalogê, gelek têkilî bi jinên Sûriyeyê re ava kir ji bo afirandina çareseriyên ku hemû alî qebûl bikin. Her wiha me xwest em bi jinên Sûriyeyê re nîqaş bikin der barê dozên jinan de. Bi taybetî jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek li dar xistin û gihîştin asteke baş di hemû waran de. Li aliyê din armanca me ew e ku em bikaribin mafên hemû jinên Sûriyeyê bi dest bixin û biparêzin di destûreke nû de.”

Girîngiya yekrêziyê û diyaloga Sûrî-Sûrî

Endama Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk a herêma Cizîrê Derya Remezan jî bal kişnd ser girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî her wiha pêkanîna yekrêziyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Meclisa Sûriyeya Demokratîk balê dikşîne ser girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî û têkiliyên di navbera hêzên Sûrieyê yên li ser welat û derveyî welat. Yek ji armancên sereke û xaleke di nexşeriya MSD’ê de ji destpêka damezrandinê ve; yekrêziya gelên Sûriyeyê û avakirina projeya ku hemû pêkhateyan bihewîne. Ji ber ku krîza Sûriyeyê encama tundî û tunekirina netew, al, ziman û çandên heyî yên li ser axa Sûriyeyê.”

Derya Remezan da zanîn ku têkiliyên wan bi hêzên demokratîk ên niştîmanî re erênî ne û wiha anî ziman: “Me di warê diyalogan de gavên baş avêtine. Di navbera me û gelek aliyên demokrat ên ku bi rastî jî niştîmanî ne û çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyeyê dixwazin de peyman hatine îmzekirin û em niha jî ber bi kongreyê ve diçin.”

‘Çareseriya aştiyane û guhertin bi hêza gel pêk tê’

Derya Remezan destnîşan kir ku hêza gelên Sûriyeyê temînata çareseriya aştiyane ye û got: “MSD’ê xeta sêyemîn hilbijartiye ku ne di xeta hikûmeta Şamê de ye û ne jî ya opozîsyonê ye. Ji ber ku em çareseriyê bi awayekî aştiyane dixwazin, bi riya nîqaş û diyalogan ku hemû hêz û tevgerên siyasî û civakî li ser maseyê rûnên. Ji lewre em encamên erênî digrin. Em hêza xwe ya bingehîn ji gel digrin. Tenê bi hêza gelên Sûriyeyê guhertineke rasterast dê çêbibe, bi saya gel dê aloziya Sûriyeyê çareser bibe û bêyî wan diyalog nagihîjin serî. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve heta roja me ya îro, bi dehan civînên Astana û Cenevê hatin lidarxistin lê aliyên ku îradeya gel temsîl dikirin û çareserî dixwestin li derve hiştin. Sedema vê jî ew e ku dewletên netewperest çareseryê naxwazin ji bo Sûriyeyê.”

‘Projeya Bakurê Sûriyeyê veguheriye projeyeke cudaxwaz’

Endama Desteya Rêveber û di heman demê de berdevka Ofîsa Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Dalya Henan got ku projeya Bakurê Sûriyeyê veguheriye projeyeke cudaxwaz û wiha axivî: “Li herêmên Sûriyeyê yên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne projeya tirkkirina herêmê pêk tê. Projeya li Bakurê Sûriyeyê veguheriye projeyeke cudaxw a dûrî cewher û yekrêziya Sûriyeyê. Ferzkirina ziman, çand, pere û nasnameya tirk li ser xelkên wan herêman dihêle ku ew herêm ji erdnîgariya Sûriyeyê parçe bibin. Tevî vê yekê helwest nayên nîşandan.”

Dalya Henan piştrast kir ku projeya wan demokratîk e û daxwaza wan Sûriyeyeya ne navendî ye û wiha bi dawî kir: “Projeya me bi projeyeke cudaxwaziyê hat tometbarkirin. Ji ber vê yekê her dem êrîş li ser me pêk tên. Projeya me ya MSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyeke demokratîk e. Bêguman daxwaza me Sûriyeyeya ne navendî ye. Em daxwaz dikin ku sîstemeke demokratîk ava bibe. Sîstemeke ku ewlehiyê ji gelên Sûriyeyê re bîne.”