“Tûnis di veguherînek siyasî ya rastî re derbas dibe û divê jin jî beşdar bibin”

Serokomarê Tûnisê Qeys Saîd di 25'ê Tîrmehê de cemidandina parlamentoyê û rakirina parêzbendiyê ji bo hemû endamên meclisê ragihand. Qeys Saîd di heman demê de bi çalakirina eşkere ya madeya 80'ê ya hukûmetê, serokwezîr Hîşam El-Maşîşî jî ji wezîfeyê bêpar kir.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Di rewşa epîdemiya karisî û xeternak di nav xwepêşandanên girseyî yên li bajarên Tunisê de ji bakur heya başûr ve tê kirin û ev yek digel pîrozkirina 64'emîn salvegera ragihandina komarê ya di 25'ê Tîrmehê de ye. 
Serok Qeys Seîd ragihand ku ew ê serokatiya desthilatdariya cîbicîkar bi alîkariya serokwezîrekî nû bike, hin hêzan jî ev biryar wek "darbeya li dijî rewabûn û destûrê” nirxandin. Der barê mijara pêşketina rewşa li Tûnisê de, ajansa me bi komeke ji femînîst û çalakvanên qada siyasî re hevpeyvîn pêk anî.
Der barê pirsa me ya li ser werza 80’ê ku gengeşiyeke mezin çêkir wê got; "Mafê serokomar heye ku di rewşa xeterê de tedbîrên pêwîst bigre, ew jî piştî şêwirmendiya serokwezîr û Serokê Meclisa Nûnerên Gel û agahdarkirina Serokê Dadgeha Destûrî ye. Bi riya daxuyaniyekê tedbîr ji gel re tên ragihandin.”
Meşrûiyeta parlamentoyê ji mirovan tê girtin
Der barê nebûna dadgeha destûra bingehîn de û radeya destûra bingehîn a biryaran de, Rabab Hadada got ku serokomar di vê rewşê de destûr dide destûrê şîrove bike û axaftina dawî vedigere gel wî ku tevgera Ennahda bi zanebûn ji dema derbasbûna destûr di sala 2014’an de bû sedema vê gengeşiyê.
Der heqê senaryoyên gengaz de, dibêje; "Meşrûtiyeta parlamentoyê ji mirovan tê standin, ji ber ku tevger di destpêkê de ji aliyê gel hat kirin da ku meşruiyeta ku berê dabû parlamentoyê paşve bikşîne û ev mijar rewa û meşrû ye û ji ber vê yekê ji saziyên dewletê re dimîne ku bi meşrûtî û daxwazên gel re bibin yek." Tê pêşbînîkirin ku tevgera El-Nahda û yên ku xwe tê de vedişêrin û li dora wê dizivirin dê ji xwenîşandanan sûd werbigirin ku rol wê teng bikin, wê li dijî îstîsmarkirina tevgera birayetî ku bermahiyên binkeyên xwe yên gelêrî ji bo tehrîkirina wan li dijî serok û alîgirên wî, hişyarî da, ev jî senaryoyek ku dibe sedema kaosê li welat.
“Divê ku jinên Tûnisê di biryarên ji bo pêşerojê de hebin”
Wê bang li Tûnisiyan kir ku aqilê xwe bi kar bînin û xwe ji mantiqê tundûtûjî û kaosê dûr bixin da ku welat ji xeterên ketina ser riya xwînê ku hin alî ji 2011’an vir ve dixwazin, biparêzin.
Rabab Hadada hêvî dike ku Qeys Saîd di pêkanîna nexşeya xwe ya siyasî de bi ser bikeve û welat ji tengasiyê derxe û ji qeyranên siyasî, aborî, civakî û tenduristî ku jê dikşîne rizgar bike. Ew hêvî dike ku jinên Tûnisê di hemî biryarên pêşerojê de hebin û ji mantiqa dûrxistinê ku bi salan jin wê yekê dijî dûr bikevin. 
Ji aliyê din ve Seroka Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk, Ewlekarî û Leşkerî ya Tûnisê, Badra Qalûl, bawer dike ku ev geşedanên siyasî dê hebûna "Biratiya" li Tûnisê qels bike, ya ku gelêrêbûna wê zêde kêm bûye û şansê komê xurt bike û Tûnisê ku ji sala 2011’an ve di nav siyaseta desthilatdar de hat talankirin, veguherîne." Piştî çend mehan ji pevçûnên giran di navbera serok Qeys Seîd û Raşid El-Xenoşî de,biryarên hişk û rast derketin pêş
“Gelo bi sedhezaran kesên li bajarên Tûnisê derketin kolanan ne ji Tûnisê bûn?”
Badra Qalûl wiha li axaftina xwe zêde kir û got; "Qenaetên Serok Qeys Saîd ne encama îro ne lê wî derfetek guncav dît ku biryarên xwe bi rengekî zelal bi daxwazên gel re ragihîne bi riya xwepêşandanên xwe yên girseyî ku welat di 25’ê Tîrmehê de dorpêç kir, ên ku banga hilweşandina rejîma serdest dikir." Ev biryar di encma îflasa siyasî û exlaqî ya elîta serdest û têkçûna bêkêmasî ya têkoşîna li dijî nexweşiya tundiya devkî û madî di parlamentoyê û destdirêjiya giştî ya saziyên dewletê de derektin. 
Badra Qalûl di dawiya axaftina xwe de got; "Gelo ew sed hezar kesên ku di 25’ê Tîrmehê de ji tevahî bajarên Tûnisê derketin û banga hilweşandina rejîma serdest kirin û pêşwaziya biryarên Seîd kirin da ku welat rizgar bibe, ne ji Tûnisê bûn? Gelo ma dibe ku ew gelê li dijî zilm û serdestiyê li ber xwe dide bi terorê were binavkirin.” 
Li aliyê din, rojnamevan û pispora ragihandina siyasî Rîm Bin Xelîfe rewşa heyî vedigerîne berhevkirina qeyranên siyasî di navbera her du serokên desteyên kargêriyê û dadrêsê de, nemaze piştî ku serokomar li ser guherîna wezaretê ku komek wezîran digre nav xwe, razî nebû.”
Tûnis di qonaxa guherînê re derbas dibe
Rojnamevan Rîm Bin Xelîfe dibêje ku li hemberî hêrsa gel, wisa dixuyê serokomar, Qeys Seîd, xwe ji bo biryara dûrxistin û cemidandina karê Meclisa Nûneran ji bo demekê amade dikir, ji ber vê yekê gelê Tunisê û rêxistinên civaka sivîl ev biryar pêşwazî kirin.
Wê axaftina xwe bi dawî kir û got; "Serok Seîd di daxuyaniyek xwe de gotibû ku destûr, ewlehiya neteweyî dixe bin ala saziya Serokatiya Komarê. Wî şîroveya yek ji bendên destûrê pêşkêş kir ku tê de hêzên serokomar wekî fermandarê giştî yê hêzên çekdar hene, bi vî awayî biryar baş tê fikirandin.” 
Sendîkaya ewlehiyê, Elfe El-Eyarî, diyar kir ku Tûnis di qonaxek veguhêz re derbas dibe da ku li dijî gendeliyê bisekine û welat vegerîne cihê xwe yê xwezayî û wê ji destên "komên biratî" ku welat gihandin qonaxa îflasa siyasî û aborî rizgar bike.
Elfe El-Eyarî teqez kir ku biryarên serokê dewletê sererastkirina riya şoreşê ne û li ser bingeha îradeyek gelêrî ku ji bo çaksaziya pergalê, şerê gendeliyê û gendelkaran û bidawîkirina siyasetên tund derket. 
“Dive hikûmeta nû were damezirandin”
Elfe El-Eyarî diyar kir ku Tûnis dê wekî dewletek medenî ya nûjen û dewletek sazûmanan bimîne, wê rewşa di serdema partiya El-Nahda de bi xirabî nav kir li hember berteka biratiyê ku şîdetê nûjen bike hişyarî da ji ber tundî rêbaza wan e.
Elfe El-Eyarî axaftina xwe bi dawî kir û got; "Tûnis rewşek dîrokî dijî û pêdivî heye ku bi lez hemû tedbîr ji bo standina biryaran werin girtin û divê hikumeta nû were damezrandin. Ji ber ku Tûnis nikare valahiyeke dirêj tehemul bike û pêdivî heye ku serokwezîr bi lez serokwezîrê nû yê ku ji bo damezrandina hikûmetê peywirdar e destnîşan bike.” 
Wezîra berê ya Jinan, Nazîha El-Obeydî, banga avakirina hukûmetek pir teng û wekhev kir ku ji wezaretên Parastinê, Karên Derve, Navxweyî, Dad, Tenduristî, Darayî, Plansazî, Perwerde, Perwerdeya Pîşeyî, Pîşesazî, Bazirganî, geşt û Çand were avakirin ku derfetên wekhev, pêşketina civakî û pêşketina zîhniyetan misoger dike.