Zeyneb Murad: Zemînek ji bo pêkhatina yekitiya netewî heye

Hevserokê KNK’ê Zeyneb Murad encama serdanên wan yên bi partiyên Başûrê Kurdistanê re bi daxuyaniyekê ragihandin û da diyarkirin ku di encamê de derket holê ku zemînek ji bo pêkanîna yekîtiya netewî heye.

Navenda Nuçeyan - Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ê Zeyneb Murad, li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek çapemeniyê encamên serdanên wan ên ji bo partî, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ragihand. Zeyneb Murad da zanîn ku di encama serdanên wan de helwestek erênî hatiye dîtin û wiha got: “Em di wê baweriyê dene, bi berxwedanek netewî, piştgiriya dost û azadîxwazan, emê bikarin hewldanên êriş û dagirkeriyê bişkînin.”
Zeyneb Murad balkêşa ser helwesta PDK’ê ya li hemberî yekîtiya netewî û wiha dom kir: “Heya niha jî ji bo civînek bi mere, PDK’ê bersiva me nedaye. Me hîn jî  nûnerên wan nedîtine û helwesta wan ne erênî û ne jî nerêniye. Divê bi xwe bêjin ji bo çi bersiva me nadin, deriyê me ji bo hemû partî û rêxistinan vekiriye.”
“Herî zêde niha pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye”
Zeyneb ji bo kar û xebata KNK’ê ya du mehên dawî a li Başûrê Kurdistanê hatî meşandin ev agahî da: “Ji bo ku Kurd ji vê rewşa hestiyar û metirsîdar derbikevin, di nava du mehan de li Başûrê Kurdistanê ji bo ku yek dengiyek derkeve, me xebatek da meşandin. Divê em bi her awayî bikarîn li dijî dagirkeran rawestin, ji ber ku herî zêde niha pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Bi awayek dur ji şerê navxweyî û şerê malwêraniyê, li ser mêzê guftugoyê dikarîn dawî li pirsgirêkan bînin û bi diyalogê çareser bikîn. Ji ber ku nebûna yekîtî û yekhelwestiyê, eniyên parastinê ên li Kurdistanê lewaz dike. Me wek KNK’ê hewl da ku em hemû partiyên siyasî yên Kurd, fraksiyonên parlamentoyê, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bibînin û divê hemû partiyên Kurdistanê li hemberî êriş û dagirkeriyê xwedî yek helwestê bin. Em bang li hemû xelkê Kurdistanê dikîn, bi taybet jin, ciwan û azadîxwazan dikîn ji bo ku partiyên siyasî ji şerê navxweyî dûr bikevin û rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin, zextê li aliyên siyasî bikin.”