‘Netewa Demokratîk yekane riya parastina mafê gelan e’
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif, têkildarî geşedanên li Sûriyê û kiryarên ku li dijî jinan û pêkhateyên cûda yên olî tên, got: “Netewa Demokratîk yekane riya parastina mafê gelan e.”
ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Di sala 2011’an de piştî salên dirêj ji çewisandin û zilmê li Sûriyê gel li dijî Rejîma Baasê rabûn. Lê belê bi destwerdanên ji derve re, şoreş veguherî krîzeke kûr û her ku çû ev krîz kûrtir bû. Ya ku herî zêde ji vê yekê zirar dît, jin bû.
Salek piştî şoreşa li Sûriyê ango di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de, ji bo parastina herêmê û hemû pêkhateyên li herêmê, Şoreşa Rojava destpê kir. Welatiyan bi riya projeya neteweya demokratîk xwe birêxistin kirin. Parastin û şoreş tenê ji aliyê mêr û ciwanan ve nehat birêvebirin. Jinan jî rola fermandaran lîstin û ji ber canê xwe di ber de feda kirin, navê ‘Şoreşa Jinê’ lê hat kirin. Bi riya şoreşa jinan ji leşkerî, siyasî, aborî û heta çandî û civakî, dikarîbûn roleke girîng di hemû waran de bilîzin. Jin gihîştin asta birêvebirina civakê û girtina biryarên girîng ên ji bo pêşerojeke adilane ya ji Sûriyê re.
Ji ber ku jin li Sûriyê hatibûn piştguhkirin û rastî tundiyê dihatin, di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebûna xwe parastin û xwe di hemû waran de bipêş xistin. Her wiha di têkbirina DAIŞ'ê de roleke sereke lîstin.
‘Girîng e kedeke mezintir were dayîn’
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê û hikûmeta demkî ya cîhadîst de axivî. Perwîn Yûsif destnîşan kir ku bi rengekî giştî pêvajoya Sûriye tê re derbas dibe dîrokî ye û wiha pê de çû: “Partiya Baasê ya desthilata wê bi dehan salan dirêj kir, gelek kiryar li dijî gelê Kurd kir û siyasetên çewisandinê meşand. Me bi berxwedaniyeke mezin ew kiryar têk birin.”
‘Di pêvajoya nû de nexşerê û destûrek nû pêwîst e’
Perwîn Yûsif balkişand ser rola jinan a di Şoreşa Rojava de û wiha domand: “Jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di şoreşa Rojava de cih girtin û ji bo mafê xwe û gelê xwe bidest bixin bi salan li ber xwe dan, karîbûn gelek siyasetên li dijî herêmê biguherînin. Gihîşt wê astê ku felsefeya azadiya jinê bû nexşerêyeke nû ji gelên Rojhilata Navîn re. Divê destkeftiyên şoreşa Rojava werin parastin. Jin her dem beşa herî paşguhkirî û tundî lê dibû ye. Ji ber wê girîng e refên jinan bibin yek da ku destkeftiyên bidest xistine werin parastin. Girîng e di pêvajoya nû de nexşerê û destûreke nû were danîn. Em fikrê azadiya jinê û sosyolojiya wê li Sûriyê bi giştî belav bikin da ku em bighên Sûriyeke nû, ya ku parastina maf û çanda hemû ol û pêkhateyan dike.”
‘Cîhê jinan di Sûrya nû de girîng e’
Perwîn Yûsig destnîşan kir ku ger jin di pêvajoya avakirina hikûmetê û Komîteya avakirina destûra nû de beşdar nebin, destkeftiyên şoreşa jinan nekarî bê parastin û wiha domand: “Hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê projeya Neteweya Demokratîk de jiyan kirin. Her kesî mafê xwe bidest xist. Heta dikaribûn zimanê xwe fêr bibin û biaxivin. Armanca me avakirina Sûriyeke nû ye. Sûriyeke ku parastina hemû mafên pêkhateyan bi rengekî demokratîk bike. Her wiha jin rola xwe di hemû waran de bilîze, bi taybetî jî di warê siyasî de. Ev yek li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat sepandin. Em bi hêvî ne ku projeya Neteweya Demokratîk a parastina hemû pêkhateyan kir, bicîh bê. Yekîtiya gelan di pêvajoya niha de girîng e. Bi taybetî jî yekbûna refên jinan li pêşiya kiryarên li dijî wan tên kirin. Divê berjewendiyên kesayetî neyên bikaranîn."
‘Projeya Neteweya Demokratîk riya tekane ya parastina mafê gel e’
Rêvebera Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a li Qamişloyê Rohilan Mislim jî diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyê di dema rejîma berê de ji mafên xwe hatiye bêparkirin û wiha got: “Ziman, kevneşopî û edetên ku ne yên wan in, li wan hatin ferzkirin. Bi destpêka şoreşê re gelê Kurd dest bi şoreşa xwe ya li Rojava kir. Vê şoreşê, siyasetên ku bi dehan salan li hember wan dihatin meşandin, red kir. Gaveke mezin ber bi mafên xwe ve birin. Mafê herî sereke jî, mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê ye. Di şoreşê de me fêm kir ku ne tenê Kurd ji mafên xwe li ser rûyê erdê bêpar tên hiştin, her wiha pêkhateyên din jî di nav de ji mafên xwe bêpar man. Me kar li ser avakirina sîstema Rêveberiya Xweser kir, a hemû pêkhate hembêz kir.”
‘Bi felsefeya Rêber Ocalan jinan li dijî tundiyê serî hilda’
Rohilan Mislim diyar kir ku jinan berxwedaneke mezin nîşan dane û ber bi azadiya xwe ve çûne. Rohilan got ku Kongra Star wek bingeheke xurt a azadiya jinan û birêxistinkirina wê ye û wiha berdewam kir: “Bi şoreşê re kar li ser avakirina yekîtiyeke jinan ku hemû jinan ji hemû pêkhateyan di nava xwe de digre hat kirin. Ji bo kongre bibe platforma hemû jinên ku xewna wan azadî ye. Kongra Star roleke mezin di piştraskirina jinan a ji cihê xwe, di civakê de lîst. Fedayîyên berxwedêrên Kurd Ereb Suryan û her wekî din ji pêkhateyan, bû mîrasa hemû jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê. Kongra Star a ku hemû jinên ji hemû pêkhateyan di nav xwe de girt, gelek serkeftin bidest xistin. Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rê li pêşiya jinan vekir ji bo serî hildin û daxwaza mafên xwe di vê şoreşê de bikin. Bi riya fikrê wî yê azad jinan rol û cihê xwe di civakê de nas kirin û slogana Jin Jiyan Azadî bû dirûşmeyeke cîhanî ya ku parastina jinan dike.”
‘Dewamkirina berxwedanê dê destkeftiyên şoreşa me biparêze’
Rohilan derbarê zor û tengasiyên ku jinan di dema şoreşê de derbas kirine de jî wiha got: “Em di gelek zehmetiyan re derbas bûn. Ji hedefgirtina fermandarên ji bo azadiya jinan li ber xwe dan, heta êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me. Me li dijî hemû grûpên terorîst serî rakir. Yek ji wan jî, DAIŞ'a ku hê jî li ser herêmên me xeter e. Em ê berxwedana xwe dewam bikin û em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.”