rojane
-

Kombûna Jinan a Zenûbya: Li dijî kiryarên dewleta Tirk demildest têkevin tevgerê
Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên li bendava Tişrînê daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de bang li saziyên navnetewî hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk têkevin nav tevgerê.
-

Ji çalakvana parastina mafê jinan peyama Zeyneb Celaliyan
Rojnamevan û çalakvana parastina mafê jinan Şîwa Gencî ji bo Zeyneb Celaliyan peyamek weşand û got: “Zeyneb Celaliyan fêrî me kir ku di şert û mercên herî dijwar de jî berxwedan, wateya rasteqîn a hêz dide me ye.”
-

Ji bo Pexşan Ezîzî 3 hezar îmze hatin komkirin
Hate ragihandin ku bi pêşengtiya hunermend, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, çalakvanên sivîl û siyasî, ji bo Pexşan Ezîzî 3 hezar û 400 îmze hatin komkirin.
-

Çalakvanên Sûdanê: Fikra DAIŞ û Îslama siyasî li Sûriyê û Sûdan yek e
Çalakvanên Sûdanê tekezkirin ku fikra DAIŞ û Îslama Siyasî li Sûdan û Sûriyê yek e û destnîşan kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi pergala hevserokatiyê destkeftiyên mezin bidestxisine û divê tecrube ji têkoşîna wan bê girtin.
-

Li Mexrîbê jin ji bo xebatên dema nû ya têkoşînê amade ne
Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê di dawiya sêyemîn kongreya xwe ya neteweyî de tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi xurtkirina hevgirtina di navbera jinan de û berdewamiya xebata xwe ya ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê kir.
-

Koçberên Efrînê: Emê bi rihê Berxwedana Serdemê tevbigerin
Koçberên Efrînî bi boneya 7. salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, bang li civaka navnetewî kirin ku bi lez tevbigerin, Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin.
-

Li Rojhilatê Kurdistanê dijî darvekirinê greva giştî
Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê (22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.
-

Li Xezayê piştî agirbestê pevguhertina rehînan pêk hat
Êrîşên Îsraîlê yên di 7'ê Cotmeha 2023'an de li dijî Xezayê dabûn destpêkirin bi agirbesta ku di 19'ê Çile de hatibû bicihanîn bi dawî bû. Piştî agirbestê Hamasê 3 rehîne û Îsraîlê jî 90 rehîne berdan.
-

‘Em li pişt gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne’
Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civaka Êzidî bi hêrs e. Jinên Êzidî diyar kirin ku ew heta dawiyê piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
-

Ji çalakvana Efgan banga ji bo Pexşan Ezîzî
Çalakvana mafên jinan û derûnnas Yalda Ehmed a ji Efganîstanê ye, erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li dijî cezayê darvekirinê rabin.
-

Efrîn 7 sal in bi ebedîbûna darên zeytûnê li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide
Pela dara zeytûnê, di Tofana Nûh de bi berxwedana xwe bûbû sembola ebedîbûnê. Li Efrîna ku her dera wê bi darên zeytûnan şîn û bi keda jinan navdar ê; di 7’emîn salvegera berxwedanê de hê jî agirê şoreşê venemiriye.
-

Jinên ji nobeta Tişrînê vegeriyan: Divê em xwe biparêzin
Jinên ku ji bo parastina av û axa xwe çûbûn Bendava Tişrînê û vegeriyan bal kişandin ku dewleta Tirk dixwaze bendava Tişrînê hilweşîne û bajarên Kurdistanê di bin avê de bihêle û gotin: “Divê em bi xwe, xwe biparêzin.”
-

Kongra Star a Lubnanê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist
Meclisa Kongra Star li Lubnanê ji bo xurtkirina rola jinan û lidarxistina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kongreya xwe yekemîn pêk anî.
-

Xelkê Şengalê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir
Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi mebesta piştgirî dayîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelkê Şengalê îro meşiyan.
-

Nasnameya kesên li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin aşkere bû
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ku têkildarî qetliamên sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat daxuyanî da, bang li saziyên navnetewî kir ku bikevin nava tevgerê û nasaneya kesên li bendava Tiştinê hatin qetilkirin aşkere kir.
-

Kongra Star: Şehîd Menîce Heyder di avakirina tevgera jinê de rolek girîng leyîst
Kongra Star êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser nobedarên li bendava Tişrînê bi tundî şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Menîce Heyder.
-

‘Bêdengiya navnetewî êrişan zêde dike’
Gelên ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Bendava Tişrînê liberxwe didin, di vegera nobetêde diyar kirin ku bêdengiya navnetewî dibe sedema zêdebûna êrişan.
-

Agirbesta li Xezayê ket meriyetê
Îsrail bi erêkirina lîsteyan berdana rehîneyan, li Xezayê agirbest di saet 12:15’an de ket meriyetê. Li bendê ne Hamas 3 rehîneyan di saet 17:00’an de berde.
-

QSD: Dewleta Tirk sûcê dijî mirovahiyê dike
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk eşkere kir û diyar kir ku dewleta Tirk sivîlan û bînesaziyan dike hedef û sûcên dijî mirovatiyê dike.
-

Nivîskara Şamî: Jin û ciwan bila di avakirina Sûriyeke nû de wêrek bin
Nivîskar Nûr Cendalî ku li paytexta Sûriyê Şamê konferansek lidar xist, destnîşan kir ku hêviya rastîn a guhertinê, di xortên hişyar û jinên wêrek ên tevkarî didin avakirina civakek hevdeng û bihêz de ye.