Koçberên Efrînê: Emê bi rihê Berxwedana Serdemê tevbigerin
Koçberên Efrînî bi boneya 7. salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, bang li civaka navnetewî kirin ku bi lez tevbigerin, Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin.
RAPERÎN BEKIR
Hesekê – Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser kantona Efrîna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Bi rêya van êrîşan dagirkeriya Tirk hemû kiryarên xwe yên li dijî qanûn û yasayên navnetewî ne, li ser gelê herêmê pêk anî.
Xelkê Efrînê li gel şervanên xwe li dijî siyasetên êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk 58 rojan berxwedanek dîrokî bi navê "Berxwedana Serdemê" bi lehengî û têkoşîna xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk li hember vê berxwedana dîrokî komkujiyên qirkirinê pêk anî. Heya vê kêliyê ev berxwedan li dijî hemû cureyên qirkirinê û tunekirinê didome.
Dewleta Tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê û gundewarên wê dagir kir, bi dara zorê reseniyên herêmê koç kir. Koçberên Efrînê berê xwe dan Şehbayê û qonaxa duyem ji "Berxwedana Serdemê" bi armanca rizgarkirina Efrînê di nava malên ruxandî û çadirên koçberiyê de destpê kirin. Li Şehbayê jî dewleta tirk êrîş û komkujiyên xwe bi ser gel de seranserî 7 salên koçberiyê ranewestand, heya ku ew carek din koçber kirin û gelê Efrînê berê xwe dan herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wan jî ev rêwîtî wek "Koça duyem a Efrîniyan" pênase kirin.
Bi boneya hatina 7’emîn salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê, koçberên Efrînê bi ajansa me re behsa kêliyên "Berxwedana Serdemê" û hovîtiya êrîşên dagirkeriyê kirin.
'Li dijî êrîşan dibûn mertalên zindî'
Hêvîn Mihemed ku bûye şahida Berxwedana Serdemê û hovîtiya êrîşên dagirkeriyên li ser Efrînê, wiha got: “Dewleta tirk bi hovîtî êrîşî herêma me kir. Hemû çekên di qada navnetewî de qedexekirî, ji bo tunekirina Kurdan, li dijî herêma aşîtî û demokrasiyê bi kar anî. Li Efrînê tevahî pêkhateyên herêmê bi rengê xwe li ser prensîbên Netewa Demokratîk jiyana xwe didomandin. Piştî ragihandina seferberiyê bi taybetî jinan bi hemû hêzên xwe berxwedanek mezin li dijî êrîşan meşandin. Jinan zarokên xwe dişandin eniyê da ku parastina axa xwe ji dagirkeriyê bikin. Dayîkan xwarin ji şervanên xwe re amade dikirin û li aliyekê jî çek hildidan ser mil, ji bo parastina taxên xwe. Ew li dijî êrîşandibûn mertalên zindî.”
'58 roj 58 çîrokên berxwedanê'
Hêvîn Mihemed derbarê beşdarbûna xwe ya li berxwedana Efrînê ya li navçeya Şiyê wiha got: "Navçeya me yek ji navçeyên herî biçûk ên Efrînê ye, lê li dijî siyasetên dagirkeiryê berxwedanek dîrokî meşand. Erka min ew bû ku gelê navçeya xwe bi rêxistin bikim, her wiha min xwe ji çêkirina xwerina ji bo şervanan berpirsyar dît. Me hêza xwe ji moral û berxwedana gel digirt. 58 rojan 58 çîrok di dîrokê de nivîsand. Ew rojên ku berxwedan, tekoşîn û lehengiya gel di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandin. Şervanên me li dijî hemû cureyên êrîşan li berxwe dan. Em tirsê nas nakin, ji ber ku em xwedî maf in. Ev berxwedanî dibû sedem ku hêrsa dagirkeriyê zêdetir bibe. Piştî ku Efrîn dagir kir, bi darê zorê em koçber bûn. Armanca dagirkirina Efrînê ew e ku projeya dagirkeriya xwe li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehtir bike û projeya Netewa Demokratîk têk bibe."
'Berxwedan û sekna gel dibe armanca dagirkeriyê'
Hêvîn Mihemed qala rêxistinên xwe yên li Şehbayê jî kir. Hêvîn balkişand ser girîngiya avakirina saziyan û wiha pê de çû: “Dagirkeriya dewleta Tirk her hewl dide îradeya gelan biçewsîne û nasname û dîroka herêmê bide guhertin. Me bi rihê Berxwedana Serdemê, qonaxa duyem li Şehbayê li dijî hemû cureyên qirkirinê berxwedana xwe dewam kir. Gel xwe birêxistin kir û saziyên xwe ava kirin. Berxwedan û sekna me li Şehbayê her dibûn hedefa êrîşên dagirkeriyê. Seranserî 7 salên koçberiyê li Şehbayê li hember êrîşên dagirkeriyê û dorpêçkirina herêmê, me li berxwe da. Dewleta tirk bi hovîtî êrîşî Şehbayê kir, loma em carek din koçber bûn. Li hember astengî û tengasiyan îsrara me ji bo vegera Efrînê bilind dibe û têkbirina dagirkeriyê armanca me ya sereke ye.”
'Me di bin konên koçberiyê de hêviya vegerê çand'
Rûşan Mustafa jî destnîşan kir ku tevî êrîşan berxwedan û têkoşîna wan berdewam dike û wiha axivî. “Tevî dijwarbûna êrîşan, berxwedan û têkoşîna me berdewam dike. Me îradeya xwe nîşanî dinyayê da. Siyasetên dagirkeriyê tu car nikare berxwedana me lawaz bike. Girêdanek ruhî di nava me û Efrînê de heye, em nikain bêyî wê bijîn. Dema em koçî Şehbayê bûn, me ew veguherand Efrîna duyem. Di bin her konek koçberiyê de me hêviya vegera welat çand. Seranserî 7 salan me ji bo vegerek bi rûmet û ewle bang li cihên pêwendîdar dikir, lê mixabin her tim bêdeng diman. Bêdengiya wan li hember zehmetiyên me wê nehêle em ji Efrîn dûr bikevin."
'Me hêz û morala xwe ji şervanan digirt'
Rengîn Mihemed jî diyar kir ku di Berxwedana Serdemê de gel hebûna xwe di nava seferberiyê de nîşan daye û wiha got: “Me bi yek destê li dijî siyasetên dagirkeriyê li berxwe da. Me hêz ji dayîkên ku çek didan ser mil û parastin axa xwe dikirin, digirt. Di heman demê de me morala xwe ji şervanên eniyên şer jî digirt û bi vê rihê liberxwe dida. Dagirkeran piştî ku Efrîn dagir kirin, herêma aşîtiyê vegurandin herêmek hov ji kiryar û komkujiyan. Dest bi dizî, wêran, qetilkirin û revandina gel kirin. Divê rêxistinên mirovî û hiqûqî dev ji bêdengiya xwe berdin û rizgarkirina Efrînê misoger bikin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser Şehbayê di 27'ê Mijdara 2024'an de dijwartir kirin. Ji ber hovîtiya dagirkeriyê gel neçar ma carek din di rêwîtiya koçberiyê de koçberî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Koçberên Efrînê dewamkirina rêxistin û berxwedana xwe ya li dijî siyasetên dagirkeriyê bi rêya civînekê ku di 15'ê Çileyê de li bajarê Hesekê hate lidarxistine, ragihandin. Koçberan eşkere kirin ku wê ji bo vegera bi rûmet her têbikoşin.