rojane
-

Jinên Efganistanê naxwazin ku aktorên derve pêşeroja wan diyar bikin!
Tevgera Şemiyên Mor ya li Efganistanê banga îstifayê li Dîrektora Mîsyona Alîkariya Eganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Roza Otunbayeva kir. Tevgerê diyar kir ku ew naxwazin aktorên derve pêşeroja wan diyar bikin.
-

Gelê Kobanê: Dewleta Tirk nikare welatê me dagir bike
Şêniyên Kobanê li dijî gef û êrîşên Dewleta Tirk li ser Kobanê daketin qadê û gotin ku ew rê nadin dagikeriya Tirk bikevin bajarê wan.
-

Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyologê ya ji 10 xalan pêk tê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo diyalogê avakirina Suriyeya pêşerojê beyannameyek ji 10 xalan pêk tê, belav kir û bang li tevahiya hêzên Suriye, navnetewî û welatên Ereban hat kirin.
-

Îsraîlê li Xezayê êrişî dibistanek kir: 43 kesan jiyana xwe ji dest dan
Îsraîlê êrişê dibistana Xelîl Uweyda ya bajarokê Beyt Hanûnê ku Filistînî lê bi cîh bibûn kir. Di encama êrişê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Başûr kampanya ji bo alîkariyan didome: Divê sînor werin vekirin
Li Başûrê Kurdistanê kampanyaya komkirina alîkariyên ji bo koçberên Şehba û Til Rifetê didome. Beşdarên kampanyayê bal kişandin girtina deriyê sînor ê Sêmalka û gotin “Girtina deriyê sînor siyasetek din ya dagirkerî ye.”
-

Li Îranê pêvajoya pêkanîna qanûna ‘hîcabê’ hate rawestandin
Qanûna ‘Hîcaba bi zorê’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatî amadekirin û dihat payîn di nava van rojan de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikeve meriyetê, ji aliyê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ve hate rawestandin.
-

Li Idliba dagirkirî ragihandin li jinan hat qedexekirin
Jinên Idlibê êdî ew ê nikaribin di beşên ragihandinê yên li zanîngehê de bixwînin. Ji bo biryara qedexeyê, hinceta ‘binesaziya ku jin û mêr ji hev cuda bin tune ye’ hat nîşandan.
-

YPJ: Divê em têkoşînê mezin bikin û belavî her derê bikin
Fermandariya Giştî ya YPJˋê got: "Divê em têkoşînê mezin bikin û belavî her derê bikin. Êdî dem hatiye ku em van êrîşên Komara Tirk a faşîst rawestînin û hesab jê bixwazin."
-

Qêrîna çalakvanek ji Morîtanyayê: Divê tecawiz û tundiya li dijî jinan raweste
Çalakvana Hiqûqî Sîham Hemadî ragihand ku li Morîtanyayê tenê îsal, 366 rewşên destdirêjiyê tomar kirine û bang li hikûmetê kir ku pêşî li van bûyeran bigre.
-

Jinên Kobanê: Gefên dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana me naşkîne
Piştî gefên dewleta Tirk li dijî bajarê Kobanê jinên bajêr êriş û binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin: “Bi gefan nikarin me bitirsînin û bi şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bajarê berxwedanê biparêzin.”
-

Bi romana xwe ya ‘Ev kevir a min e’ ronahiyê dide êşên jinên Filistinê
Êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê didome. Nivîskara Filistînî Saja Hamdan bi romana xwe ya bi navê ‘Ev kevir a min e’ qala çîrokên jinên koçber ên Filistînî dike ku di Kampa Cenînê de têkoşîna jiyanê didin.
-

Ji Makedonyayê Marija Arsenkova: Em ê Şoreşa Rojava biparêzin
Çalakvana ji Makedonyayê Marija Arsenkova bi pêyama xwe ya ji ajansa me re şand bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em ê ti carî nehêlin Rojava têk biçe. Ji her çar aliyê cîhanê em ê vê şoreşê biparêzin.”
-

Ji pênûsa koçberek: Li ser axa welatê xwe ne carek sê car in koçber dibim…
Di êvareke bi sir û seqem de em ketin rê. Du rojan em li ser rê bûn, lê mîna ku du sal bû, ne xew, ne xwarin, ne vexwarin hebû. Gelek zehmet bû, ji sermayê zarok nexweş ketibûn, sir û seqem bû, her tişt lal bûbû.
-

‘Em ê bi piştgiriyê birînên xwe bipêçin’
Bi kampanyaya alîkariyê ya bi pêşengiya Weqfa Jinên Azad û Sûriyeyê hatiye destpêkirin re, pêdiviyên jin û zarokên ji Şehbayê koçber bûne tên temînkirin. Ji rêveberên weqfê Verjîn Mihemed got: “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin.”
-

Rojnameger Dîlan Osman: Êrîşên li ser Minbicê li ser îradeya azad bû - HEVPÊYVÎN
Rojnameger Dîlan Osman a ku êrîşên li ser Minbicê û berxwedaniya şervanan kêlî bi kêlî dişopand got ku berxwedanî û ruhê fedaî yê şervanên azadiyê ku li Minbicê li ber xwe dan, rûpeleke nû li dîrokê vekiriye.
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 976
Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 976.
-

Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye hişyarî da gel
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hewl tê dayin, li herêmê şerê mezhebî bê derxistin û hişyarî da gelê herêmê ku li hemberî nûçeyên derew û manîpulatîf hişyar be.
-

Li Xezayê ji bo cenazeyên li kolanan hişyarî hat kirin
Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên 436 roj in li ser Xezayê didomin de jiyana xwe ji dest dane, her roje diçe zêde dibe, li Xezaya ku gelek cenaze lê hene hişyariya ‘felaketê’ hat kirin.
-

Nobeta li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 3’yemîn de ye
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de bi dirûşmên berxwedanê didome.
-

Li Misrê jin li hember zewaca zarokan têdikoşin
Li Misrê hê jî bi erêkirina malbatan zarok bi darê zorê tên zewicandin. Keçik ji perwerdê tên bêparkirin û zewicandin. Heta dawiya emrê xwe rastî binpêkirinên mafan tên. Jin li aliyê din têkoşîna xwe ya li hember feraseta zilam jî didomînin.