Li Yemenê hebûna jinan a li cihên biryardanê tê astengkirin
Jinên Yemenê destnîşan kirin ku gihîştina wan a cîhê biryardayînê û cîhgirtina di qadên siyasî de tê astengkirin. Jin bang li hikûmetê dikin ku van astengiyan ji holê rake.
RANIYA ABDULLAH
Yemen – Jinên Yemenî li ser asta herêmî û navnetewî, di warên cuda de hewlên girîng dane û beşdariyek xurt kirine. Bi taybetî jî piştî destpêkirina şer û pevçûnên li welêt. Tevî ked û beşdarbûn û rola wan, di navendên biryardayîna sazî û dezgehên hikûmetê de tuneye.
Platforma 30'î li Yemenê bi 110 jinên femînîstên elît re hevdîtin pêk anî û di encamê de astengiyên ku di hêla gihîştina astên rêveberiyê de derdikevin pêşiya jinên Yemenî, eşkere kir. Li gor encaman tiştê herî zêde derketine pêş; astengiyên kevneşopiyê, tunebûna derfetên kar, cihêkariya di kar de, erkên malbatî, her wiha nebûna yasayên adilane bûne.
'Divê jin ne girêdayî mêr be'
Rêvebera giştî ya Beşa Pêşxistina Jinê ya li Wezareta Karûbarên Civakî Dr. Ahed Casûs destnîşan kir ku hebûna jinê di cihên biryardayînê de gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Mixabin hebûna wê gelek caran teşeyî dimîne û li gor feraseta mêr tevdigere. Em jinên femînîst vê yekê qebûl nakin û divê jin xwedî biryar be, ne girêdayî mêr be. Ji ber pevçûn û nakokiyên di herêmê de derdikevin, her jin ji cihên biryardayîn û rêvberiyê hatine dûrxistin. Eger derfet ji me re bên dayîn, em dikarin bi fikir û nêrînên xwe guhertinên rast di civakê de çêkin."
'Jinên Yemenê xwedî destkeftiyên mezin in'
Edîtora malpera ‘Yemen Future’ ya pêşxistina çandî û zanistî Sûreye Demac balkişand ser astengiyên di cihên biryardayînê de derdikevin pêşiya jinan û wiha got: “Pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin, bi astengiyên ku derdixe pêşiya jinan, nahêle bighên cihên biryardayînê. Yemen xwedî rêwîtiyek dirêj a ji destkeftiyên jinan ên berî serhildana 2011'an bû. Jinan deskeftiyên mezin bi dest xistin û di cihên biryardayînê de xwe nîşan dan. Lê ji ber kotayên siyasî yên ku ji aliyê hikûmeta Yemenê ve hatine qebûlkirin, ev yek bû sedem ku jin di siyasetê de bi awayek aşkera cîh negirin. Heta ku hebûna jinan di cihên dadwarî de hat erêkirin, ji aliyê jinên Yemenê ve gelek ked hatin dayîn.”
'Hikûmet berpirsyar e'
Profesora dîrokî ya Zanîngeha Eden Esmahan El Elas diyar kir ku hikûmeta Yemenê di vê pirsgirêkê de berpirsyar e û wiha axivî: "Di vê demê de beşdarbûna jinan a li cihên biryardayînê, gelek girîng e. Ji ber ku bi mafên welatiyan ên jê hatiye desteserkirin ve girêdayî ye. Hemû mafên jiyanî ji jinan hatine dizîn û derfetên kar ji mêran re her vekirî ne. Tevî ku jin ji mêran bêhtir kar dikin û xwedî biryarên rasteqîn in. Divê hemû mafê jinan bên dayîn. Yemen, dewleta herî zêde biryaran radighîne lê bi cih nîne ye. Piştî kongreya Becîn a sala 1995'an û heya vê kêliyê jî, em ji bo mafên jinan bangewazî dikin, lê ew bicîh naynin. Jinên Yemenê ji warê siyasî ve gelek hatine dûrxistin. Her wiha em hikûmetê di vê pirsgirêkê de berpirsyar dibînin. Ji ber ku biryar û yasayan derdixe, lê pêk nayne."