rojane
-

Li Zanîngeha Rojava li ser Cejna Zimanê Kurdî semîner
Li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî semînerek hat dayîn.
-

Hejmara rojnamegerên li Xezayê hatin qetilkirin bû 215
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Nasir de yek ji rojnameger 2 filistiniyan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara rojnamegerên ku ji 7’ê Cotêmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 215.
-

Sozdar Avesta: Artêşbûna jinê bû garantiya serkeftinê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di kongreya 12’yemîn a PKK’ê de axivî û got: “Artêşbûna jinê bû garantiya serkeftinê. Demê wê yekê ye ku êdî fikrê mezin xwe rêxistin bike.”
-

'Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin'
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de ji ber êrîş, tevlihevî û teqîna mayînan, 2 zarok û jinek jî di nav de 11 kes hatin kuştin.
-

Besê Hozat: Em dîrokek nû dinvîsin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê de axivî û got, "Em dîrokeke nû dinvîsin. Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vê yekê.”
-

Foza Yûsif: PKK'e ketiye pêvajoyeke nû
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku PKK'ê bi têkoşîna xwe û nirxên ku afirandî hebûn û nasnameya gelê Kurd xistiye bin termînatê.
-

Beşdarên perwerdê: Felsefeya Rêber Apo deriyên girtî li ber jinan vekir
Dewreya perwerdê ya Şehîd Salîhe Viyan ku Kongra Star dabû destpêkirin, bidawî bû. Jinên beşdarî dewreya perwerdeyê bûne gotin “Felsefeya Rêber Apo deriyên girtî li ber jinan vekir” û anîn ziman ku ew ê li pêy dîroka xwe ya nehatiye nivîsandin bin.
-

Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 130’mîn, di roja xwe ya 663’an de didome.
-

Tulay Hatîmogûllari: Divê gavên şênber bên avêtin
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî civîna MYKê anî ziman ku divê ji niha şûn ve gavên şênber bên avetin û got: “Ji bo avakirina Komara Demokratîk gav bavêjin. Rêya vê yekê vebûye.”
-

‘Li Suriyeyê di 10 seatan de bi kêmanî 10 kes hatin qetilkirin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 10 saetên dawîn de bi kêmanî 10 kes hatine qetilkirin.
-

Êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê didomin
Di encama êrîşên hêzên Îsraîlê li ser herêam Cibalya ya bakurê Xezayê de 15 kes di nav de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan.
-

Pervîn Buldan: Divê demildest tişta ku divê were kirin li parlamentoyê bê kirin
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan têkildarî encamnameya Kogreya 12'yemîn a PKK’ê de diyar kir ku ji vê rojê û vir ve her kes amadekariyên pêvajoyeke nû bike û got: "Divê demildest tişta ku divê were kirin li parlamentoyê bê kirin."
-

Dîroknasa Tûnisî: Divê em bîra jinan carek din ji nûve ava bikin
Profesora Dîrokê Dr. Heyat Amamî destnîşan kir ku dîroka çalakvanên jin di gelek rewşan de hatiye piştguhkirin û got ku “Dîroka sexte ji bo jinên Ereb bi edalet tevnegeriyaye. Divê em bîra jinan carek din ji nûve ava bikin.”
-

PKK’ê encama danezana kongreya xwe eşkere kir
PKK'ê encama danezana kongreya xwe ya 12'yemîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK'ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK'ê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.
-

Li Lîbyayê jin edalet û wekheviyê dixwazin
Jinên li Lîbyayê ji bo wekheviyê têdikoşin, di heman demê de li ser "edaletê" jî nîqaş dikin. Jinên ku ji bo wekheviya rastîn têdikoşin, rave dikin ku jiyaneke dadmend divê çawa be.
-

Perwerde û zanîna jinan ji bo wekhevî û demokrasiyê dibe piştgirî
Akademiyên fikrî û bîrdozî yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi bernameyên perwerdeya ji bo jinan di warî zihnî de pêşketinê çêdikin.
-

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pergala Netewa Demokratîk de bi îsrar in
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewriya tek al, ziman, welat û çand hat hilweşandin û li şûna wê pergala Netewa Demokratîk ya xweserî, wekhevî û azadkirina mîrateya çandên hezar salan armanc digre tê pêkanîn.
-

Hozan Mizgîn Li Mexmûrê hat bibîr anîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê hunermend û şoreşger Hozan Mizgîn di 33’mîn salvegera xwe de hat bibîranîn.
-

Hozan mizgîn li Qamişlo hat bibîr anîn
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamya û Hîlala Zêrîn li Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 33’yemîn salvegera hunermend û pêşenga têkoşîna jinên Kurd Hozan Mizgîn bi bîr anîn.
-

Hozan Mizgîn di 33’yemîn salvegera xwe de hat bibîr anîn
Hunermend Mizgîn (Gurbet Aydin) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.