rojane
-

Li Koye mihrîcan: Berhemên çanda Kurdî hatin pêşandan
Li Zanîngeha Koye bi boneya salvegera ragihandina însiyatîfa zanîgehê mihrîcanek hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek berhemên çanda Kurdî hatin pêşandan.
-

Di hilbijartinên şaredariyê yên Lubnanê de ji bo jinan banga piştevaniyê
Di hilbijartinên herêmî û keyatiyê yên 18’ê Gulanê li paytexta Lubnan Beyrûdê pêk were de jin, cara yekem e evqas bi hêz derdikevin ser dikê.
-

Dermankirina Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Hate diyarkirin ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku nexweşiya çav, gurçik û mîdeyê heye, lê belê dermankirina wê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin.
-

Çalakiya Mexmûrê di roja 3'yemîn de bi biryardarî didome
Di 15’ê Gulanê de xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî girtina şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê li Bexdayê, heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan û li wir konê çalakiyê vedan. Çalakiya wan di roja 3'yemîn de didome.
-

Jin di warê aborî de xwe bihêz dikin
Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê û Komîteya Aborî ya Kongra Star hewl didin jinan di avakirina aboriyek taybet de bihêz bikin û rê li ber beşdariya berfirehtir a jinan di bazara kar de vekin.
-

Çalakvanên Mexmûrê: Em îradeya xwe teslîm nakin
Çalakvanên konvedanê yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî kiryarên hikumeta Iraqê û girtina şandeya meclisa gel axivîn û diyar kirin ku ew ê ji bo parastina mafên xwe heta dawiyê têbikoşin.
-

Li Kobanê ji bo zarokan perwerdeyên pîşeyî û fikrî
Akademiya Şehîd Emgihan Cûdî ya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ku ji bo zarokên şehîdan perwerde dide, îsal jî dewreyek di aliyê pîşeyî û fikrî de ji bo zarokan daye vekirin.
-

Li Til Temirê bermahiyên şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna teqemeniyên ji bermayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li rojavyê Til Temirê, zarokeke jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndara bûn.
-

Jinan di kongreya NADA de azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan xwestin
Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) di roja duyem de berdewame. Di kongreyê de jinan azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
-

'Astengiya herî mezin li pêşiya mafên jinan polîtîkayên hikûmetê ne'
Jinên ji Yemen û Sûdanê yên ku beşdarî Kongreya NADA bûn, pirsgirêkên ku jin li welatên wan pê re rû bi rû dimînin, rêz kirin. Jinan diyar kirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya mafên jinan polîtîka û qanûnên hikûmetê yên li ser jinan in.
-

1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA didome
Roja duyemîn a 1emîn Kongreya NADAyê bi komxebatan dest pê kir. Di komxebatê de, jinan ezmûn û pirsgirêkên xwe di bin 4 sernav û 4 koman de nîqaş kirin.
-

Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerî zimanê Yewnanî kirin
Pirtûka Gurbettellî Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” wergerandin zimanê Yewnanî û pirtûk hate weşandin.
-

Îsraîl di 24 seatên dawî de 136 Filistiniyan qetil kir
Hate zanîn ku di êrişên 24 saetên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 136 Filistînî hatine kuştin.
-

Ji Kongreya NADA’yê peyama çalakvanên Îranî: Şoreş sînoran nasnake
Çalakvanên Îranî di Kongreya NADA de axivîn û tekez kirin ku jin di xeta berxwedana herêmî de yekgirtî ne û gotin, "Bi bandora serhildana Jin Jiyan Azadî, jinên Îranî niha bi perspektîfek vekirîtir û gerdûnî nêzî têkoşînê dibin."
-

‘Li Sûriyeyê di rojekî de yek jê zarok 11 kes hatin kuştin’
SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de yek jê zarok, 11 kes hatine kuştin.
-

1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA di roja duyemîn de ye
Kongreya 1’emîn a Hevgirtina NADA ku duh li Silêmaniyê destpê kir, di roja duyem de berdewame. Tê payîn îro di kongreyê de du panel were lidarxistin.
-

Çalakiya Mexmûrê di roja 2'yemîn de didome
Duh xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî girtina şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê li Bexdayê, heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan û li wir konê çalakiyê vedan. Çalakî di roja xwe ya 2'yemîn de didome.
-

Li Efganistanê jinbûn: Qamçî, girtîgeh û berxwedan
Jinên li Efganistanê di bin zexta Talîbanê de dijîn, tevî şîdet, girtîgeh û biçûkxistinê jî bêdeng namînin, bi berxwedana xwe, meşrûbûna rejîmê nas nakin.
-

Di nava kavilan de ji bo jiyanê têdikoşe
Şirûq El-Cercawî ya ji Xezayê ku di nav kavilan de ji bo jiyanê têdikoşe dibêje: "Her perçeyek şîraniya ez difiroşim serkeftinek e, afirandina xewna bi destên xwe di nava kavilan de û xwedîkirina kurê xwe tiştên ku min bi dest xistine, bi nirx in."
-

‘Divê zimanê Kurdî bê parastin’
Mamosteya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Nûrê Sanri ya li ser girîngî û parastina Zimanê Kurdî axivî, destnîşan kir ku zimanê kê hebe, nasnameya wê jî diyar e û banga parastina ziman kir.