rojane
-

‘Emê êdî nehêlin zimanê me bê çewsandin û tunekirin’
Mamosteya zimanê Kurdî Nûrcan Ibrahîm bi mebesta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî da zanîn ku ewê mîrate û destkeftiyên xwe yên di warê zimanê Kurdî de biparêzin û di Sûriyeya pêşerojê de jî mayînde bikin.
-

Cejna Zimanê Kurdî li Mexmûrê hat pîroz kirin
Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku li zimanê xwe xwedî derkevin û li her qada jiyanê de bikarbînin.
-

Şahiya Hezar Def bi hezaran jinan anî ba hev
Jinên ku beşdariya şahiya Hezar Def li gundê Palangan a Îranê bûne tekez kirin ku ev şahî girêdana jin bi jîngehê re nîşan dide û gotin: "Bi lêdana defê jin mîrata çanda Kurdî diparêzin."
-

Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan civîn
Di civîna ku Kongra Star derbarê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de lidar xist de, hat destnîşankirin ku pêwîst e hemû jinên dinyayê, fikrên Ocalan nas bikin û hat gotin ku di vê mijarê de erka herî girîng, para jinên Kurd e.
-

Jinên Sûdanî yên koçber bi sunetkirinê re rûbirû ne
Çalakvanên jin ên Misrî, dan zanîn ku Misir û Sûdan her du welatên ku rêjeyên sunetkirina jinan lê zêde ne û gotin: "Pêwîst bi ku hişmendiya zagonên Misrê yên ku sunetkirina jinan di nav civakên koçber ên Sûdanî de sûcdar dikin, heye."
-

1’emîn Kongreya Koalîsyona NADA wê li Silêmanî were li darxistin
Sibe li bajarê Silêmaniyê 1’emîn Kongreya Koalîsyona NADA bi sernavê ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ bi dirêjiya sê rojan were lidarxistin.
-

HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
HRW ragihand ku koma paramîlîter SMO ku girêdayî dewleta Tirk e, li Sûriyeyê bi taybet jî li dijî Kurdên sivîl binpêkirinên mafan klirine û bang li Sûriyeyê kir ku şexsiyetên di komujiyan de cih girtin ji artêşê derxîne.
-

Kampanya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ destpê dike
Berdevkên pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ragihandin wê ji bo pêkanîna hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' destpê bikin.
-

Çîrokek ji Enfalê: Gelek li pey wan geriyam lê belê min nedît
Xezal Hewêz Hemed ku çar zarokên xwe di Enfalê de winda kir dibêje: “Heta niha min êşa zarokên xwe ji bîr nekiriye, ez gelek li pey wan geriyam lê belê min nedît.”
-

Di êrîşên li ser Xezayê de 51 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê yên tevahiya şevê ku li ser Zîvala Xezayê berdewam kirin de, 51 Filistînî ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, jiyana xwe ji dest dan.
-

Yuksel Genç: Kongreya PKK’ê ji bo Tirkiyeyê pêşniyaza veguherînê ye
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç têkildarî kongreya 12’emîn a PKK’ê wiha got: “Di Kongreya PKK'ê de ne tenê ji bo tevgerê, ji bo Tirkiyeyê jî pêşniyaza veguherînê heye, ev yek jî gelek girîng e.”
-

Ayten Dêrsim: PKK felsefe, îdeolojî û pîvaneke jiyanê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim diyarkir ku PKK felsefe, îdeolojî û pîvanek a jiyanê ye û got: “PKK ne tenê navek e. PKK bi xwe hebûneke zindî ye.”
-

Hîzar bûye amûrekî zextê ya di destê desthilatdaran de
Komara Îslamê ya Îranê ku bi îdîya ‘sekna li dijî emperyalîzmê’ bi rê ketiye, îro rasterast li gel emperyalîzmê rûniştiye. Îran muzakereyê û hîzara jinan, bi navê rewatî û domandina desthilatê kiriye amûra dawî ya di destê wan de.
-

'Herî zêde zarok ziyanê ji ber felaket û krîzan dibînin'
Endama Fakulteya Perwerdeyê beşa Zanistên Derûnî ya zanîngeha Binxazî Fewziyê El-Hadî Selêm diyar kir ku divê piştevaniya ji bo zarokan bê xurtkirin û got: "Herî zêde zarok ziyanê ji ber krîz û felaketan dibînin."
-

‘Ziman hebûn û nasnameya civakê ye’
Endama Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal El-Haşimî diyar kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xeyalên zarokên Kurd pêk hatine û divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve.
-

Li Şengalê çalakiyên ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’
TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de li Serdeştê mal bi mal belavok belav kir û behsa girîngiya xwendina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
-

Mamosteyên Şengalî ji bo parastina ziman bang kirin
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdxanê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi zimanê xwe bixwînin û binvîsin.
-

Hejmara kesên ji cihê xwe hatine derxistin rekorê derbas kir
Ji ber şer, pevçûn û karesatên xwezayî, li tevahiya cîhanê, hejmara kesên ku li nava welat ji cih û warê xwe bûne rekor kişand.
-

'Jinên Filistînî bi xwîna xwe şerê rizgarkirina axa xwe nivîsandine'
Çalakvana Tunisî Nebîla Hemza diyar kir ku divê hevgirtina bi jinên li Xezayê û Filistînê re berdewam bike û tekez kir ku jinên Filistînî bi xwîna xwe şerê rizgarkirina axa xwe û berxwedana bê çek nivîsandine.
-

Abdullah Ocalan Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bibîr anî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam ji bîranîna li Tûzlûçayir re şand û got, “Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.”