rojane
-

Dayikên şervanên YBŞ’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Dayikên şervanên YBŞ’ê ku di 18’ê Adarê de di encama kemîna artêşa Iraqê de bi birîndarî hatibûn girtin, li ber navenda îstîxbaratê ya li Şengalê çalakiya nobetê destpêkirin.
-

160 malbatên din ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
Hat ragihandin ku îro 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kesin, ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegeriyan Iraqê.
-

Navê Jîna Emînî li eywana saziyeke dîrokî ya Lozanê hat kirin
Navê Jîna Emînî ku di sala 2022’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve piştî binçavkirinê hat qetilkirin li eywana konferansa Mala Gel (Maison du Peuple) hat kirin.
-

Meşa ber bi Amara ve destpê kir: Em ê aştî û azadiyê biqêrin
Jinên ciwan ên ku beşdarî meşa ber bi Amara ve ku bi dirûşmeya “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” ku wê çar rojan dom bike bûne, gotin: “Em ê li Amara aştî û azadiyê biqêrin.”
-

Jinên li Xezayê hêviyê ji nû ve şîn dikin
Yasemîn Salha ya li Xezayê dijî û di mercên giran ên ji ber şer çêbûne de li ber xwe dide, dibêje: “Em tu carî dest ji xwe bernadin. Em hildiberînin û bi hemû hêza xwe têdikoşin. Ev ax ên me ne em ê li vir bijîn.”
-

Li Mexmûrê 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ku ji aliyê Qada Perwerdê ve tê amadekirin bi vekirina pêşangeha wêneyan û berhemên dest didome.
-

Li Xana Axparê jîngeha zindiyan di bin xeterê de ye
Şêniyên gundê Xana Axpar a navçeya Çinar a Amedê, li hember daxwaza çêkirina kana qûmê ya li qada daristanê nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin ku proje bê betalkirin.
-

Rûken Ehmed: Bi yekitî û hevgitinê em ê rê li cîhadîstan bigirin
Endama têkilî û tifaqên siyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku ew ê bi yekîtî û hevgirtinê rê li cîhadîstan bigirin.
-

Li Şengalê peyama Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin û gul hat çandin
Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semîner dan û piştî semînerê jî gul li gorên şehîdan çandin. Li navenda Şengalê jî peyamên Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidê hat nîqaşkirin.
-

Têkildarî rewşa Şêxmeqsud û Eşrefiyê peyman hat îmzekirin
Li bajarê Helebê der barê rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê Kurdin de, di navbera Meclisa Sivîl ya herdu taxan û şandeyeke desthilata Şamê de peymanek ji 14 xalan pêk tê, hat îmzekirin.
-

Şengalî: Em ê bi xwe rêxistinkirinê banga Rêber Apo jiyanî bikin
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî peyama Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî şandibû daxuyanî da û got: “Em ê bi perspektîfa xwe rêxistinkirin û xwe parastinkirinê, bang û peyama Rêber Apo jiyanî bikin.”
-

Ji 18’ê Adarê heta niha li Xezayê 322 zarok hatin qetilkirin
UNICEF diyarkir ku Îsraîl agirbest betal kir û ji 18’ê Adarê heta niha li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 322 zarok hatine qetilkirin.
-

Ji kampanya ‘Ji darvekirinê re na’ ji bo Werîşe Muradî bang
Kampanya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ ragihand ku dosya Werîşe Muradî li Dadgeha Bilind a Îranê ye û metirsiya darvekirina wê heye. Kampanyayê bang li tevayî azadîxwaz û malbatên girtiyan kir ku nerazîbûn nîşanbidin.
-

HRW derbarê Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî û Nêrgîz Mihemedî de agahî da
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navnetewî ragihand ku gefa vegerandina Nêrgiz Mihemedî ji bo girtîgehê dikin û hate gotin: “Rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî jî xirab e.”
-

‘Berxwedana jinan, wê hebûna civak Filistînê biparêze’
Jinên Tûnisê, diyarkirin ku ew destekê didin sekna li dijî koçkirina bi zorê ya jinên li Xeza û gotin: “Li dijî koçkirina bi zorê, mafê berxwedanê heye, berxwedanan jinan, wê hebûna civaka Filistînê biparêze.”
-

Newaya Jin bi berga “Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e” derket
Hejmara rojnameya Newaya Jin a 241’emîn ku sala xwe ya 20’emîn pêşwazî dike, bi berga “Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e” derket.
-

Cejna Akîto: Daxwaza Aşûriyan misogerbûna mafan e
Pêkhateyên Aşûrî yên cejna Akîto (6775) pîroz dikin, anîn ziman ku hêviya wan di vê cejnê de aştî û aramî ye û banga ‘divê di destûra Sûriyeyê de mafê hemu pêkhateyan misoger bibe’ dan.
-

Jinên Suweydayê bi hunera xwe pirsgirêkên xwe vedibêjin
Jinên li Suweydayê, bi performansên xwe yê şano û muzîkê ku peyam dide civakê, zoriyên ku jin di civakê de dijîn diteyîsînin.
-

Jin ji bo mafên xwe li qadan e: Jinên Kurd tovên berxwedanê reşandin
Ji EŞÎK’ê Ozgul Kapdan anî ziman ku li kolanan berxwedana jinan hêviyê dide û destnîşan kir ku tovên têkoşîna Tevgera Jinên Kurd îro li Stenbolê şîn dibin.
-

Yekîtiya Jinên Êzidî Cejna Ekîto pîroz kir
Yekîtiya Jinên Êzidî bi wesîleya Cejna Ekîto peyamek weşand û ev cejn li gelên Suryan, Aşûr û Kildanî pîroz kir.