rojane
-

Li Lîbya gotinên nefretê yên li dijî jinan hatin nîqaşkirin
Jinên ku beşdarî atolyeya perwerdeyê ya li bajarê Sebhayê li Lîbyayê bûn dan zanîn ku divê têkoşîna li dijî gotinên nefretê yên li dijî jinan bê xurtkririn û gotin: "Hewcedarî bi hişyarkirina malbatan heye."
-

Jinên ku tên kuştin di nava bêdengiyê de tên veşartin
Sînorê di navbera ‘şanazî’ û ‘cînayetê’ de dema ku ji bin siya hiqûqê û kevneşopiyan derkeve, ev pirs derdikeve holê: Ger civakek, qîrîna jinan a beriya mirinê nebihîstibe dê piştî mirina jinan çi bîne bîra xwe?
-

Li Kerkûkê pêşangeha şêwekarî
Li bajarê Kerkûkê pêşangeha çaremîn a şêwekarî bi dirûşma ‘Hunera şêwekarî di naverokê de bi xwe pêşîlêgirtin û pêwendiye’ hat vekirin.
-

Fermandara YPJ’ê: Zêdebûna êrişên DAIŞ’ê aramiya herêmê dike xeterê
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arîn Şedadî diyar kir ku zêdebûna êrişên şaneyên DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî li Dêrazorê, aramî û ewlehiya herêmê dike xeteriyê.
-

Jinên Êzidî bi perwerdeyan rêxistinbûna xwe bihêz dikin
Jinên Êzidî ku tevlî dewreya perwerdeya 15 rojan bûn, anîn ziman ku bi rêya perwerdeyên bi vî rengî hem xwe, hem civaka xwe birêxistin dikin û pêşî li fermanên din digirin.
-

‘Em ê bi xebatên xwe xwedî li banga dîrokî derkevin’
Endama radyoya Kobanê FM Stêrvan Cûcû bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ê bi pênûs û kamerayên xwe bibin dengê rastiyê. Em ê bi xebatên xwe li vê banga dîrokî xwedî derbikevin.”
-

Li Helebê pevguhertina dîlgirtiyan rewestiya
Ji ber HTŞ’yê yê cîhadîst red kir ku şervanên YPJ’ê û hin dîlgirtiyên din berde pevguhertina dîlgirtiyan li Helebê rawestiya.
-

Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome
Çalakvanên wargeha penaberan a Mexmûrê bi biryardariyek xurt ev nêzî du salin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.
-

Roja yekemîn a Konferansa Jinên Kurd bi dawî bû
Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd axivî û got: “Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Birêz Ocalan ne tenê dirûşmeye, mifteyar çareseriyê ye. Em ‘Jin jiyan azadî’ li her derê bînin ziman.”
-

Ji fîlozofan piştgiriya ji bo Abdullah Ocalan
Ji şagirtên fîlozofê Fransî Jacuqes Derrida, Cahterine Malabou û ramangera femînîst a Awûstralyayî Elizabeth Grosz piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên PKK'ê.
-

Di dosyaya HDK’ê de biryara berdanê
Seroka bajarê Stenbolê ya EMEP Sema Barbaros ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de girtî dihat darizandin bi şertê kontrola edlî hate tehliyekirin.
-

Jinan li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê lidar xist
Jinan destnîşan kir ku Komferansa Hevserokatiyê, ji bo rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bersivek e. Jinan diyar kir ku ji bo bikaribin di civakê de rola xwe ya pêşeng bilîzin tenê pergalek heye, ew jî hevserokatî ye.
-

Şandeya endamên Parlamentoya Ewropayê serdana TAJÊ kir
Şandeya ku ji endamên Parlamentoya Ewropayê û Nûnerê Dem Partî yê Ewropayê pêk dihat serdana TAJÊ kir. Di serdanê de TAJÊ têkildarî rewşa li Şengalê agahî da şandeyê.
-

Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
Li gundê Hoserê yê Cizîrê çawişekî pispor bi wesayîta xwe li jinekê xist, jinê jiyana xwe ji dest da. Çawişê pispor hate berdan.
-

Leyla Guven: Divê jin bibin pêşengê jiyanek nû
Leyla Guven peyamek ji girtîgehê ji bo 1’yemîn konferansa parlamenterên jin şand û got: "Girîng e ku parlementerên jin ji nirxên gel dûr nekevin û bibin pêşengên jiyanek nû.”
-

Konferansa parlamenterên jin dest pê kir
1’emîn konferansa parlamenterên jin ên Kurd ku dê du rojan bidome, bi beşdariya hejmarek parlamenterên jin ên Kurd ji Rojhilata Navîn û Amedê dest pê kir.
-

CPJ: Ji 7’ê Cotmehê ve heta niha 181 rojnamevan hatin qetilkirin
CPJ’ê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha didomin, 181 rojnamevanên ku 73 ji wan Filistînî, 2 Îsraîlî û 6 Lubnanî ne hatine kuştin.
-

Zeyneb Mûrad: Jin û aştî ji hev cuda nabin
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad got ku jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikaribûne ji bo hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê bibin hêviyeke mezin.”
-

Li Efganistanê tundî her roja diçe zêdetir dibe
Li Efganistanê ji ber rejîma zextê li welat tundî her diçe zêdetir dibe. Daneyên li welat nîşan didin ku rewşa jin û zarokan gelek xirab e tunebûna ewlekiyê dibe sedema fikarên mezin.
-

Sûham Şengalî: Çarenûsa jinên Êzidî yên dîl rojeva esasî ya hevdîtinên me ye
Berdevka dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî li ser kongreya NADA û hevdîtinên bi jinên 7 welatan re kirine axivî, da zanîn ku kongre ji bo naskirina jinên ji civakên cuda bûye derfetek û got ku çarenûsa jinên Êzidî yên dîl rojeva esasî ya hevdîtinên wan bûye.