rojane
-

‘Li Xezayê deverên belavkirina alîkariyan qadên cînayetê ne’
Bijîşkên Sînornenas (MSF), deverên belavkirina alîkariyan ên ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê (GFH) ku Îsraîl û DYE piştgiriyê didinê, weke “qadên cînayetên organîzekirî û miameleya dermirovî” pênase kirin.
-

Li Taîzê jin li dijî nebesiyên xizmetê û gendeliyê li qada ne
Jinan li bajarê Taîzê li ber avahiya hikûmeta herêmî bi çalakiyekî daxwaza baştirkirina xizmetên bingehîn û hesabpirsîna berpirsên gendel kirin.
-

Li Şamê jinek û du zarokên xwe bi teqîna mayînê mirin
SOHR da zanîn ku li gundewarên Şamê mayineka bermahiyên şer teqiya. Di encamê de jinek û 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan, bav û zarokeke din jî bi giranî birîndar bûn.
-

Rêxistina Sara li dijî tundiya dîjîtal jinan hişyar dike
Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Arzo Temo der barê hemleya wan a ji bo hişyariya li dijî şantaja dîjîtal got: "Hişiyarî xeta yekem a xweparastinê ye."
-

Suzan Îşbîlen: Li cihê ku newekiya jin û mêr hebe demokrasî tune ye
Seroka Komeleya Jinan Rosa Suzan Îşbîlen, bal kişand ser girîngiya komîsyona li meclisê hatiye avakirin, diyar kir ku mijareke girîng jî ew e ku cudakariya zayenda civakî bi dawî bibe û got: “Li cihê newekheviya jin û mêr hebe demokrasî tune ye.”
-

Ji ber kiryarên Talîbanê dawî li jiyana xwe anî: Divê jin tolê hilînin
Saîma Sakhi piştî ku ji aliyê Talîbanê ve hat revandin û bi kefaletê hat berdan dawî li jiyana xwe anî. Xwişka wê got ku axaftinên wê yê dawiyê “Talîban mirovên herî xirab ên cîhanê ne. Divê hemî jin tola wan hilînin” bûye.
-

Du dayîk û çîroka bi hezaran...
Du jinên Êzidî, lê belê çîroka bi hezaran kesan… Dayik çîrokên xwe dibêjin em di axaftina wan de asê dimînin, mîna ku mirov bixwaze tola 74’an ne tenê ji DAIŞ’ê ji dîrokekî hilgire: “Êdî bes e, em betilîn. Em ditirsin bêyî dîtina zarokên xwe bimirin.”
-

Pêngava xwendina Manîfestoyê: Divê her gotin baş bê fêmkirin
Li wargeha Mexmûrê pêkhateyek 90 kesî ya ji her emrê pêk tê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin. Jinên ciwan ên beşdarî xwendinê bûn dibêjin “Divê her gotina Rêbertî baş bê fêmkirin.”
-

Li Silêmaniyê panela ‘Têkoşîn û xweparastina jinan li dijî jenosîdê’
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Nûneratiya Kongreya Star û bi hevkariya Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd panelek bi sernavê ‘Têkoşîn û Xweparastina Jinan li Dijî Jenosîdê’ hate lidarxistin.
-

Ciwan li Helebê ji bo Abdullah Ocalan name dinivsînin
Ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiya nivîsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin. Çalakî di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de pêk hat.
-

Li Girtîgeha Sîncanê cezayê disiplînê dan Leyla Guven û 11 girtiyên jin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de li 12 girtiyên jin re bi hinceta protestoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cezayê disiplînê hate birîn.
-

Li Wanê keleha çiyayî ya aydê Urartuyan hate dîtin
Li Zozana Tirîşîn a navçeya Payîzava ya Wanê, keleheke bilind a aydê serdema Urartuyê ya nêzî 50 odeyî û bi dîwarên 4 kîlometreyan dorpêçkirî, derket holê.
-

Jinên Beluc meşiyan: Dawî li zexta civakî bînin
Jinên Beluc li Îslamabadê li dijî windakirinên bi darê zorê û aktîvîstên girtî meşiyan. Di meşê de çalakvanan wêneyên aktîvîstên Beluc û pankarta “Dawî li zexta civakî bînin. Lîderên BYC’ê berdin” hilgirtin.
-

Li Xezayê di 24 saetan de 138 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku li Zîvala Xezayê ya di bin dorpêçê de di nava 24 saetên dawîn de 138 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
-

Raquel Atain a Bahaî hat berdan
Raquel Atain a Bahaî ku li Îranê hatibû girtin, bi kefalet hate berdan.
-

Li Yemenê çalakiya jinan: Bila kesên hatine revandin werin berdan
Li gorî Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandin, li welat hejmara kesên hatine revandin gihîştiye hezar û 43’yan lê ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin malbatên mexdûran, tê diyarkirin ku dibe ev hejmar zêdetir be.
-

Alîkariyên diçin Suweydayê hat astengkirin
Komeleya Mezopotamyayê ragihand ku Heyva Sor a Sûriyeyê nehişt alîkariyê bigihînin mexdûrên li başûrê Sûriyeyê û Suweydayê.
-

Ji lêkolînera Asyayê hişyariya ‘Penaberên Efgan venegerînin welatên wan’
Farîşta Abbasî ku lêkolînera Asyayê ya HRW’ê ye, destnîşan kir ku sala çaremîn a desthilatdariya Talîbanê ji bo jinan bîranînek bi êş a binpêkirinên mafên mirovan e û xwest ku tu welatek, penaberên Efgan xwe dersînor nekin.
-

Deklarasyona jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê
Meclîsa Jinan a DAD û DAKB’ê destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştî, heqîqet û hemwelatîbûna wekhev esas digire êdî bûye neçariyek û gotin: “Em di pêvajoya destûra nû de amade ne ku bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.”
-

Li Kirmaşanê jin neçarî tiryakê tên kirin
Li Kirmaşanê, mirov ji nan û avê hêsantir tiryak bi dest dixin. Jinên bê mal, bi komkirina çopan, persekî û bi ducaniyên ku naxwazin, dibin mexdûrên çerxa kedxwariyê. Dewlet hem çavên xwe digre hem jî di vê rewşê de xwedî rol e.