rojane
-

Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin
Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin. Li cihê gora komî nasnameya kesekî ji Sîba Şêx Xidir hat dîtin.
-

Çanda Satî bi awayên cûda li dijî jinan didome
Gelo çima mirina hevjîn ji bo mêr dibe derfetek ji bo destpêkek nû; ji bo jinan jî dibe esaret û şîna bêdawî? Civaka bi hişmendiya desthilatdariya mêr, merasîma ‘Satî’ di roja me de jî bi awayên cuda li dijî jinan didomîne.
-

Li dibistanên taybet ên Başurê Kurdistanê polîtîkayên bişaftinê
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber baykota xwendinê û zêdebûna zimanê biyanî li dibistanên taybet, perwerde tê bişaftin.
-

Suweydayî bi kampanyaya dîjîtal daxwaza xwerêvebirinê dikin
Li bajarê Suweydayê, li hemberî binpêkirin û pêlên koçberiyê, kampanyayek hat destpêkirin û daxwaza mafê çarenûsî hat kirin. Di heman demê de gel ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza serxwebûn û xwerêvebirina xwe bi xwe kir.
-

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pergala xwendinê de şoreş pêk tê
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ragihand ku di sala xwendinê ya 2025-2026’an de dibistanên pîşeyî dê bên xurtkirin û banga piştevaniyê kir.
-

Hejmara kesên li Xezayê hatin qetilkirin 65 hezar û 141
Li Xezayê di 24 seatên dawî de 79 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 65 hezar û 141’an.
-

Li Qamişlo jinan têkoşîna li dijî xwekuştinê nîqaş kirin
Li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistina Sara, li dijî xwekuştinê panelek li dar xistin.
-

Jinên siyasetmedar û parêzer bertek nîşanî biryara KE’yê dan
Jinên siyasetmedar û parêzer ên bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya dirêjkirina demê derbarê "Mafê Hêviyê" da, diyar kirin ku êdî deqeyek jî bê windakirin nîne.
-

Jin li ser nenavendîbûna Sûriyeyê nîqaş kirin
Li Qamîşloyê, bi pêşengiya Ofîsa Jin ya MSD’ê û Meclisa Jin ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, bi sernavê “Nenavendîtî û pêşxistina rola jinan di avakirina Sûriyaya siberojê de” panelek hate li dar xistin.
-

11’yemîn civîna komîsyonê: Endamên DEM Partiyê eywan terikandin
Endamên DEM Partiyê ji ber gotinên provokatîf ên Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek, eywan terikandin. Ozlem Kulahçi Tanaman di civînê de axivî û got: “Lêgerîna aştiyê ya Kurdan ne tenê bêdengbûna çekan e.”
-

HTŞ li Şamê qenalekî televîzyonê girt
Wezareta Perwerdeyê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye, bêyî ku biryareke fermî bide, televîzyona ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt û karmendên wê ji kar derxist.
-

Li Tûnisê aboriya xweser ya jinan hat nîqaşkirin
Di semînera ku li paytext Tûnisê tê li dar xistin û dê 2 rojan didome de, rola entegrasyona aborî ya rizgarkirina jinên li herêmên gundewar a ji xizanî, bêhêzî û tundiyê tê nîqaşkirin.
-

Talîban li 5 eyaletan înterneta fîber birî
Birandina înterta fîber, ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye destpêkirin, ji eyaleta Belhê dest pê kir, gihîşt Qendeher, Uruzgan, Helmand û Nimrozê. Her wiha li eyaletên Baglan, Gaznî, Parwan, Nangarhar û Heratê jî înternet hat birîn.
-

Dayikên Aştiyê piştî 15 salan dê konferansa xwe li dar bixin
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê di civînekê de ku beriya konferansa wan a mezin a di 18 û 19'ê Cotmehê de dê li dar bixin, civîn li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
-

Îstixbarata Îranê gef li çalakvan Motahereh Gounei xwar
Motahereh Gounei ya ku xwendekarek ji Zanîngeha Tehranê hatiye derxistin e, ragihand ku Îstixbarata Pasvanên Şoreşê bi riya telefonê xwe gef li wê xwariye û gotiye “emê tedbîrên yasayî bigrin.”
-

Li Yemenê lehî: Zêdetirî 8 hezar malbatên penaber ziyan dîtin
Baran û lehiyên ku li bajarê Maribê yê li bakur-rojhilatê Yemenê zêde bûn, ziyanên madî yên mezin dan bi hezaran niştecihan, bi taybetî malbatên koçber.
-

Şandeya jinan bi siyasetmedarên Fransî re civiya
Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hevdîtina xwe de ya li gel seroka parlamentoya Fransayê û hejmareke parlamenteran de pêşdeçûnên li Sûriyeyê û misogeriya mafên jinan di Sûriyeya siberojê de, nîqaş kirin.
-

Pirtûka Sakîne Cansiz bi Spanî hate weşandin
Pirtûka yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê û ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a bi navê 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê' bi zimanê Spanî hate weşandin.
-

Rojnamevana Lubnanî Yumna Şerrî koça dawî kir
Rojnamevana Lubnanî Yumna Şerri di 54 saliya xwe de ku bi penceşêre kezeba spî ketibû jiyana xwe ji dest da.
-

Talîban dest datîne ser alîkariyên ku diçe Kunarê
Gelê Efganistanê li pey hev bi felaketên xwezayî re rûbirû ma, Talîban û mafyayên axê ji koç û şîna gel sûdê digrin. Bijîşka bi navê Nergîs Welîd ku li cihê bûyerê bû şahida êşên gel, trajediya mirovî ya ji êşên malbatên mane radixe ber çavan.