rojane
-

Dayikên Şemiyê: Adalet bêyî eşkerekirina rastiyê nayê bidestxistin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ragihandin ku adalet bêyî eşkerekirina rastiyê nayê bidestxistin. Avakirina Komîsyonên Heqiqetê pêviyeke ku divê neye bipaşxistin e.
-

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê: Bila Lîna Yaqûb vegere ser karê xwe
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê bertek nîşanî biryara Wezareta Turîzm û Enformasyonê ya dûrxistina ji kar a Lîna Yaqûb da û diyar kir ku biryar derbeke li dijî mafê gel ê xwegihandina agahiyan e.
-

Jineolojî li Îskenderiyeyê ji bo jinan panel lidarxist
Înisiyatîfa Mala Penaberan bi Jineolojiyê re li Îskenderiyeyê panelek li dar xist. Di panele de bal hat kişandin ser edaleta jinan a di warê xwezayê û li ser rola wan a domdar a di warê pêşxistinê de nîqaş hatin kirin.
-

Duyemîn mihrîcana wêje û helbestan a jinan li Helebceyê hat lidarxistin
Li Helebce 2’yemîn Mihrîcana Wêje û Helbestên Jinan hate lidarxistin. Piştî pêşkêşiya huneran xelatên rêzdariyê pêşkêşî jinên nivîskar û helbestvanan hatin kirin.
-

Li Hesekê konferansa Hevgirtina Jinan dest pê kir
Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya ne navendî û yekgirtî" li dar xistin.
-

Jinan xwest zagona malbatê li gorî destûra bingehîn a Mexribê be
Di konferansa ku bi beşdariya akademîsyen û aktivîstên mafên mirovan û siyasetmedaran ji aliyê Koordînasyona Jinan a Guherîna Bingehîn ve li ser zagona malbatê li Rabatê hat lidarxistin de rola parlamentoyê hat nîqaşkirin.
-

Bi fermana Molla Heybetullah înternet li çend bajarên Efganistanê hat birîn
Bi fermana serokê Talîbanê Molla Heybetullah Ahundzade, li çend bajarên Efganistanê, înetnet an bi temamî yan jî bi qismî hat birîn. Ev biryar di navbera welatî, xwendekarên dibistanan û yên zanîngehê de bû sedema fikaran.
-

Çavên wê nabînin lê dest û dilê wê jiyanê ava dikin
Rênas Cebar ku tevî nebûna çavên xwe zêdetirî salekê di warê ragihandinê de xebitî û niha jî karê dirûtinê dike, got ku “Tu astengiyeke tenduristî an fîzîkî nabe hinceta astengkirina pêşketina karên min.”
-

Derûnas: Bi jiyana wekhev em dikarin xwekuştinê kêm bikin
Şêwirmend û derûnnasa Navenda Şehîd Amara Fadiya El-Ewed balkişand ser xwekuştinên ku di demên dawî de li herêmê çêdibin, got ku bi dayîna mafan dikarin kuştinan kêm bikin û banga “bi destên hev bigirin” li jinan kir.
-

Li girtîgeha Qerçekê mirina bi guman a girtiyekê jin
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku girtiyeke li Girtîgeha Qerçakê Cemîla Ezîzî, bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku Ezîzî ji nexweşiyên giran dikişand û dermankirina wê hatibû astengkirin.
-

Gefa mirinê li nûçegîhana JINNEWS’ê hat xwarin
Nûçegîhana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan ku nûçeya ‘Malbata ku zaroka wan hat revandin: Ewlehiya canê me tuneye’ çêkir, ji aliyê gumanbarê ku zarok revand ve bi mirinê hat tehdîdkirin.
-

800 hezar Filistînî bi karesateke mirovî re rû bi rû ne
Bi dorpêça berdewam a li ser Zîvala Xezayê, 800 hezar Filistînî bi karesateke mirovî re rû bi rû ne.
-

Dewleta Tirk li Girê Spî 20 kesan revand
Dewleta Tirk a dagirker îro li gundên Sikêro û Elî Bacelî yên Girê Spî ku ji 2019ˊan ve dagirkirî ye, zêdetirî 20 kes revandin.
-

Êriş birin ser kampa penaberan a Sûdanê: 75 kes mirin
Li herêma Darfûr a Sûdanê li dijî kampa penaberan a bi navê Abû Çok êrîşeke bi balafirên bêmirov hat kirin û di encamê de 75 kes mirin.
-

Li Tûnisê li ser aboriya kesk komxebat hat lidarxistin
Beşdarên komxebatekê li ser aboriya kesk û dorhêlê, piştrast kirin ku jinan ne tenê bi destpêkirina projeyan, di heman demê de bi nûjenkirina çareseriyên jîngehê yên domdar jî, şiyana berbiçav a beşdarbûna di vê pêvajoyê de nîşan dane.
-

Li Sûriyeyê 4 kes bi teqîna mayînan mirin
Li Sûriyeyê ji ber teqîna mayînan 2 jê zarok û 1 jê jin 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Cezayê giran li çalakvan Mehnoş Abdullahî hat birîn
Îranê bi sûcdariyê “piştgirîkirina rejîma siyonîst” û “propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser medyaya civakî” bi giştî 6 sal cezayê zindanê li çalakvan Mehnoş Abdullahî birî.
-

Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşidî krîtîk e
Rewşa tenduristiyê ya Sumeye Reşîdî, girtiya siyasî ya li Girtîgeha Qerçekê, roj bi roj xirabtir dibe. Malbata wê diyar dike ku rayedar hewl didin nexweşiya wê ya ku ji ber rakirine nexweşxaneyê weke “hewldana xwekuştinê” nîşan bidin.
-

Li Libyayê jinên tedawiya derûnê dibînin rastî zextên civakî tên
Kêmasiya navendên dermankirina derûnî û tirsa ‘reşkirina’ malbatan li Libyayê dibe sedem ku jinên nexweşiyên derûnî nikaribin derman bibin û ev yek gelek caran dibe sedema serpêhatiyên ku dawiya wan mirin e.
-

Li Taîzê jin ji bo Avtehan El-Meşherî edaletê xwestin
Jinên Taîzê yên daketin qadan ji bo Avtehan El-Meşherî daxwaza edaletê kirin.