Jinên siyasetmedar û parêzer bertek nîşanî biryara KE’yê dan
Jinên siyasetmedar û parêzer ên bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya dirêjkirina demê derbarê "Mafê Hêviyê" da, diyar kirin ku êdî deqeyek jî bê windakirin nîne.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di navbera dîrokên 15-17’ê Îlonê de civîna xwe ya Mafên Mirovan pêk anî. Di civînê de hate diyar kirin ku pêwîste di çarçoveya planek nû ya çalakiyê de guhertinên qanûnî bên kirin û heta dawiya meha Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê.
Siyasetmedar û parêzerên jin, der barê biryara KW KE’ê de axivîn.
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Endama komîsyonê Meral Daniş Beştaş, wiha got: “Mafê hêviyê, bingeha rûmeta mirovan û hiqûqê ye."
Meral Danış Beştaş, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û got, "Piştî înfazek cezayekî asgariya ya diyar, nenaskirina îhtîmala berdanê ya bêyî ji nû ve nirxandinê, li dijî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ev pêkhatinek li dijî rûmeta mirovan û îşkenceyê. Her wiha piştî 25 salan, pêkanîna mekanîzmayek berdanê neçarî ye.”
‘Nayê qebûlkirin’
Meral Danış Beştaş, da zanîn Tirkiye wekî welatekî alîgirê KW KE’yê neçare ku biryarên DMME’yê bicîh bîne û wiha axivî: "Rûxmê vê yekê jî, di hiqûqa navxweyî de nepêkanîna sererastkirinên li gorî van biryaran, him di aliyê hiqûqî û him jî wijdanî de nayê qebûl kirin.”
‘Êdî deqeyek jî bê windakirin nîne’
Meral Daniş Beştaş, biryara KW KE’ê bi bîr xist û wiha got: "Dibe ku heta Hezîrana 2026’an dem hatibe diyarkirin; ev yek ji bo bendê mayîna Tirkiyeyê ne hincetek e. Berevajî vê, divê demil dest pêşketin çêbibin. Êdî deqeyek jî bê windakirin nîne. Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku demil dest biryarên DMME’yê bicîh bîne û sererastkirinên li gorî hiqûqî pêkbîne.”
Sebahat Tuncel: Biryara demkî ya AKBK’ê ne hiqûqî ye
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, diyar kir ku biryara demkî ya ji aliyê Lijneya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê (AKBK) ve hatiye dayîn ne hiqûqî ye, lê siyasî ye û wiha domand: "Li şûna ku Tirkiye, israr dike ku rêziknameyên qanûnî yên pêwîst ji bo parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn dernexe, gavên hiqûqî yên pêwîst ji bo bicîhanîna biryarê bavêje, Komîteya Wezîran komîsyona parlementoyê wekî hincet bi kar aniye da ku pêvajoyê dirêj bike. Tirkiyeyê li gorî bendên peymanan ên di van biryaran de hatine destnîşankirin, tevnegeriyayê. Lêbelê, erka dadgehê ew e ku çavdêriyê bike ka biryara wê tê bicîhanîn an na. Heke neyê bicîhanîn, divê tedbîrên pêwist bigire."
'Biryar nayê qebûlkirin'
Sebahat Tuncel, diyar kir ku AKBK'ê berpirsiyariya xwe daye "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin, biryara Lijneya Wezîran a "di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan de ji bo nirxandina cezayên heta hetayê guhertinên qanûnî bike" bi bîr xist. Tuncel diyar kir, "Ev yek me teşwîq dike ku em ji welatên ku erkên Peymanê di vê mijarê de bicîh anîne îlhamê bistînin. Lêbelê, Lijneya Wezîran ne mecbûr e ku 'me teşwîq bike ku îlhamê bistînin'. Ew mecbûr e ku çavdêriya pêkanîna biryarê bike. Bê guman, bi texmînkirina encamên ku biryar bi qanûnî nayê bicîhanîn, li şûna ku mekanîzmayên çavdêriyê yên pêwîst bicîh bîne, Lijneya Wezîran teşwîq kiriye ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan neyê bicîhanîn. Ev nayê qebûlkirin."
Rengîn Ergun: Divê bi zelalî nelihevhatina Tirkiyeyê bi biryarê re nîşan bidin
Parêzer Rengîn Ergun jî bal kişand ser biryarê û got: "Em dibînin ku zimanê dîplomatîk ê komîteyê ne tund e. Di beşa yekem a biryarê de, ew xemgîniyek kûr û bangek ji bo Tirkiyeyê diyar dikin. Li şûna ku xemgîniyek kûr diyar bikin û banga xwe dubare bikin, ew dikarin hin çavdêrî û daxuyaniyan tê de bikin ku bi zelalî nelihevhatina Tirkiyeyê bi biryarê re nîşan bidin û îsbat bikin. Ew bang li Tirkiyeyê dikin û di berdewamiya vê bangawaziyê de, wan Hezîrana 2026'an wekî demek diyarkirî destnîşan kirine. Ji Tirkiyeyê tê xwestin ku ji ezmûnên welatên din ên endam ên di derbarê mekanîzmayên nirxandina cezayan de îlhamê bigire.
Lêbelê, heke Tirkiye di vê gavê de gav neavêje, dikaribû zimanekî tundtir lê bihata zêdekirin ku cezayên muhtemel û prosedurên nû destnîşan bikira. Ev ne tê de ne. Lêbelê, wekî ku niha ye, hat dîtin ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriyaye û ji bo vê yekê heya Hezîrana 2026an dem hatiye dayîn Tirkiyeyê."
Parêzer Rengîn Ergul, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bê guman, bikaranîna peyva 'Tirkiyeya bê teror' pir xemgîn dike. Lêbelê, tevî vê zimanê acizker, tekezî li ser pêvajoyê heye. Ji ber vê yekê, wê hewcedariya avêtina gavan ji aliyê Tirkiyeyê ve di vî warî de, hem di warê pêvajoyê de, dubare kiriye. Ji ber vê yekê, raya giştî ya Tirkiyeyê, vê biryarê wekî bingeh digire, divê zextê li Tirkiyeyê bike, hem di derbarê pêvajoyê de û hem jî di derbarê komîsyonê de. Em, di nav rêxistinên Tirkiyeyê de, jî divê zextê bikin. Di dawiyê de, ji bo civîna bê ku ev kom dê were rojevê, tu bernameyek nehatiye destnîşankirin. Ji ber vê yekê, wekî rêxistinên civaka sivîl, em ê berdewam bikin ku agahdariyên 9.2 bişînin da ku piştrast bikin ku ev kom di serdema pêş de di rojevê de dimîne. Em ê berdewam bikin ku zextê li Komîsyonê bikin da ku dosyayê têxe rojevê."