Li girtîgeha Qerçexê mirina bi guman a girtiyekê jin
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku girtiyeke li Girtîgeha Qerçaxê Cemîla Ezîzî, bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku Ezîzî ji nexweşiyên giran dikişand û dermankirina wê hatibû astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku jineke bi navê Cemîle Ezîzî, ku bi sûcên darayî hatibû mehkûmkirin, di 10’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçexê bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan, Cemîla Ezîzî demek dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran re şer dikir û li seranserê laşê wê werimî hebû. Lêbelê, rayedarên girtîgehê ji 10 rojan zêdetir nehiştin ku ew were veguhastin nexweşxaneyê û dermankirina wê ya bi bandor nehat dayîn.
Çavkaniyan ragihandin ku kefalet ji bo Cemîleh Ezîzî hatiye dayîn û tê payîn ku di rojên pêş de were berdan. Malbat û hevalên wê rayedarên girtîgehê ji ber mirina wê sûcdar kirin.
Mirina Cemîla Ezîzî careke din rewşa xirab a girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Qerçexê û nebûna derfetên tenduristiyê derxistiye holê.