rojane
-

Ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye daketin qadan
Şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan, êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta tirk yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê Benî Zêd şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê anîn ziman.
-

Ji Meclisa Gel a Şêx Meqsûd banga lezgîn
Meclisa Gel a Şêx Meqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.
-

Karwanê seferberiyê gihîşt Dêr Hafirê
Karwanê seferberiyê bexwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihaşt deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê.
-

‘Li Şêx Meqsûd û Eşrefiye sûcê şer tê kirin’
Kongra Star şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û berxwedana dîrokî ya li ku taxên Helebê siav kir.
-

Ji dayîkên li Suweydayê bang: Bila girtî bên berdan
Di xwepêşandana li Suweyda hat lidarxistin de, jinan xwestin aqûbeta zarokên wan ên bi zorê hatin revandin û bi mehane xeber jê nagrin, eşkere bikin û zarokên wan jî di nav de hemû girtî tavilê berdin.
-

Xizmên Windayan ji bo edaletê hatin ba hev
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 883'yemîn de berdewam kir.
-

Şengalî ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye meşiyan: Şengal û Rojava yek e
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan.
-

Ji MKG’ê daxuyaniya ji bo Roja Rojnamegerên Dixebitin
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di daxuyaniyekê de ku di 10'ê Çile, Roja Rojnamegerên Dixebitin de hat weşandin, diyar kir ku rojnamegerî di bin zextek giran de ye, bi taybetî jî rojnamegerên jin hedef digirin.
-

Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd: Bila şandeyên bê alî werin nexweşxaneyê bibînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêx Meqsûd, îdîayên komên çeteyan ku dibêjin di bin nexweşxaneyê de tunel hene, derewandin û xwest ku şandeyên bê alî werin û rewşa nexweşxaneyê ji nêz ve bibînin.
-

Xwepêşandan di roja 14’an de ye: Herî kêm 217 kes hatin qetilkirin
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 14’an de didome, bijîşkekê ragihand ku tenê di 6 nexweşxaneyan de, herî kêm 217 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane.
-

Çeteyan bombeyên gazê avêtin hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir
Çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker, li gel êrişên bi tang, top û dronan, bombeyên gazê avêtin hundirên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.
-

Di xwepêşandanên Îranê de jinek hate qetilkirin
Di xwepêşandanên li Îranê ev 14 roje didome de, êrîşên dewleta Îranê didomin. Di encama êrîşa Polîsan de jina bi navê Akram Pîrgozî hate qetilkirin.
-

Balefirên bê mirov ên dewleta Tirk êrîşî Şêx Meqsûd dikin
Li gorî çavkaniyên li qada şer, li asîmanê Şêx Meqsûdê balefirên bê mirov (SÎHA)’yên Tirk difirin.
-

Dayîkên Şemiyê daxwaza edaletê ji bo Komkujiya Basayê kirin
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1085'emîn a çalakiyên xwe de ji bo Komkujiya Basayê daxwaza edaletê kirin û xwestin berpirsiyar bên darizandin.
-

YPJ: Heta fedaiyên vî gelî hebin wê serkeftin a gelê me be
YPJ’ê fedaiyên parastina taxa Şêx Meqsûdê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar bi bîr anîn û got: “Bi qasî ku fedaiyên vî gelî yên mîna Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar hebin, wê serkeftin her ya gelê me yê serfiraz be.”
-

‘Xeta Sakîne Cansiz temsîla heqîqetek bê dawî ye’
Çalakvana siyasî Ronahî Hisên şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û diyar kir ku rê û xeta wan temsîla heqîqetek bêdawî ye.
-

Li Helebê çalakî: Gelek çete hatin kuştin
Li Heleba ku êrîşên çeteyan didomin, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêx Meqsud li hemberî êrîşên komên çeteyan çalakiyên fedayî kirin. Di çalakiyê de gelek endamên çeteyan hatin kuştin.
-

Gelê Kobanê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan: Ciwanan soz da
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê bi pêşengiya ciwanên kantonê meşiyan. Gel û ciwanan gotin; emê ji bo parastina rûmeta gelê xwe têbikoşin.
-

Besê Şamarî: Xwepêşandan berdewama şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye
Besê Şamarî diyar kir ku xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewamiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û got: “Xwepêşandan çiqas zû bi vê dirûşmê bit eşe bibe wê ewqas bi wate bibe.”
-

Jinên Abya Yala ji bo piştevaniya Şexmeqsûd û Rojhilat bang kirin
Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û çeteyan, “berxwedana jin û gelên Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke rûmetê” nîşan da û banga parastina Rojava û Rojhilatê kir.