rojane
-

NY: RSF li Sûdanê sûcên şer ên cidî dike
Raporên NY’ê binpêkirinên cidî yên li Sûdanê belge kir. Di raporê de bûyerên mîna kuştinên bêserûber, hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê, bikaranîna birçîbûnê ya mîna çekek şer û tundiya zayendî hatin tomarkirin.
-

11 jinên Kurd ên pêşengtiya xwepêşandanan kirin hatin girtin
Nasnameya 11 jinên Kurd ên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin, eşkere bûn.
-

Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên hatin qetilkirin hate piştrastkirin
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku nasnameya 20 jê zarok 240 xwepêşanderên Kurd ên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn qetilkirin, hate piştrastkirin.
-

Li Yemenê bi milyonan kes bi ‘şerê bêdeng’ ê derûnî re rûbirû ne
Lêkolînek nû nîşan dide ku şerê 11 sal in didome di civaka Yemenê de rê li ber hilweşîna tenduristiya ruhî vekiriye. Nêzî 7 milyon kes bi travma û xirabûna psîkolojîk re têdikoşin.
-

KJK: Em bang li jinan dikin ku beşdarî seferberiya dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin
Koordînasyona KJK’ê, di salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Bidawîkirina polîtîkayên komplo û komkujiyan a di sala 28’emîn de, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re pêkan e.”
-

Xizmên windayan carek din li aqûbeta windahiyên xwe pirsîn
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 888’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de daxwazkirin Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20'ê Sibata 1994'an de li navçeya Pasûrê, li gundê Qeraormanê hatibû windakirin were dîtin
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya 1090'emîn de li Qada Galatasarayê li hev civiyan û aqûbeta Ridvan Karakoç ê di sala 1994'an de hatiye windakirin û qetilkirin pirsîn.
-

Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê cezayê recma li dijî du jinan şermezar kir
Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê SIHA, cezayên recmê yên li du jinên li herêmên Rîşîrîş û Xartum Bahriyê hatine birîn, şermezar kir û diyar kir ku ev yek pêkanînên cudakar ên li dijî jinan ên di Qanûna Cezayê ya Sûdanê de radixe ber çavan.
-

Aktîvîst Meryem Derîs hate binçavkirin
Aktîvîsta sivîl Meryem Derîs ku di serdegirtina mala xwe ta li Kazerunê de hate binçavkirin, birin cihekî nediyar û derbarê sûcên li dijî wê de tu agahî nehat dayîn.
-

Çîrû Şiwanî: Yekîtiya Kurdan nasnameya rast a gelê Kurd e
Li hember êrîşên vê dawiyê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistan û tevahiya cîhanê bû yek. Parêzer Çirû Şiwanî wiha got: “Yekîtiya gelê Kurd niha nasnameya rast a gelê Kurd e.”
-

HRANA: Heta niha 7 hezar û 8 kes hatin qetilkirin
HRANA'yê di rapora xwe ya der barê Îran û Rojhilatê de, ragihand ku di 48 rojan de 219 jê zarok 6 hezar û 509 xwepêşandar hatine qetilkirin.
-

Li Tûnisê mafên aborî yên jinan tên binpêkirin
Di komxebateke civakî ya li Tûnisê de hat diyarkirin ku rewşa jinên Tûnisê, hê jî xirab e û zagon di warê başkirina rewşa jinan û kêmkirina xizanî û mêtinkariyê de serkeftî nîn in, tevî ku jin bênavber têdikoşin jî pêşketin çênabe.
-

Li Rabatê mêranî û qalibên di medyayê de hatin nîqaşkirin
Li Rabata paytexta aborî ya Mexribê, bi hevkariya "Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê" û Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Mexribê, der barê rola medyayê de komxebatek hat lidarxistin.
-

Ji bo destkeftiyên jinan sê stûnên bingehîn: Rêxistinbûn berxwedan û hevgirtin
Konseya Jinan ji parastina civakî bigre heta aboriyê, ji siyasetê bigre heta rêxistinbûnê di qadeke berfireh de xebatên xwe dimeşîne, ji bo parastina maf û bihêzkirina jinan, projeyên piralî dimeşîne.
-

Ji jinên Kurd ên li Rojava banga konferansa neteweyî
Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê bang kir ku konferansek neteweyî ya Kurd were lidarxistin, bal kişand ser girîngiya parastina nasname û destkeftiyên neteweyî û rola pêşeng a jinên Kurd.
-

Jinên Kurd îsbat kirin ku azadî mafek kolektîf e
Rola jinên Kurd di berxwedana neteweyî, vegera civakê û têkoşîna azadiya jinan de, nîşan da ku azadî encax bi beşdariya wekhev a jinan pêkan e.
-

Girtiya nexweş Besra Erol hate berdan
Girtiya nexweş Besra Erol a 66 salî ya berdana wê hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Xarpêtê derket.
-

Rohilat Efrîn: Naskirina di destûra Sûriyeyê de şerte
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, got: “Ji bo me ya girîng ew e ku her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekitiyê de Rojava biparêzin. Tenê bi vî rengî azadiya gelê Kurd dikare pêk bê. Heta ku perçebûn û înkar berdewam bike, ev ne pêkan e.”
-

Hunermenda Mexrîbî zarokan bi rêya şanoyê perwerde dike
Hunermenda Mexrîbî Hayat Xafrî, ji bo ku zarokên Mexrîbî pêkhateyên nasnameya çandî nas bikin û ji teknolojiya ku bûye wek tiryak dûr bikevin, li taxên bajêr zarokan bi rêya şanoyê perwerde dike.
-

Hevserokê DBP’a Wanê Gonul Uzunay: Paradîgma li cîhanê belav bû komplo vala derket
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girava Îmraliyê de girtî ye; di van 27 salan de tu carî dest ji îsrara muzakereyên aştiyê berneda. Hevseroka DBP’a wane Gonul Uzunay, bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan, got ku komplo têk çûye.