'Zirara ku li Tirkiyeyê ji azadiya fikir re tê dayîn pir kûr e’

Di notaya dîplomatîk a ku Konseya Ewropayê têkildarî Tirkiyeyê weşand de, hat destnîşankirin ku astengkirina ragihandina binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnameger, saziyên sivîl û parêzeran, bi zanebûn tên kirin.

Navenda Nûçeyan- Konseya Ewropayê, der barê rewşa azadiya fikir û ragihandinê, parêzvanên mafên mirovan û civaka sivîl ên li Tirkiyeyê de, memorandum (notaya dîplomatîk) weşand. Di memorandumê de bal hat kişandin ku li Tirkiyeyê azadiya fikir bi binpêkirinên mafên mirovan re gihîştiye astên nû yên bi fikar.

‘Şopeke kûr hişt'

Li gorî nûçeya DW’yê; di memorandumê ku hat diyarkirin rayadar li ser van binpêkirinan nesekinîne û hat destnîşankirin ku di encama vê yekê de zirara ku gihîştiye azadiya fikir û ragihandinê ‘şopek kûr hiştiye’ û bûye sedema oto-sansûra rojnamegeran û medyaya serbixwe.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic a ku memorandumê amade kir, wiha got: “Karûbarên edlî yên ku rojnameger, civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û parêzeran hedef digre, ji bo dengên rexnegir bêdeng bike û bi armanca astengkirina  ragihandina binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnameger, saziyên sivîl û parêzeran, bi zanebûn tê pêkanîn. Dunja Mijatovic, da zanîn ku divê ji bo rayedar vê rewşa bi zirar rast bikin û ji bo bikaranîna azadiya fikir, ragihandin û rêxistinbûnê, hawirdorek guncaw ava bikin.

‘Qedexekirina meşa Roja Jinên Kedkarên Cîhanê cihê xemgîniyê ye’

Di memorandumê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê ji ber qedexekirina mafên wekhev kombûna azad, qedexeyên pergalî û bikaranîna zêde ya hêz jî di nav de pêkanînên tund ên polîsan, binçavkirinên komî û li dijî xwepêşandaran pêkanîna sûcan bi awayekî cidî zirarê didin. Di memorandumê de hat destnîşankirin ku bi qedexeyan re bi taybetî çalakiyên ku ji aliyê kesên LGBTI, jin û parêzvanên mafên mirovan ên hawirdorê ve tên lidarxistin an jî tên piştgirîkirin tên hedefgirtin û wiha hat gotin: “Li Stenbolê ev 8 salên dawî qedexekirina meşa Roja Jinên Kedkarên Cîhanê cihê xemgîniyê ye.”

'Divê rojnameger û aktîvîstên girtî bên berdan'

Di memorandumê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên demdirêj ên têkildarî serxwebûn û bêalîbûna darazê berdewam dikin, di warê serweriya hiqûqê û hebûna mafên mirovan ên bi Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hatine misogerkirin, di bin metirsiyeke jiyanî de ye û wiha hat gotin:

“Divê rayedarên Tirk bi civaka sivîl re têkiliyek çêker pêk bînin, zagonên sînordar di ber çavan  de derbas bikin û sererast bikin. Parêzvanên mafên mirovan, rojnameger, çalakvan û kesên din ên ji ber bikaranîna azadiya fikir hatine girtin azad bikin, ji biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mirovan a Ewropayê re rêzê bigrin, van biryaran bi cih bînin û bêalîbûn û serxwebûna darezê misoger bikin.”