‘Kesên ku li Tel Al-Samanê tundiyê li du zarokên keç kirin wê hesab bidin’

Rêxistinên jinan tundiya ku li dijî 2 zarokên keç li bajarokê Tel Al-Saman ê Reqayê hat kirin şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo kiryar hesab bidin hewl didin û dan zanîn ku li dijî van êrişan wê parastina mafên jinan berdewam bikin.

Reqa- Li bajarokê Tel Al-Saman ê Reqayê, bûyera du zarokên keç ên ku ji aliyê malbatê ve rastî tundiyê hatibûn bi dîmenek ku li ser platformên medya dijîtal hat weşandin derket holê. Daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê hêzên hundirîn ên ewlehiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 3 kes hatine girtin û ji bo kesê din jî were girtin xebatan berdewam dikin.

Berdevka meclisa jinan Fayruz Xelîl der barê bûyerê de ji ajansa me re nirxand kir û diyar kir ku jinan bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek destkeftî bi dest xistine, girîngî didin paradîgmaya jinan a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo parastina destkeftiyên xwe hewl didin. Feyruz Xelîl da zanîn ku polîtîkayên hêzên serdest herî zêde li ser jinan tên meşandin û bal kişand ser binpêkirinên li hemberî jinan.

‘Em ê her dem mafên jinan biparêzin’

Feyruz Xelîl tiştên li bajarokê Tel Al-Saman qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Mirov dikare bibêje ku êrişa divê demê de hat jiyîn, ji bo astengkirina çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanî ye. Em ê weke rêxistinên jinan li dijî van êrişan her dem mafên jinan biparêzin. Em ê rêxistinên jinan mezin bikin û der barê heqîqeta jinan de her dem xebatên xwe bidomînin.”

‘Dadgeha taybet a gel dozê girt ser xwe’

Fayruz Xelîl da zanîn ku bi hevkariya hêzên parastina jinan û bi armanca agahdariyên têrker û belgekirinê, jinên ku li taxên lê dijîn serî  li komînên taxên xwe didin û wiha got: “Ger zagona malbatê were pêkanîn, hikum û zagonên ku jinan ji tundiya nava malê û civakê diparêzin werin pêkanîn, wê pêşî li her cure tundiyê were girtin. Heta em mafên wan herdu jinan bi dest nexin em bêdeng nabin. Ji bo fail cezayê pêwîst bigre em ê çi pêwîst be bikin. Doz wê dagdeha taybet a gel bigre ser milên xwe. Tişta em dixwazin ew e ku ev doz bibe mînak.

‘Em ê jinan hînî rê û rêbazên xweparastinê bikin’

Fayruz Xelîl destnîşan kir ku rêgez û nirxên jinan bi yekîneyên jinan û qezenckirina azadiyê hatine bidestxistin û got: “Em ê jinan biparêzin û mafê me yê ku hatiye dizîn em ê bi dest bixin. Em vê ji bo xwe weke erk dibînin. Em ê ji jinan re bibêjin wê li hemberî her cure tundiyê çawa xwe biparêzin, wê çawa bikevin ferqa rol û hebûna xwe. Li bajarên cuda yên herêmê me gelek daxuyaniyên ku binpêkirin û tundiya li dijî jinan şermezar dikin dan. Di heman demê de ji bo em zêdetir behsa cureyên tundiyê bikin me gelek konferans li dar xistin. Der barê hevrûbûna van êrişan de, jiholêrakirin an jî bi dawîkirinê de me hinek pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin.”

‘Em vê yekê qebûl nakin’

Berdevka Mala Jinan a girêdayî Kombûna Jinên Zenûbyayê, Nawal Al- Salah bûyera tundiya ku qewimiye şermezar kir û got: “Tundiya li dijî jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em vê qebûl nakin. Rêxistin û tevgerên jinan, bi taybetî em weke Kombûna Jinên Zenûbyayê, li ser bingeha azadiya jinan û rêgezên wê dixebitin û em jinan ji her cureyê tundiyê diparêzin. Em li dijî tundî û nijadperstiyê têdikoşin. Em ê hemû mafên jinan ên ku ji destên wan hatine girtin bi dest bixin.”

Nawal Al-Saleh bi bîr xist ku wê bûyerê bişopînin û bang li aliyên pêwendîdar kir ku kiryaran bigrin.