Zêdeyî hezar aktivîstan xwestin Şerîfe Mihemedî bê berdan

Zêdeyî hezar aktivîstên civaka sivîl, parazvanên mafê mirovan daxuyaniyek weşandin û xwestin biryara cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî di demek ji ya din zutir de bê betalkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zêdebûna biryara cezayê darvekirinê yên aktivîstên jinan, ji aliyê çavdêran ve weke ‘hewldana bêdegkirina jinan bi awayek sîstematîk’ hate nirxandin. Di demê dawî de rejîma Îranê derbarê gelek aktivîstên jin de biryara darvekirinê da, di nava van de jî parêzvana mafê karker û jinan Şerîfe Mihemedî cih digre. 

Zêdeyî hezar aktivîstên civaka sivîl, mafê mirovan, karker û kesayetên siyasetmedar di daxuyaniya di 25’ê Tebaxê weşandî de, xwestin demildest biryara cezayê darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî were betalkirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Şerîfe Mihemedî ev 20 mehe ji ber xebatên xwe yên aştiyane dibin çavan de tê girtin û piştî bi awayek ne edlane hate darizandin, mehkumî darvekirinê hat kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê demildest ev biryar were betalkirin û Şerîfe Mihemedî were berdan.

‘Rûbirûyî xeteriya darvekirinê ye’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Şerîfe Mihemedî di dema binçavan de, rastî îşkence û zexta derûnî hatiye, zorî lê hatiye kirin ku îtiraf bike. Di heman demê de giliyê têkildarî nêzîkatiyên xirab ên dîtiye de, bi rêya gefê neçar maye şûnde vegerîne. Şerîfe Mihemedî hê li girtîgeha Lakan ya li bajarê Reşt tê girtin rûbirûyî xeteriya darvekirinê ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku binçavkirina Şerîfe Mihemedî bi awayek kêfî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî wezareta Îstixbaratê ve hatiye pêkanîn û wiha hate gotin: “Destpêkê ew birine navendek a binçavkirinê ya li Reştê, piştre jî birine navenda wezaretê ya Sine ku nêzî 500 kîlometreyan dûr e. Li vê derê dema çavê wê girêdayî ji serê xwe û rûyê xwe gelek caran darbe xwar, îşkence dît.”

Darizandina ne edlane

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Şerîfe Mihemedî piştî ku di Sibata 2023’an de sewqî girtîgeha li Sine hate kirin, têkildarî îşkenceya dîtiye gilî kir, lê belê tu lêpirsîn nehate destpê kirin. Piştî çar hefteyan ji ber tecrîda demdirêj ya dozgeran û gefa qûtkirinê wê bi dinyaya ji derve de neçar ma giliyê xwe şûnde vegerîne.

Xebatên wê yê aştiyê wek belgeya sûc hate nîşandan

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Şerîfe Mihemedî di Adara 2023’an de cardin şandin girtîgeha Lakan ya Reştê û ev tişt got: “Di Hezîrana 2024’a de li dadgeha Şoreşê ya Reşt bi girtî derxistine pêşberî dozger. Şerîfe Mikemedî ku birêya vîdeo konferans beşdarî danişînî bû, destûr nehat dayîn bi axive. Dadgehê xebatên wê yên aştiyane wek ‘li dijî hikumetê serhildana bi çek’ nirxand û li ser vê sûcdariyê biriyara darvekirinê da. Di hinceta biryarê de xebatên aştiyane yên Şerîfe Mihemedî yên di qada mafê mirovan de, desteka dida jinên girtî, derketina wê ya li dijî cezayê darvekiriê, endamtiya komîteya Koordînasyonê ku destek dide rêxistinên karkeran wek belgeya sûc hate nîşandan.”

Parêzvana mafê karker û jinan

Şerîfe Mihemedî ya 45 salî , yek ji aktîvîstên ku li Îranê mafê jin û karkeran di parast bû. Derbarê wê de li pişt deriyên girtî di darizandinên ne edlane de biryara darvekirinê hate dayîn, ev biryar di raya giştî ya welat û dinyayê de deng veda.